Idrîs Henan
Her şehadetek şervanekî azadiyê mîrateyeke di bîra galan de hatiye kolandin û di rêwîtiya ber bi azadiyê ve nifşek radestî nifşekî din dike. Mirov wisa dikare mane bide şehadetên têkoşer û rêwiyên ber bi rastiyê ve. Seyid Evran jî yek ji pêşengên azad ê rastî û heqîqetê ye ku temsîla qonaxek girîng di pêvajoya vesazkirina Ragihandina Azad de dike. Ji ber ku rojnamevanekî lêgerîner, vekoler û şopînerê heqîqetê bû, şoreşgerekî dunyaya rastiyê bû. Baweriya wî ew bû ku; ancax jiyana azad bi yekbûna bi rastiyê re bête jiyîn. Derveyî wê jî dê xapandin û rewşeke tevizandinê be. Lew re, bi têkoşîna xwe ya temsîlkirina prensîbên çapemeniya azad ku veguhere çeka sereke ya rizgariyê, nûnertiya jiyan azad a rasteqîn dikir.
Her kesî/ê xwe rojnamevan dibîne û hewl dide li ser şopa heqîqetê romana rastiyê binivîse û ji nifşên bê re bibe mîrate, divê ji wesiyeta Seyid Evran a dawîn îlhamê bigire û rêbazên fedayetiya xwe dispêre têkoşîna watedar a meşa dîrokî ya ber bi azadiyê ve, bi dest bixe. Ji xwe Ş. Seyid Evran timî bang li hevkar û şagirtên xwe dikir: “Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez Kurd bûm û diviyabû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî”.
Ev gotinên mîmarê heqîqetê rêheval Seyid Evran ne tenê ji bo xwendin û bîranînê ne, lê divê her tim weke xetîreyekê ku rê ronî dike vêxistî be. Bêguman bi fîzîkî ji nav me bar kir, lê mûma ku wî vêxistiye divê her kesî/ê ku pênûs, kamera hildigire û kelecana azadiyê di dilê wî/ê de ye li ser şopa wî bimeşe, ala wî bilind bike û mûma wî vêketî bimîne.
Dilsozî û dirustbûn ew e ku em pabendê xeta Seyidan bin ku bi biryardariyeke bêdawî hêzeke karibe têkoşîna wî mezintir bike û bigihîne serkeftinê ava bikin. Ango, performans û berpirsiyariyên derxistine holê ji navenda êşa barkirina wî ji nav me, zindî bikin û xeta wî a zaferê misoger dike bi wefedariyeke pir mezin dewam bikin.
Ş. Seyid Evran di peyama xwe ya dawî de rêbaza xwe ya têkoşînê vedestî me dike û dibêje: “Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de bin jî em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan in”.
Mirov ji peyama Ş. Seyid fêm dike ku dizanîbû çi têkoşîn meşandiye û armancên xwe ewqas baş û zelal nas dikirin, ku bi merdî li ser mîrateya bapîrê xwe ê ku şoreşgerekî Şêx Seîd bû, gavên mezin bi Tevgera Azadiyê re ber bi heqîqeta neteweyî ya niştimanperwer ve avêtin. Yanê; ew bi xwe mîrateyeke berxwedanê û nifşek berhemdar ê wê têkoşînê ye. Ji lew re jî qet têkoşîn û xebata daye meşandin sînordar nekiriye û lêgerîna xwe ya li nasnameya rastî û heqîqeta gelê Kurd ya dîrokî re li çar parçeyên welat û derveyî welat dewam kiriye ku şertekî rojnamegeriya azad a lêgerîner e. Ji bona vê yekê ronî bike, di peyama xwe ya dawîn de gotiye: “Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan”.
Bi vî awayî, laş dikevin, lê pênûs dimînin. Jiyanek diqede, efsaneyek dest pê dike û çîrok berdewam dike. Mûma wî tê vêxistin, ala wî tê bilindkirin û gavên wî rê nîşanî me dikin.






