Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gundê Eyn Dîwer …Kaniya Dêwa

17/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Gundê Eyn Dîwer …Kaniya Dêwa
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Gundê Eyn Dîwerê yek ji gundên kevnar yên Rojavayê Kurdistanê ye û xwedî cihekî pir girîng e, ew dikeve navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de. Ev gund bi kaniyên xwe û pira Bafidê navdar e.

Taybetmendiyên gundê Eyn Dîwerê  

Eyn Dîwer yek ji gundên kevnar yên Rojavayê Kurdistanê ye, dikeve navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de. Ev gund bi ava û ganiyên xwe tê nasîn, tê de 12 kanî hene. Di heman demê de kevintirîn pir jî têde heye ku beriya sedê salan hatiye avakirin, navê Pira Bafid lê tê kirin.

Navê wê bi kurdî Kaniya Dêwa ye, lê bi zimanî erebî jê re dibêjin Eyn Dîwer. Destpêkê ev gund nêzî 30 malî têde hebû, lê bi demê re de bû paytexta herêma Cizîrê. Dema Ferensî derbasî herêmê bûn navenda xwe ya leşker li gundê Eyn Dîwerê ava kirin. Dema di gund de bicih bûn gund pêş xistin û şaredarî têde ava kirin, di heman demê de navendeke tenduristiyê, şanogeh, nivîsgeh û dibistan jî ava kirin. Ji ber ku cihekî istratîjîk bû Feransiyan gelek guhdan dida yê. Gundê Eyn Dîwerê ava bû hîn bajarê Dêrikê ava ne bibû. Lê ji ber sedema nakokî û ne aramiya di nav bera Ferensa û dewleta Tirk de hebû êdî Feransiyan berê xwe dan bajarê Dêrikê û di sala 1929’an de Qijle ava kirin û guh dan bajarê Dêrikê û pêş xistin û Eyn Dîwer paş guh kirin.

Sala 1930’î dema navenda tenduristiyê ma vala bijîşkê bi navê Nafiz Zaza birayê Nûredîn Zaza ji Şamê hat û ew navend bi rêve bir û guhert, ev navend  xist nexweşxane û Rêveberê Şaredariyê Ebdulkerîm Mele Sadiq bû van her du kesan gund pêşxist û bû bajar hijmara kesên ku lê dijiyan gihişt 10 hezarî, bêtirî xwe xiristiyaniyan cihê xwe têde digirtin dema Feransî çûn wan jî jê barkirin. Lê dema niha de nêzî hezar û 500 kes di gund de dijîn.

 Eyn Dîwer gundekî istratîjîk e

Eşîrên ku cihê xwe di gund de digrin Harûna, Şikaka, Torî, Batûyî, Hesina û Elîka. Nêzî 7 gundan girêdayî gundê Eyn Dîwerê ne, hemû xirabûne Eyn Dîwer tenê maye, ji ber ku berî 500 salî cihê Eyn Dîwerê li jêr bû û ev gund jî li derdora wê bûn ji ber pêlên avê xurt bûn ew gund hemû xirabûn, êdî Eyn Dîwer hat jor û heya niha li cihê xwe ye. Di heman demê de 12 kanî jî li gund hene wek kaniya Dêwa, Şikeftê, kole, Xeyda, Kezîkur, Rûlik, Beraz, Kîso, Emerê Sexî, korik, girkê Mişka û kewa. Ji ber ku ev gund bi av û kaniyên xwe zengîne bû, gundiyan hemû cûreyên çandiniyê dikirin. Her wiha di dema berê de gundiyan zeviyên meletê Cizîra Botan diçandin û dawiya demsala çandiniyê dihatin para xwe ji gundê Eyn Dîwerê dibirin. Lê di van salên dawî de sedema nakokiyan di navber gelê kurd û dewleta Tirk de, êdî dewleta Tirk ava Dicle digre û hemû kaniyên di gund de çikane, niha jî gundî rastî pirsgirêka nebûna avê di malên wan de, dijîn. Ji ber ku ev gundekî çîwaze bi hestên xwe yên netewî û tevgera xwe ya siyasî dagirkeriya Tirk dijminatiya vî gundî dike û her dem bi topan êrişî gund dike û ne aramiyê di nav gundiyan de belav dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.