Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Cizîrê mîtîngek li kêleka Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo ji bo daxwaza mafê gel a parastina vîn û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û banga Sûriyeke demokratîk, lidar xist.
Ji bo daxwaza gel a parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Cizîrê mîtîngek li kêleka Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna şêniyên bajarên Amûdê, Til Hemîs, Qamişlo û Tirbespiyê, di bin dirûşmeya “Em ê Têkoşîna Xwe Bilind Bikin, Rêber Apo Fîzîkî Azad bikin” hat lidarxistin.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin.

Piştre li ser navê endamê Konseya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ev çalakî pir watedar e û wiha got: “Gelê me li hemberî hemû astengiyan ji bo helwestên xwe gavê bi paş de navêje, ji bo wê ew hêjayî azadiyê ne. Pir kes dibêjin çima hûn azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin, bersiva wê ew ku em li azadî û hebûn xwe digerin, Rêber Apo jî pêşengtiya vê riyê dike. Niha helwestên dewleta Tirk tên zanîn ku wê xwe li ser bingehê tunekirina gelê Kurd ava kiriye, li hemberî wê ev 53 sal in bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîn tê meşandin, da ku ev zagon bê guhertin. Lewam îro heger em bixwazin vê xweseriyê û destkeftiyan biparêzin, wê demê girîng e Şam vê qebûl bike, lê Şam nikare tu gavê bavêje heya Enqerê qebûl neke. Enqera mudaxeleyî her derê dike, lê yê ku bihêle helwesta Tirkan bê guhertin û wan bîne xeta azadiyê Rêber Apo ye.”

Li ser navê Kongra Star Gulîstan Gulo da zanîn ku di dirêjahiya 14 salên şoreşê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn û berxwedaneke mezin dan meşandin û wiha anî ziman: “Di şert û mercên jiyana zehmet de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan kirin û di oxira wê de bi hezaran şehîd û birîndar dan, da ku nasnameya me bê parastin, gel azad bibe û nasnameya jina azad bê qebûlkirin. Lê ne ji bo careke din hêzên navnetewî û hêzên din îrade û têkoşîna gel û jinan nedîtî bibînin, bi taybet dewleta Tirk, îro jî hikumeta veguhêz. Banga Rêber Apo ji bo aştî û civaka demoratîk zelal bû ku got werin em bi hev dû re bi biratî û dostanî jiyan bikin, lê heya niha dewleta Tirk û hevkarên wê tu gavên cidî navêtin e. Beriya niha Rêber Apo di hevdîtineke xwe de gotiye: “Şoreşa Rojava xeta min a sor e”em jî vê yekê dibêjin û em ê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên jinan biparêzin.”

Bi navê êl û êşîrên Ereb Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman axivî û wiha got: “Ji bo tevahî êl û êşîrên Ereban ji aliyê Rêber Apo nameyek hat û vê nameyê dengvedaneke mezin çêkir, ez bi nave Êla Tey a Sûrî û bi navê tevahî pêkhateyên herêmê vê nameyê biserbilindî pêşwazî dikim, ev name nameyeke mirovî û civakî ye, ne nameyeke siyasî ye. Em wekî êlên herêmê alîgirên aştî û mirovahiyê ne, ne alîgirê şer û xwînê ne. Me weke êlan cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de girt û ev proje hilbijart, em ê heta dawiyê li pişt vê projeyê bin.”









