Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Seyîd Evran çiraya heqîqetê ye, riya rojnamevanan ronî dike

21/09/2025
in ROJEV
A A
Seyîd Evran çiraya heqîqetê ye, riya rojnamevanan ronî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Seyîd Evran yek ji pêşengên rojnamevaniya Kurdistanî ya azad bû, bi bisporî, pênûs, kamîre û bîrweriya xwe derbasî dilê rojnamevanên azad bû. Du sal li ser şehadeta rêheval Seyîd Evran derbas bûn, tevî dirêjahiya dema şehadeta wî, lê ew mîna mûmekê ye û riya me ronî dike.

Gavên Seyd Evran ber bi tevgera azadiyê ve

Seyîd Evran bi navê xwe yê rast Seyîd Mehmûd Evran sala 1969’an li navçeya Hênê ya Amedê çavên xwe li jiyanê vedike. Di nava malbateke ji kevneşopiya serhildana Şêx Seîd de mezin dibe. Di salên ciwantî û xwendekariyê de têkoşîna azadiyê nas dike û di nava refên wê de cihê xwe digire. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwîne, yek ji pêşengên Çapemeniya Azad û Şoreşger Gûrbetellî Ersoz ku wê jî li heman zanîngehê dixwend, nas dike. Bi vê naskirinê re dibe şagirtek Gûrbetellî Ersoz û ezmûnek girîng digire. Di sala 1990’î de li Amedê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Seyîd bi vê xwestek û kelecanê sala 1990’î li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Dîroka bi êş ya welat berpirsyariyeke mezin dide ser milên wî, lewma ew jî bi vê zanebûnê tevdigere û li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest bi xebatên çapemeniyê dike. Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û ofisên wê yên Enqere û Amedê 3’ê Kanûna 1994’an di heman şevê de hatin bombekirin, hevrê Seyîd jî li navenda giştî ya rojnameyê wekî Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de heval Seyîd jî li gel 23 hevalên xwe birîndar dibe. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di xebatên çapemeniyê de cihê xwe digire. Herwiha bû yek ji mamoste û şagirtên Akademiya Şehîd Gurbetllî Ersoz. Di heman demê de ew ji damezrînerên YRD’ê.

Li Rojava bingeha çapemeniya şoreşê danî

Dema sala 2012’an li Rojava pêla şoreşê bilind dibe, hevrê Seyîd jî berê xwê dide Rojavayê Kurdistanê. Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de rolek sereke dilîze. Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya şoreşê. Vê berpirsyariya xwe ya serxistina şoreşê, rol û girîngiya çapemeniyê heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî bi serkeftî dimeşîne.

Pêşengê çapemniya Kurdî bû

Di cîhana çapemeniya azad a gelê Kurd de li seranserî çar perçeyên Kurdistanê xebateke bêhempa da meşandin. Bi sedan rojnamevan li ser destê wî hatin perwerdekirin û pisporiya xwe bi wan re par ve kir. Şehîd Seyid Evran ne tenê di ofîsa xwe de kar dikir, lê belê wî deşt, çiya û hemû dever kir qada xwe ya xebatê. Lewma jî dîrok û rastiya gelê Kurd, lêkolîn kir, nivîsand û bi belge kir ji bo pêşveçûna hişmendiya nifşên siberojê. Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawiyê bû. Li ser vê rêya bi rûmet û giranbuha bû rêwiyekî çalak ê bêwestan. Azwerî, xebata ji bo ronîkirina civakan û biryardariya wî ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên derketine pêşiya wî ji holê rakirin. Bi sekin, liv û tevger û pênûsa xwe, di rûpelên çapemeniya azad de cihekî bêhempa girtiye.

Têkoşîna li hemberî mirinê û qezenckirina şehadetê

Seyîd Evran ji sala 2020’an ve bi pirsgirêkên tenduristiyê têkoşîn dikir. Du caran kirîza dil derbas kir, lewma neçar ma ku çend caran emeliyat bibe. Tevî pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bênavber xebatên xwe meşandin û ji coş û kelecana xwe tiştek winda nekir. Herî dawî nexweşiya wî dijwartir bû, lewma demekê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê îlonê koça dawî kir.

Peyama dawî ya Seyîd Evran

Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran beriya şehîd bikeve bi sernavê “Ber bi rêwîtiya dawî ve” peyamek dabû.

Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran ku salên dûr û dirêj li ANF’ê xebitî, beriya şehîd bikeve peyamek dabû. Peyama dawî ya Seyîd Evran bi vî rengî bû:

“Ber bi rêwîtiya dawî ve!

Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez Kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn…

Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de jî bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan.

Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê het Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey me hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin…

Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû. Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!”

Soza şopdariya riya Enter, Ersoz, Denîz û Evranan li dar e

Wekî tê zanîn pirtûka çapemeniya azad dagirtî ye ji lehengên rojnamevan ku xebateke zêrîn kirine û xwîna xwe kirine diyarî ji bo gel û tevgera xwe. Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Dilîşan Îbîş, Cîhan Belgîn, Nazim Daştan û bi dehan şehîdên din di riya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike. Ji şopdarên rêya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye. Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.