Ahmet Aktaş
Mirov bala xwe dide siyaset û kiryarên hegemonên cîhanê, yên van salên dawî, madê mirovan dixelîne, weke ku bi zanebûn dixwazin jiyanê li ber çavên civakê reş bikin.
Vê gotina pêşiyên me tîne bîra mirovan; ev şevreşa herî reştir û tarîtir, ya herî nêzîkî şifaqê ye.
Gotin “behara ereban” tê, lê zifistana herî malxerab anîn serê Ereban û ka wê kengî bi ser xwe ve werin û jiyana xwe dîsa ji nûve sererast bikin, nayê zanîn.
Gotin em ê demokrasiyê bînin Iraqê, lê hema tu dikarî bêje kevir li ser kevir nehiştin û bi sedhezaran kes hatin kuştin, lê demokrasî li kuderê ma û wê kengî were bi destxistin ne diyar e.
Xwedê giravî wê ji Tûnisê despê bikira, lê nuha hemû dewletên Ereban, Efrîqîyan di çi halî de ne û çawa dinalin li ber çava ne.
E ha Sûdan, Libya, Yemen û hwd…rewşa wan bi giştî ji hevdu xerabtir in, hemû di nava şer û pevçûnan de ne.
Piştî bûyera rûxandina herdu xaniyên cêwî yên li DYEyê, ji bo dest dirêjî dewletên jê hez nakin, wan bi ruxînin, dest bi amadekariyên rêpaqijiyê kirin û wisa diyar bû ku kelemê herî mezîn Rêber APO bû, hema bi plangeriyek navdewletî ya lezgin ew dîl girtin.
Piştî vê komploya navdewleti, pêşî destdirêjî rejima Efxanistanê kirin, ew rûxandin, li şwîna wê rejîmek li goreyî xwe dan rûniştandin.
Li pey wê Iraq, Libya, Yemen û qonaxa dawî Sûriye bû, nuha jî Îran di rêzê de ye.
Lê di nava van hel û mercên ewqas giran de, mijara herî balkêş ev e ku, rejimên dirûxînin şwîna wan ne pergalên demokratîk, berovajî, pergalên herî kevneperest û xwînrij bi cîh dikin. Her wiha ji bo îslamê jî xerab bidin nîşandan, desthilatên wan hemû bi navê misilmaniyê pênase dikin.
Hema li pey rejima Efxanistanê, li Suriyeyê jî bi heman nav û bi heman naverokê pergalekê ava dikin.
Ya xerabtir, rejîma Receb Erdoganê bi heman zihniyetê, 22 sal in li hemû parçeyên Kurdistanê êrîşên komkujî û qirkirinê dide meşandin, nuha weke koordînatorê van rejiman erkdar dikin.
Jixwe Receb Erdogan, zihniyeta xwe venaşêre, aşkere dibêje “baweriya me nêzî hev in, em dikarin bi hevre her karî bikin”!
Li Suriyeyê berê Beşar û Birayê xwe desthilat bûn, nuha jî Colanî û her du birayên xwe desthilat in.
Gelo ti cudahî heye di navbera her du desthilatiyan de?
Xala pir sosret û bobelat, hilwesta piraniya dewletên navdarên cîhanê ya bi Colanî re ye, weke ‘qumaşê Hind û Yemenê’ peyda kiribin û ji bo lihevparkirinê ketine nava pêşbirkê; li pey hev Colanî vedixwînin welatê xwe, nuha jî vexwendine New Yorkê civîna YN!
De fermo li “edaleta^ vê cîhana serdest temaşê bikin!!!
Jixwe Receb Erdogan û kurtêlxwurên xwe Ibarahim Kalin, Hakan Fidan û Yaşar Guler, rêya Şamê kirine rêya mala xwe! Weke ku bê Colanî, xwarin di qirika wan re naçe!
Lê belê weke pêşiyên me gotine; “ev şevreşa herî tarî ya herî nêzîkî şifaqê ye”, wate, ev dema hilweşandina herî nêz a van rejimane!






