Hêvî Keleş/ Qamişlo
Nûnera hêzên parastina jinan Bêt Nehrên Nûr Suryan destnîşan kir ku yek ji sedemên damezirandina van hêzan ew e ku mafên wekheviyê ji bo jinên Suryanî li Sûriyeyê misoger bikin û li hember sînordarkirinên ku ji hêla kesayetên olî yên herêmê ve li ser jinan û çalakiyên femînîst têne danîn, li ber xwe didin.
Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên di 30’ê Tebaxa 2015’an de li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê wekî baskê leşkerî yê tevgera siyasî ya Suryanî, di bin siya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat avakirin û tê de jinên Suryan ên ji kantonê cih girt, ew hate damezrandin da ku bibe bersivek pratîkî li hember êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê.
Derbarê kar û xebatê Hezên Parastina Jinan Bêt Nehrên Nûnera Hêzên Parastina Jinan Bêt Nehrên Nûr Suryan ji Rojnameya me re axivî.

‘Hebûna jinan ne tenê bi aliyê sembolîk ve sînordar bû, lê di demek kurt de beşdarî eniyên şer bûn’
Nûnera Hêzên Parastina jinan Bêtnehrên Nûr Siryan anî ziman ku Damezrandina van hêzan bi yek ji qonaxên herî dijwar ên ku gelê Suryanî jiyan kiriye re hevdem bû û wiha got: “Dema ku çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê êrîşî gundên hewza Xabûr kirin, kuştin, revandin û koçberkirina niştecihan kirin, dîmen di wê qonaxê de trajîk bû, mêr di nav Encûmena Leşkerî ya Suryanî û hêzên Sotoro (Ewlekariya Navxweyî ya Suryanî) de şer dikirin, di heman demê de jin bi du bijarteyan re rû bi rû man, an wekî qurbaniyên potansiyel li kêlekê bisekinin, an jî bi awayekî çalak beşdarî parastinê bibin. Jinê gelê me êdî nikaribûn temaşevanên rastiyê bin. Ew dixwestin bibin şirîkên rastîn di parastina ax û welat de. Ji ber vê yekê fikra damezrandina Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên derket holê. Hebûna jinan ne tenê bi aliyê sembolîk ve sînordar bû, lê di demek kurt de beşdarî eniyên şer bûn. Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên li kêleka hêzên din li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên tundrew şer kirin. Di nav wan de şerên Şedadê, Holê û Reqayê, her wiha kampanyayên leşkerî yên din ên ku di şikandina terorîzmê de li herêmê biryardar bûn, hebûn. Ev beşdarbûn ne tenê hebûneke fermî bû, lê jinan jêhatîbûna xwe di şer de û şiyana xwe ya beşdarbûna li kêleka mêran di çalakiyên leşkerî yên rêxistinkirî de nîşan dan.”
‘Şert û mercan jinan neçar kir ku rasterast di parastinê de bibin aliyekî’
Nûr Suryan destnîşan kir ku Ji faktorên herî girîng ên ku jinan ber bi hilgirtina çekan ve birine, yên herî berbiçav sûcên hovane yên ku ji hêla DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst ve li dijî gelê Suryanî hatine kirin û wiha got: “Çi ji kuştin, tecawiz, revandin û wêrankirina gundan, jinên Suryanî fêmkirin ku parastin êdî ne ji mêran tenê tê xwestin,ji ber vê jî şert û mercan wan neçar kir ku rasterast di parastinê de bibin aliyekî. Karê hêzên me tenê bi hilgirtina çekan ve sînordar nebû, aliyekî din ê bi qasî vê girîng hişyarkirina jinan e. Semîner û gotar li ser girîngiya parastina xwe û rola jinan di jiyana leşkerî de têne lidarxistin. Armanc ew e ku di meqamên leşkerî de hevsengiyek di navbera jin û mêran de were afirandin û ew raman were pêşxistin ku hebûna jinan di meydanê de pêdiviyek e.”
‘Em rastî astengiyên civakî û çandî hatin’
Nûnera Hêzên Parastina jinan Bêt nehrên Nûr Siryan bal kişand li ser astengiyên derketin pêş wan û got: “Ji damezrandina xwe ve, ev hêz rastî astengiyên civakî û çandî hatine, bi taybetî jî nêrîna kevneşopî ya li ser rolên jinan, ku wan kêm dike tenê jin, dayik, an pîşeyên sivîl ên wekî bijîşkî û perwerdehiyê dibînin. Ketina jinan di nav artêşê ezmûneke nû û dijwar bû, nemaze di warê hevsengkirina jiyana civakî û leşkerî de. Ji bo mêran mijar hêsantir e, ji ber ku ew ji temenê biçûk ve bi fikra xebata leşkerî ve asê mane. Ji bo jinan ev ezmûnek nû bû, lê me îspat kir ku îradeya me ji zehmetiyan xurttir e. Jin êdî di civakê de ne tenê qurbanî ne û rola wan êdî ne tenê bi bîranîna dîrok an şaristaniya wan ve sînordar e, lê belê ew di dema niha de bûye hêzek çalak. Jinên gelê me êdî ne tenê sembolek dîrokî an mîrateyek çandî ne. Îro, ew bûne hêzek rastîn a parastina jiyan û rûmetê. Em soz didin ku Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên dê sembola biryardarî, hêz û azadiyê bimînin. Ezmûna jinên Bêt Nehrên peyamek gerdûnî hildigire, ku jin şirîkên azadî û wekheviyê ne û hebûna wan di warê parastinê de êdî ne vebijarkek e, lê belê pêdivîyek e. Têkoşîn dê berdewam bike heta ku her jin cihê xwe yê xwezayî di dewlet û civakê de bi dest bixe.”
Nûr Suriyan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: “Bêyî ku cudahiya wan a neteweyî an olî hebe, ku tevlî refên Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên bibin. Cihê te di nav me de ye, çi Kurd, Ereb, çi Suryanî be. Em bang li her jinê dikin ku tevlî me bibe û bibe şirîk di parastina gelê me, welatê me û axa me de.”






