Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû

17/09/2025
in NÛÇE
A A
7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû, Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed anî ziman ku ev festîval ji yên beriya xwe cudatir bû hemû koman li gorî taybetmendî û folklora xwe govend bi rengekî estetîk pêşkêş kirin.

7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer bi dirûşmeya “Her govendek çîrokek e, her çîrokek dîrokek e” ku ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Hîlala Zêrîn ve hate orgenîzekirin. Festîval bi her sê rojên xwe ve li Parka Azadî hate lidarxistin. Di vê festîvalê de 24 kom li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn. Herwiha bi sedan şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatibûn, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hwd…amade bûn.

Roja yekem

Roja yekem piştî xuleka rêzgirtinê ji aliyê Komîteya Amadakar Zana Honer, Sumeya Mihemed ve axaftina destpêkê hate kirin. Di heman demê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl jî axivî. Piştre Koma YPJ’ê, Koma Ş.Serhed yê Kevneşopî ya Heleb, Koma Palmîra, Koma Milî ya Govendê ya Dihokê, Koma Yarsosa ya Suryanî, Koma Ş.Sînan ya Kobanê, Koma Hekarî ya Aşûrî û Koma dayikan Ş. Reyhan ya xweser a Amûdê govendên cuda û balkêş pêşkêş kirin.

Roja Duyem

Di bernameya roja duyem de Koma Kevnşopî ya Dêrik, Koma Xelat a Qamişlo, Koma Rubûh El-Cezîra ya Til Temir, Koma Ronak a Amûdê, Koma Artasax ya Ermenî ya Hesekê, Koma Stiyên Xweristî ya Pargîn, Koma Şehîd Çekdar Rimêlan, Koma Şehîd Rêwan a Tirbespiyê, Koma Gulan Zelal a Rimêlan û Koma Şehîd Mizgîn a Amûdê govend bi rêbaz û rengê cuda pêşkêş kirin. Di festîvalê de ji Rojhilatê Kurdistanê koma govendê ya ku hewl da beşdarî festîvalê bibe û nebû, peyam şand. Di peyamê de festîval li gelê herêmê hate pîrozkirin û kesên ku beşdar bûne silav kirin. Di peyamê de hate destnîşankirin ku ew vê salê nikarîbûn tevlî bibin, lê daxwazên wan ên tevlîbûnê ji bo salên bê yên festîvalê hene.

Roja sêyem û dawî

Roja sêyemîn ji mehrîcanê bi van govandan hate xemilandin; koma Şehîd Qereçox ya Herêma Koçera, Koma Cirniye ya Tebqa, Koma Şehîd Tolhildan ya Hesekê, Koma Hunerên Gelêrî ya Reqa, Koma Şehîd Welat ya Qamişlo, Koma Şehîd Mizgîn a Amûdê Koma Vegera Efrînê ya Efrînê, Koma Yarsosa ya Suryanî û Koma Millî ya Dihokê govendên xwe pêşkêş kirin. Hêjayî gotinê ye ku herî dawî sipasname li hemû komên ku beşdarî festîvalê bûne, ji hêla Komîteya Amadekar a Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer ve hatin belavkirin.

Derbarê lidarxistin û bidawîbûna 7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Wekî tê dîtin îro me Festîvala Şehîd Ronahî Bawer ya Govendên Gelêrî bi beşdarbûna 24 komên cuda li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir. Ev demeke dirêj bû ku me amadekeriyên xwe dikirin û me dixwest ku li seranserî Sûrî û tevahiya Kurdistanê komên gevendê beşdar bibin, lê mixabin derfet çênebû. Bi rastî jî ev festîval ji yên beriya xwe cudatir bû, ji ber ku bi dirêjahiya van sê rojan hemû koman bi rengekî estetîk çanda xwe di tabloyên govendê de pêşkêş kirin. Di heman demê de coşeke mezin li cem civakê ava bû. Em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke çawa de derbas bibe jî wê her û her çalakiyên ji bo parastina folklore û çanda gelên me, bên lidarxistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.