Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yek ji taxên kevnar yên Qamişlo: Enteriyê

17/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Yek ji taxên kevnar yên Qamişlo: Enteriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hevî Keleş/Qamişio

Taxa Enteriyê yek ji taxên kevnar yên bajarê Qamişlo ye û dikeve rojavayî bajêr, ew taxeke gelerî ye û bi civakbûyîna niştecihên xwe tê nasîn.

Yek ji kevintirîn taxên bajarê Qamişlo Taxa Enteriyê ye, ev tax dikeve rojavayî bajêr û dîroka avabûna wê vedgere beriya avabûna Qamişlo.

Taxa Enteriyê ji hêla xaniyên xwe yên kevin û xelkên xwe yê berxwedêr û têkoşer, herwiha hezkirin xelkên wê ji hev re û alîkariya wan bi hev re te naskirin. Ev tax yek ji taxên gelêrî yên kevnar ên Kurdan e.

Navlêkirina Taxa Enteriyê

Li gorî ku tê gotin, di destpêka avabûna Enteriyê de, yek ji niştecihên wê ku navî wî Farisê Berazî bû, ew yekem kes bû ku jînatorê  elektirîkê bikar anî û lempên şewqê ji bo ronahiyê bikar tanî, ji ber wê xelkê jê re digotin ew gundê bi Enterîk  û bi demê re navê wê bû Enteriyê.

Tevahî kesên ku di destpêkê de di taxa Enteriyê de bicih bûne  ji eşîrên Mihacira, Berazî, Erebiya, Mihelmî û Çêlikî ne, wê demê ew ji gundên li derdora Qamişlo hatine û li Enteriyê bicih bûne. Di taxa Enteriyê de tê texmînkirin ku derdora destpêkê derdora 200 malî hebûn. Lê niha jimara niştecihên taxê pi zêde bûye û li taxê 12 komîn hatine ava kirin. Enteriyê taxeke ku xelkên wê bi awayekî komînal bi hev re jiyan dikin ku hevkarî di navbera wan de heye ji dema ku tax hate avakirin û heta niha ji nifşekî ber bi nifşekî ev urf û adet bi wan re dimîne û li ser mezin dibin.

Xelkên Taxa Enteriyê bi qehremanî û berxwedaniya xwe tên naskirin

Gelek urf û adetên ku kurd bi wan tên naskirin li vê taxê belav bûne, wek hevkarî û hezkirina ji hev re. Piraniya şêniyên taxê yên resen kedkar û cotkarin, wan ji bo debara jiyanan xwe kar dikirin. Ji taybetmendiya vê taxê qehremanî û berxwedaniya xelkên wê taxê ye, gelek xort û keçên ji vê taxê tevlî Tevgera Azadiyê bûne, herwiha bi sedan ciwanên taxê ji bo parastina xaka xwe û hesreta azadî û jiyaneke bi rûmet tevlî YPG, YPJ û QSD’ê bûne, bi dehan şehîd ji vê taxê hene. Yek ji wan Şehîdan ku yekem Şehîdê taxê ye Şehîd Reşo Silêman e ku sala 1989”an de li çiyayên azad di nava Tevgera Azadiyê de şehîd bûye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.