Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Sozdar Biro diyar kir ku ew hewledanên pir mezin dikin ji bo peydakirina bêdiviyên cotkaran û wiha: “Di sala nû a çandiniyê de wê mazot li ser 6-7 caran li cotkaran were belavkirin û em ê çandiniya avî aktîv bikin.”
Çandinî ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e, çandinî ji bo peydakirina pêdiviyan, xwedî roleke sereke û pir girîng e. Weke her civakek ku aboriya xwe bi çandiniyê ava dike, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piraniya gel bi çandiniyê mijûl dibin. Berhemên sereke ku di vê herêmê de tên çandin genim, ceh û nîsk e. Herwiha rêjeyek kizbera, nok, kemûn û reşreşkê jî tê çandin. Lê îsal ji ber barana kêm tevahî cureyên çandiniyê zerareke mezin dît û saleke hişk û bê berhem bû.
Derbarê rewşa çandiniyê ya li Herêma Cizîrê, Hevserokê Komîta Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Sozdar Biro ji Rojnameya me re axivî.

‘Cizîr bi ax û ava xwe dewlemend e’
Sozda Biro di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Kantona Cizîrê û tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çandiniya xwe tê nasîn, di heman demê de bi ax û ava xwe dewlemend e, em jî hewl didin ku çandinî bi awayekî hîn xurtir li herêmê pêş bixin. Heta ku gelek cotkar hene, dev ji karê xwe berdane û nema bi karê çandiniyê re mijûl dibin, em niha hewl didin ku van cotkaran vegerînin karê wan da ku çandiniyê bikin. Di herêmê de çiqas hijmara cotkaran zêde be, ewqas ji bo pêşxistina çandiniyê baş e. Sedema ku çotkar dûrî karê xwe yê çandiniyê ketin ew e ku pêdiviyên çandiniyê ne dihatin peydakirin, mîna semad, derman, mazot û tov, ev dibû astengî li pêşiya cotkaran. Heya astekê me karîbû pêdiviyên çandiniyê ji bo cotkaran bidin peydakirin.”
piroje
Sozdar balişand ser pirojeyên enerjiya rojê û wiha got: “Di nav pirojeyê me yê îsal de, em hewl didin ku cotkar bigiştî bîrên erdan li ser enerjiya rojê bi kar bînin ku êdî mijarên mazotê ji hole were rakirin, di rastiyê de enerjiya rojê wê zêdetir bi cotkaran re bibe alîkar. Ji bo belavbûne mazotê jî di salên borî de li ser 3-4 caran mazot ji cotkaran re dihat belavkirin, lê îsal mazot wê nêzî 6-7 caran were belavkirin. Di zivistana derbasbûyî de ji ber nebarîna baranê zerareke mezin li çandinî û cotkaran hat kirin, di heman demê de gelek nexweşî di erdan de derketin. Bêguman her sal Desteya Çandinî û Avdaniyê bar digire ser milê xwe. Di dema heyî de di rêya bernameya ilktronîk cotkar dikare navê xwe qeyd bike û berhemên xwe bide. Herwiha pirojeyên demên pêş hene ku em tovên nû derbasî herêma xwe bikin, tenê li ser genim nemînin, ev yek salên berê me dixwest em pêk bînin, eger erda herêmê tenê genim were çandin, ev yek nexweşî jî ji erda çandiniyê re çêdike û berhemên çandiniyê jî wiha kêm dimîne, lê herêm di nava dorpêçekî de bû, ev jî dibû asteng li pêşiya me. Berhemên sereke ku di vê herêmê de tên çandin genim, ceh û nîsk e. Herwiha rêjeyek kizbera, nok, kemûn û reşreşkê jî tê çandin. Lê îsal ji ber barana kêm tevahî cureyên çandiniyê zerareke mezin dît û saleke hişk û bê berhem bû.”
Rewşa pembo
Biro da zanîn ku rewşa çandiniyê bi rewşa hewayê ve girêdayî ye û wiha domand: “Li giştî duniyayê rewşa hewayî bandora xwe li ser çandinyê dike, hem neyinî û hem jî erênî. Ji ber vê yekê îsal pembo di rewşekî pir zehmet re derbas bû, pileya gernmahiyê zêde bû. Ev germahî jî bandora xwe ya neyinî hebû, ji ber di dema ku pembo kulîlkan dide dihêle ku ew kulîlk helweşe, dema ku kulîlk çênabe zerarekî mezin li ser berhem tê çêkirin. Di aliyeke din jî erêniya germahiyê jê heye, ku nahêle nexweşî derkevin, kêzik, mêş û kurim di nava erdê de namînin. Ji bilî van jî îsal me nikarîbû ji cotkaran re tovê pembo bidin peydakirin, ev jî bû asteng li pêşiya cotkaran, ji ber vê yekê cotkar neçar dimîne ku ji derve tovan bigre, lê nayê diyarkirin ew tov baş e, nayê xuyakirin ku erd wê ew tov bide qebûlkirin ya na, ev dibe sedem ku gelek caran berhem ne bi sûd derkeve û bê encam be. Lê îsal em hewle didin ku hemû pêdiviyên cotkaran pêk bînin. Bêguman di vê salê de nêzî 7 hezar donim pembo hat çandin. Herwiha ji bo buhaye pembo jî heya niha nehatiya diyarkirin, em niha li ser buhaya pembo nîqaşê xwe dikin, lê di demeke nêz de wê were eşkerekirin.”
Sewalkarî
Soadar Biro di berdewamiya axaftina xwe de behsa zerare li sewalkariyê jî kir û wiha pê de çû: “Di nav van salên zuha û nebarîna baranê de, zerar ne tenê li ser çandinyê hat kirin, lê belê li ser sewalkariyê jî zerarekî mezin bi xwe re anî, gelek malbatên ku sewal xwedî dikirin, ji neçarî piraniya wan sewalên xwe firotin, ji ber ku êm kêm tê peydakirin û di heman demê de bi nirxekî buha tê firotin. Ji bo ku em nehêlin ev rewş dubara bibe ku rewşa çandinî û sewalkariyê zerarê nebîne me tedbîrên xwe baş girtiye ji bo sala nû a çandiniyê, di nava bernameyên me de yên îsal ku em çawa berhemên êm derbasî herêmê bikin û were çandin.”
‘Em ê baweriya xwe bidin erdên avî’
Hevserokê Komîta Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Sozdar Biro di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji pirojeyên çandiniyê pêwîst e planên istratîjî hebin, salên ku berhemên çandinîyê kêm be, tedbîrê wê hebe mênaka herî nêz ev sal bû ku berhemên çandiniyê kêm bû, lê me tedbîrê xwe girtibû, di deboyê me de miqdarekî baş ji genim hebû. Hazirtiyê me ji bo van rewşên wiha hebû. Lê di demên pêş de pêwîst e em baweriya xwe bi barîn baranê neyinin, ku hîn zêdetir baweriya xwe bidin erdên avî da ku berhem û rewşa çandiniyê bi awayekî serkeftî û bi sûd derkeve.”





