Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya Rêber Apo daxwaza tevahî gelên herêmê ye’

21/09/2025
in NÛÇE
A A
‘Azadiya Rêber Apo daxwaza tevahî gelên herêmê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Serokê eşîreya Al-Ikêdat a Erebî Ebdelmunim Elxatir diyar kir ku kampaniya ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin’ têkiliya kûr a di navbera Rêber Apo û gelên herêmê de nîşan dide û wiha got: “Vê kampaniyê ji cîhanê re da xuyakirin ku daxwaza azadiyê Rêber Apo ne daxwazeke partiyekê an gelekî ye, lê ew daxawaza tevahî gelên herêmê ye.”

Di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo hat eşkarekirin, ev bang li tevahî cîhanê deng veda û bandoreke mezin li ser tevahî pêkhateyan kir. Piştî vê bangê di 14`ê Gulana 2025`an kampaniya gerdûnî ya bi dûrişmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’ hate destpêkirin, li tevahî cîhanê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûneke mezin dewam dike.

Di derbarê kampaniya ‘Ez Dixwazim bi Rêber Apo re Hevdîtinê Bikim’ û tecrîda ku heya roja îro li ser Rêber Apo didome, Serokê eşîreya Al-Ikêdat a Erebî Ebdelmunim Elxatir ji Rojnameya me re axivî.

Ebdelmunim Elxatir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha domand: “Banga Rêber Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27`ê Sibatê de da eşkere kirin, ji bo tevahî gelan cihê hêvî û çareseriya pirsgirêkan e, di heman demê de ji bo ew gelê bindest û ji azadiyê bê parin , bû rêya ronahiyê. Herwiha ev bang gaveke wêrek û dîrokî bû ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li herêmê. Ev qonaxa nû jî ji bo çareseriya pirsgirêkên doza kurdî û çareseriya tevahî pirsgirêkên tevahî gelan wê bi rêbaza demokratîk û biratiyê pêk were. Lê mixabin ji bo qonaxa nû ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ heya roja îro tu dewlet gevên cidî ne avêtine, mînaka herî nêz azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî û girtiyên siyasî pêk nehatiye. Aştî bi aliyekî tenê wê nebe, pêwîst e ji hemû aliyan ve aştî pêk were û pêvajoyekî hevpare bê meşandin, ne tenê gotin be. Ev projeya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk’ pirojeyekî xelaskirina ji zilm, şer, kuştin, komkujî û inkarkirinê ye. Ji ber vê yekê divê her kes erka xwe bi cih bîne û xwedî li banga Rêber Apo derkeve, ji ber ku ew tenê rêya azadî, aştî û rûmetê ye.”

 ‘Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin’

Ebdelmunim Elxatir da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk dide meşandin rê li pêşiya jiyaneke bi aştî digre û wiha got: “Em bi tundî her cureyên îşkence û nêzîkatiyên nemirovanî ya li dijî girtiyan red û şermezar dikin, bi taybetî dema ku mijar bi kesayetekî girîng mîna Rêber Apo eleqedar be ku zêdetirî 26 sal di girtîgehê de derbas kiriye. Heya roja îro tecrîd li ser Rêber Apo didome û bêparkirina ji mafên wî yên bingehîn, di serî de mafê hêviyê, ev binpêkirineke eşkere ku dewletên navneteweyî û mafên mirovan bi erekên xwe yên mirovî û exlaqî ranabin.”

‘Azadiya Rêber Apo daxwaza tevahî gelên herêmê ye’

Elxatir di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî zinam: “Kampaniya ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ hişmendî û îradeya gelan nîşan dide. Ev Kampanyaya têkiliya kûr a di navbera Rêber Apo û gelên herêmê de nîşan dide û piştrast dike ku daxwaza azadiyê ne daxwazeke partiyekê yan gelekî ye, lê daxwaza tevahî gelên herêmê ye. Zexta gel li ser asta navneteweyî yek ji girîngtirîn amûrên guhertinê ye, herwiha çiqas ku ev kampaniya berfireh bibe, ewqasî derfetên bandorkirina li ser helwestên navneteweyî yên li ser doza Rêber Apo zêde dibin. Bêguman projeya Neteweya Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşniyarkirin, ne projeyeke neteweyî ango yekalî ye, lê belê banga jiyana bi hev re ya gelan e ku li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. Ev raman di nav civaka Ereb a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de deng veda, tê zanîn ku di destpêka şoreşa Rojava heya roja îro, Ereb, Kurd û Suriyan her mil bi mil bûn ku beşdarî avakirina Rêveberiya Xweser bûn. Vê projeyê di avahiya civakê de guhertinên radîkal bi xwe re anî, bi taybetî di xurtkirina rola jinan, pêşxistina ruhê beşdarbûnê û naskirina cihêrengiya çandî û olî de. Ev sîstem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne hatibû rûşkandin, lê piştî avakirin projeya Netewa Demokratîk û Rêverberiya Xweser ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye derxistin, ev piroje roj bi roj li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurtir û aktîvtir dibe.”

‘Divê em hemû vê berpirsyariya dîrokî bigrin ser milê xwe’

Ebdelmunim Elxatir di dawiya axaftina xwe de got: “Di encamê de, em dibêjin ku aştiya rastîn ne bi zordarî û şîdetê tê avakirin, lê belê bi diyalog û naskirina mafên hevpar tê avakirin. Rêber Abdullah Ocalan projeyek pêşniyar kir ku ji bo hemû gelên herêmê bibe çareseriyeke mayînde û adil. Ji ber vê yekê azadiya wî ya fîzîkî ne pirsgirêkeke şexsî ye, lê meseleya gelên ku ji bo edalet, rûmet û jiyana bi hev re têdikoşin e. Divê em hemû li bi vê berpirsyariya dîrokî rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.