Idrîs HENAN
Ji Gulana derbasbûyî û vir de hêzên rejîmê bi destika ezmanî ya balefirên Rûsyayê êrişî gundewarên parêzgeha Idlib û Hemayê dikin. Di encamê de tevahî gundewarên bakurê Hemayê û beşek stratejîk ji gundewarên başûrê Idlibê ket bin kontrola hêzên rejîmê. Li gorî çavdêran û daxuyaniyên kom û endamên girûpên çete yên li wan herêman; ger ne ji hêza asîmanî ya Rûsyayê bûya wê hêzên rejîmê bostek ax jî negirtibana. Ger ne ji desteka milîs, hêzên Îranê û qiwatên Rûs bûya, wê hêzên rejîmê tu der kontrol nekirina. Dêmekî pirsgirêk di hêza hewayî ya Rûsyayê, desteka Îranê û komên wê de ye?!. Ew wisan şîrove dikin! Lê çavdêriya li ser erdê berovajî wê gotinê ye. Rastî dibêje; hêza ku îradeya xwe radest kiribe, nikare bibe xwedî qezenc. Eger lê were û hinek destkeftiyan jî bi dest bixe, wê mayînde nebin. Ji ber ku bê vîn e. Ji lew re piştî ku destkeftiyên xwe ji dest dide, çi bêje jî gotinên vala ku dilê xwe pê dirazîne. Dixwaze derdorê jî bi hinek kiryarên ku bêvînbûna xwe binixumîne, mijûl bike.
Tişta ku îro li Idlib û Hemayê rû dide, dîroka mudexeleya nava aloziya Sûriyê de baş vedibêje. Hemû aliyên ku destwerdana axa vî welatî kirine xwedî berjewendiyên cuda ne. Lê mixabin hemû jî di bin siloganên desteka gelê Sûriyê de ne. Aliyê sereke ku xwe weke xilasker da nasîn, faşîzma Tirk bû. Serokê wê ku beriya demekê ji serokê Sûriyê Beşar re digot ‘birayê min’, bi teqîna aloziyê re niyetên xwe eşkere kirin û got ew ê di demek nêz li mizgefta Imewî ya Şamê de lêmij bike. Her çendî xwe weke berketiyê gelê Sûriyê nîşan dida, lê zilam projeyên xwe yên neo-osmanî jî venedişartin. Ji lew re berê xwe da marjînalkirina tevgera gelêrî û li gorî projeya xwe kom û girûpên çekdar li Sûriyê ava kirin. Deriyên xwe yên çewsîner ji penaberên Sûriyê re vekirin. Di heman demê de balefirgeh û sînorên xwe jî li pêşiya hemû terorîstên cîhanê vekirin. Li ser navê Sûriyên hatine xapandin jî bi milyaran pereyên YE kişandin. Bi hezaran mirovên Sûrî di deryayan de fetisandin. Bi destê van koman jî aboriya welêt kavil kir. Ne fabrîke û ne kargeh, hemû jî dizîn û li Tirkiyê bi cih kirin. Yanê bi alavên Sûriyê, sûriyên ku revîne dan şixulandin û keda wan di oxira xirakirina welatê wan de çewisand. Dema ku alavên wî derb xwarin jî, heman berê xwe da dijminên gelê Sûriyê û bi Rûsya, rejîm û Îranê re di bin navê çareseriyê de li hev kir. Di salên 2016’an de, dema ku behsa şerê li dijî terorê dikir û Bab û Cerablus dagir dikir, parêzgeha mezin û navenda aborî Heleb radest Rûsya û Îranê dikir. Li beramberî dagirkirina Efrînê jî Gota rojhilat radest kir. Beriya wê jî landika tevgera gelê Sûriyê Deraa radest kiribû. Hemû endamên girûpên çekdar li wan deran nola sewqiyata sewalan ajotin Idlibê û bi malbatî li wir bi cih kirin. Li Idlibê jî soz da Rûsya ku ew ê van çekdaran kedî bike û itîfaqa radestkirina herdu riyên bazirganiyê M4 û M5 pê re îmze kir. Berdêla van hemû lihevkirinan jî, radestkirina axa Sûriyê û teslîmgirtina girûpên çete ye. Ji bo tekezkirina îxaneta bi gelê Sûriyê re, dawiya dawî de herdu gundewarên Hema û Idlibê radest kirin û di ser de jî kovikek ‘dondurma’ bi Pûtîn re xwar.






