Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berdevkê Partiya Niştîmanî ya Sûrî Mihemed Derwîş da zanîn ku wê hikumeta veguhêz bi hilbijartinên yekalî hêviyên gelên Sûriyê têk bibe û wiha got: “Dûrxistina dengê gelan ji hilbijartinên parlementoya Sûriyê wê fermiyetê nede hikumeta veguhêz li ser asta navdewletî.”
Di dema heyî de hikumeta veguhêz beriya ku serokê wê biçe Amerîkayê dixwaze bi pêkanîna hilbijartinên parlementoya Sûriyê rewatiyê bi dest bixe û nîşan bide ku bi awayekî asayî Sûriyê bi rê ve dibe. Weke tê zanî partî, saziyên demokratîk, qanûn û kampayaya hilbijartinan li Sûriyê bi taybet li deverên di bin desthilata hikumeta Sûriyê ya veguhêz de, tune ne. Tevî tunebûna derfetên pêkanîna hilbijartinan jî da ku Sûriyê were parçekirin, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê hatin dûrxistin ji hilbijartinan. Derbarê heman mijarê de berdevkê Partiya Niştîmanî ya Sûrî, Mihemed Derwîş ji rojnameya me re axivî.
‘Wê hilbijartinên yekalî hêviyên gelên Sûriyê têk bibe’
Derwîş da zanîn ku wê hikumeta veguhêz bi hilbijartinên yekalî hêviyên gelên Sûriyê têk bibe û wiha got: “Me weke Partiya Niştîmanî ya Sûrî daxuyaniyek derbarê hilbijartinên parlementoya Sûriyê da, em dîsa dibêjin ev hilbijartinên ku hikumeta veguhêz ferz kirin û wê bimeşîne, dubarekirineke ji hişmendiya rêjîma Baas e. Hikumeta veguhêz bi rengekî yekalî û li gorî xwe tevdigere û van hilbijartinan ji bo xwe bikar tine, herwiha destwerdanên di nêrîna gelên Sûriyê de dike. Di heman demê de ew hêviyên gelên Sûriyê ji bo azadî û demokrasiyê têk dibe, hem jî nahêle ku tevahiya gelên Sûriyê di avakirina siberoja xwe de xwedî biryar bin. Dûrxistina deverên weke Reqa, Hesekê û Siwêdayê ji van hilbijartinan bi hinceta bêewlehiyê tenê ji bo pêkanîna berjewendiyê siyasî yên hikumeta veguhêz e. Deverên wiha parçeyên mezin ji laşê Sûriyê ne, dê çawa rûbereke mezin ku dengê milyonê mirovan were paşguhkirin û çawa welatekî yekgirtî bê avakirin. Em bi rengekî eşkere dibêjin ku ev hilbijartinên parlementoya Sûriyê li gorî zangonên niştîmanî yên Sûriyê, kêm dimînin û bê nirx in. Piştî ewqas dem ji şoreşa ku gelên Sûriyê dan meşandin, êdî dema paşguhkirinê çû û nema vedigere. Çi hilbijartinên ku nebe deng û daxwazên gelên Sûriyê, ew hilbijartin kêm in û dûrî sinc û zangonên navdewletî ne.”
‘Eger hilbijartin dûrî daxwazên gelên Sûriyê bin wê neyên qebûlkirin’
Mihemed Derwîş diyar kir ku eger hilbijartin dûrî daxwazên gelên Sûriyê bin wê tu carî neyên qebûlkirin û wiha domand: “Di Sûriyê de jiyana siyasî û partî hatine qeydkirin, li aliyê din tunebûna diyaloga di navbera gelên Sûriyê de, hem jî dûrxistina gelên Sûriyê ji daxwazkirina mafê xwe û neqebûlkirina pirrengiya gel û netewan, binpêkirineke ji perensîbpên exlaqî û siyasî. Siyaseta neqebûlkirinê metirsiyê li cem me ava dike ku Sûriyê parçe bibe. Xewna ku me dixwest ji bo avakirina Sûriyeke demokart ne bi silogan û axaftinan e. Lê xewna me bû ku Sûriya li gorî wê soz û xwîna gelên Sûriyê were avakirin. Em Sûriyeke demokrat, pirreng li ser bingeha azadiya gelên wê dixwazin. Em Sûriyeke şikestî, bêhêz û li gorî berjewendiyên aliyên derve kar bike, were avakirin. Ji ber wê jî çi hilbijartinên ku bêyî vîn û daxwaza gelên Sûriyê bin, hem jî deverên bingehîn werin paşguhkirin, pêk werin, wê cihê nerazîbûnê bin. Deng û nerîna gelên Sûiriyê rasteqîntir e ji hemû dengên siyasî yên dûrî rastiya gelên Sûriyê.”
‘Pêwîstiya gelên Sûriyê bi hilbijartinên azad û hevpeymaneke civakî heye’
berdevkê Partiya Niştîmanî ya Sûrî, Mihemed Derwîş dest nîşan kir ku pêwîstiya gelên Sûriyê bi kongireke giştî ya niştîmanî û peymaneke civakî heye û wiha qedand: “Riya çareseriya pirsgirêkên gelên Sûriyê zelal e, divê kongreyeke niştîmanî ya piralî li ser asta Sûriyê were lidarxistin û tê de makezagon an jî hevpeymaneke civakî were derxistin, di heman demê de bi awayekî rasteqîn û azad hilbijartin çêbibin. Herwiha ev hilbijartin bibin neynika daxwazên gelên Sûriyê û nebin amûrek di destê aliyekî tenê de. Em bi tu awayan hilbjartinên ku tê de deverên bingehîn hatine paşguhkirin qebûl nakin. Rêkûpêkî û statûya hikumetan girêdayî ye bi vîn û nûnertiya gelên wê ve ye. Lê em dibînin tevahiya pêkhateyên Sûriyê ji hilbijartinên parlemento hatine paşguhkirin, ev dûrxistin jî wê fermiyetê nede hilbijartinê parlementoyê li ser asta navdewletî.”





