Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ’ê revandin û kuştina jinan rewa dibîne

17/09/2025
in JIN
A A
HTŞ’ê revandin û kuştina jinan rewa dibîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

HTŞ’ê li Sûriyê kiryarên dijmrovî li dijî jinan pêk tîne û jin rastê her cûre binpêkirinan tên. Herê dawiyê jî du jinên Kurd li ser rêya Dêrhafir û Helebê ji aliyê HTŞ’ê ve hatin revandin.

Hikumeta veguhêz a Şamê rojane komkujiyan li dijî jinan pêk tîne

Rêjîma Baas a ku nêzî 60 salî li ser desthildariyê ma, di 8’ê Kanûna 2024’an de hate hilweşandin. Piştre hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hevkariya hêzên navdeweletî hate ser desthildariyê. Di heman demê de, hêvî û xeyalên gelên Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke wekehev, pirreng û demokratîk were avakirin. Lê berûvajî vê yekê ew hêvî û xeyalên tevahiya gelên Sûriyê hatin şikandin. Ji ber ku ev hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hişmendiyeke tundirew anjî bi hişmediya DAIŞ’ê deshildariya xwe  birêve dibe. HTŞ’ê rojane  komkujî, kiryarên dijî mirovî li dijî gelê Sûriyê û bi taybetî li dijî jinan pêk tîne.

Li Sûriyê di dema sîstema Baas de tu hesab ji mêr nedihat xwestin niha jî bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê re tûndî, revandin û kuştina jinê hîn zêdetir bûye. Rê û rêbazên bi jinê re têne bikar anîn wê bighîjin asta rêbazên DAIŞ`ê. Di encama van rêbazan de em dibînin ku jin têne revandin, tecawiz, kuştin û îhaneta li wan tê kirin.

Jinên Sûriyê rastî her cûreyên binpêkirinan tên

Jinên li Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve rastî her cûreyê binpêkirinan tên. Herwiha hikumeta veguhêz a Şamê bi rengekî vekirî  vîna jinan nasnake, ji aliyê vê hikumeta ve li Sûriyê jin tên revandin, tecawizkirin û kuştin. Hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hişmediya DAIŞ’ê komkujî û kiryarên dijî mirovî li dijî jinan pêk tîne û rojne jinan direvîne. Di heman demê de, ev hikumet bi tu awayî mafê jinan napejrîne û gelek hewldanên xwe dike ku vê hişmediya xwe ya tundirew li ser gelê Sûriyê û bi taybet jinan ferz bike. Ev hikumet weke hişmediya DAIŞ’ê kuştin, tecwazkirin û revandina jinan rawe dibîne. Di 8’ Adarê de jî hat dîtin ku gelek komkujî li dijî jinên Elewî pêkanîn û piştî wê dîsa li dijî jinên durzî jî kiryarên dijmirovî li dijî jinan pêkanîn. Herwiha hejimareke mezin ji jinên Elewî û durzî hetin kuştin, di dema niha de jî bi heman hişmendiyê dixwazin li ser gelê kurd pêk bînin.

Sedema ketina rêjîma Baas neguhertina hişmendiyê bû. Niha jî hikumeta veguhêz a Sûriyê ji dêlva ku di nav Sûriyê de kar û xebatên parastina gelan bide meşandin. Berojavî vê yekê êrişî gelên Sûriyê dike. Di heman demê de jinan tune dihesibîne, herwiha ev hikumet mafê hemû pêkhateyan û bi taybet mafê jinan di destûra Sûriyê ya nû de paşguh dike. Hikumeta veguhêz a Sûriyê tenê di destûrê de yek alî û yek rengî dide pêş. di welatekî ku jin nikaribe bi maf, nasname, azad û vîna xwe bijî, em nikarin behsa mafê pêkhateyan yê jiyankirina bi ziman, çand û nasnameya wan jî bikin. Ji bo vê yekê, hikumeta ku maf û vîna jinan nasneke, bi tu awayî Jin wê hikumet napejrînin.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Şamê de zêdeyî 630’î jin hatin kuştin û 402 jin jî winda ne ku heya niha çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji Adara 2025’an û vir ve li Lazkiye, Tartûs, Hama, Hûms, Şam û Helebê 80 jin û zarokên keç ên Elewî hatin revandin û dîmenên wan hatin weşandin. Pispor van bûyeran weke parçeyek ji tundiya berfireh a li Sûriyê ya li hemberî jin dibînin.

Di 14’ê Îlonê de ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve li ser riya Heleb û Dêr Hafirê du jinên ciwan yên kurd hatin revandin. Ji wê demê heta niha agahî li ser her du jinan qut bûne, ev karyarên dijmirovî li pêşiya çavên cîhanê tên kirin, bê ku hêzên navnetewî, mafên mirovan û rêxistinên jinan yên navdewletî li ser van kiryaran bisekine. Niha li Sûriyê jin ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve rastî kuştin, revandin, tecewizî û hwd.. tê. Ji ber vê yekê pêwîst e mafê mirovan û rêxistinên jinan yên navdewletî bi erkê xwe yên mirovî rabin. Di heman demê de, pêwîst e rê li ber sûcên dijmirovî yên ku li dijî jinan tên meşandin werin girtin.

Ji bo ku rê li ber van kiryarên dijî mirovî werê girtin, pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê hişmendiya xwe ya tundirew a mîna hişmendiya DAIŞ’ê biguherîn e. Êdî bes sûcên dijmirovî li dijî jinan û gelê Sûriyê pêk bîne, ji ber ku ev kiryarên dijî mirovî yên hikumeta veguhez a Sûriyê wê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibin. Di heman demê de, pêwîst e jinên Sûriyê bi tevahî rêxistinbûna xwe xurt bikin, da ku karibin li hemberî hişmendiya tundirew a hikumeta veguhêz a Sûriyê bi sekinin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.