Rohat Bulut
Di roja me ya îro de, civak bi gelek pirsgirêkên wekî aborî, civakî û çandî re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî herêm û welatên ku şer û alozî lê hebe ev şert û mercên jiyanî gelekî dijwar dibe. Ev şert û mercên dijwar dikarin kalîteya jiyana kesan û civakan kêm bikin û di heman demê de zirarê bidin hêviyên ji bo pêşerojê. Lêbelê, dîrokê nîşanî me daye ku hevgirtina civakî û hêza çalakiya kolektîf di nav rewşên dijwar de di nav rêbazên herî bihêz de ne ji bo ji nû ve avakirina pêşerojê. Bi taybetî jî ev çanda hevgirtinê ya civakî li Rojhilata Navîn pir xurt e. Di roja me ya îro de jî ya ku herî zêde pêdivî pê heye ev.
Di serî de ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya pêşkeftina civakî, girîng e nasname, ziman û çand were parastin. Ziman û çand hêmanên bingehîn ên bîr û hebûna civakê ne. Windabûna wan ne tenê tê wateya qutkirina têkiliyên bi rabirdûyê re, lê di heman demê de tê wateya tune kirina pêşerojê jî. Ji ber vê yekê, parastina nirxên çandî û civakî ji bo pêşerojeke azad pîvane sereke ye. Di roja me ya îro de heke pergal, hêzên serdest û rejîmên faşîzan ku dikarin şeran pêş bixe û neliheviyê di navebara gelan de biafirîne, sedema wê ji windakirina çandî ya bi hevre jiyanê digire. Gelên kurd, ereb, tirkmen, suryan, asûr, ermen, cihû, mesîhî bi hezaran salan e ku kerîne bi hev re bijîn. Lê rejîm û desthilatên heyî her tim xwestiye vê çanê tune bike û zimanê çareseriyê ji holê rabike ku li holê civakbûnê nehêl e.
Têkoşîna azadiyê bêguman gelekî pîroz e. Azadî ne tenê mafekî takekesî ye; ew di heman demê de mafê hemû beşên civakê ye ku xwe îfade bikin, mafên xwe biparêzin û di şert û mercên dadperwer de bijîn. Pêşerojeke azad tenê di rewşeke ku her kes xwediyê mafên wekhev be û li gorî nasname yan jî çanda xwe ku rastî cudakariyê neye pêkane. Ji bo gihîştina vê armancê, divê beşdariya civakî were zêdekirin, divê derfetên perwerdehiyê bi awayekî wekhev werin belavkirin û divê pergalên dadweriyê werin xurtkirin. Îro ya ji bo tevahiya Sûriyeyê û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst ev e.
Ji bo wê jî lazime zêdetir diyalog hebin, danûstendin xurtbin. Civak, gel û nûner û pêşengên gelen dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yanî, afirandina hawîrdorên diyalog û lihevhatinê ji bo dîtina çareseriyên mayînde ji bo pirsgirêkên civakî girîng e. Afirandina erdnîgariyek ku komên etnîkî, çandî û civakî yên cûda dikarin bi aştiyane bi hev re bijîn, tenê bi rêzgirtin û têgihîştina hevbeş pêkan e. Di vê pêvajoyê de, saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivîl û kes divê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û pêşî li polîtîkayên cudakarî û marjînalîzekirinê bigirin.
Li hemberî şert û mercên dijwar, divê civak bi giyanekî hevgirtinê tevbigerin, ziman û çandên xwe biparêzin û ji bo pêşketinên civakî rêbazek çareseriyê bipejirînin. Avakirina paşerojek azad û dadperwer pir girîng e. Afirandina hawîrdorek aştiyane û geşbûyî ku mirov bikaribin bi hev re bijîn ji bo siberoja mirov û civakê girîng e.






