Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirsa şerê Îsraîlê

17/09/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Piştî êrişên Îsraîl yên li dijî Hamasê, şer ji nû de ket rojeva Tirkiyê. Rayedarên Îsraîl daxuyanî li ser hev didan û digotin; heger kî ji Hamasê re malovanî bike, wê hedefa me de bin û aqûbeta Yemen û Qatarê bijîn. Ev daxuyanî û gef herî zêde ji bo Tirkiyê hat nirxandin.

Agahiyên di mitfeqa AKP’ê de dihatin pêjandin, di kanalên televizyonên  AKP’ê de dihatin servîs kirin.

Dema behsa şerê Îsraîlê kirin, wan jî peznê mezinbûna Tirkiyê kirin. Dîsa darikek dabûn destê hin akademisyen, rojnamevan û generalên teqawitkirî, wan didan axaftin.

Ew generalên mezin, qet şerm nedikirin ku di şerê dijminatiya Kurdan de, bi serneketine, darbe xarine û ji heremê vekişandine û piştî demek jî ew teqawit kirine.

Derveyê ragihandina AKP’ê, hin kesên maqûl tevdigerin jî bal dikişandin ser vê senaryoya şerê ku nêz dibû. Van kesan bi giranî dixwazin Tirkiyê ji şerê Îsraîlê dûr bixin.

Lê ev şerê ku nêzik dibe Bahçelî salek berê dîtibû. Dema ku li parlementoya Tirkiyê bangî Rêber Apo dikir, di hemna demê de îtiraf kir ku şerê Îsraîl nêzik dibe.

Başe ku ev şerê ku hûn îhtîmal didin destpêbike, hûn ji Kurdan- ji Rêber Apo çi alîkarî dixwazin? We digot ku aştiyek mayinde were vê axê, demokrasi yê pêşbikeve.

We tiştek din dixwest. Şerê bi Kurdan re bi dawî bibe wê 2 eniyên şer dernekevin pêş Tirkiyê. Rêber Apo bang kir Kurdan şer da seknandin.

Lê dema ku di mitfeqa AKP’ê de siyaset dihat pêjandin malzeme-agahî-stratejiyên şaş dihatin tevlîhevkirin. Ji bo vê jî encam nedihatin girtin.

Li gorî van seneryoyên şaş, hin derew jî afirandibûn. Seneryoyên cûda belav dikirin. Digotin Îsraîl wê li Sûrî Kurdistanek avabike û wê ji vê heremê berbi welatê me êrîşan bidin destpêkirin.

Dema ku ev bi kesî nedan îknakirin, nedan bawerkirin, vegeriyan siyasetek cûda xistin rojeva xwe. Dixwaze li herêma rêveberiya xweser aloziyan çêbike. Dixwaze êl û eşîrên Ereb li dijî sîtemê li dijî QSDê sor bike.

Dixwaze ku Kurdên vê heremê werin qetil kirin. Hemû stratejiya xwe ya vê serdemê li ser vê yekê înşa kirine. Başe dema li ser daxwaza we HTŞ êrîşî Kurdan bike, hûnê bi Kurdên li Tirkiyê re çawa biratiya  hezar salan a we binav dikir, ji nû de avabikin?

Yeka dina, li vêderê ne bitenê Kurd di hedefê dane. Gelên wek Ereb, Sûryanî û Ermen jî têne tehdît kirin.

Kurd her dem bi Şamê re ji bo muzekere û diyalogê amadne. Hewldanên wan henin. Desteyên ku têne amadekirin, li ber deriyê Şamê têne vegerandin.

Rejima li Şamê jî vê yekê naxwaze. Lê îstixbarat û dîplomasiya Tirk a li Şamê bicîh bûye li ser Colanî hukim dike.

Di demek waha de di navbera hêzên koalisyonê rejima Şamê de jî pirsgirêk çêdibin. Ev hêz naxwazin li Sûrî kaos çêbibe. Derfet û îmkanên mezin dane iktidara Colanê ya demî. Ji bo Sûriyê hin sererastgirin çêbibin wext dane.

Di demek waha de gelo çima Tirkiye di kaosa Sûrî de israr dike. Dixwaze kos çêbibe û ew jî tehdîta sînorê xwe sedem nîşan bide û bikeve Sûriyê.

Sala 2015’an de dema bi DAÎŞ’ê kaos li Sûrî hebû, Tirkiye li benda encamp sekinî. Dema ku DAÎŞ hat berterafkirin, Tirkiye dest bi midexleya nav Sûrî kir. Hin herem dagir kir, çeteyên wek HTŞ ji bo rojek îro xwedî kir. Îroj ji HTŞ bedela xwedîderketina xwe dixwaze. HTŞ ji bo vê yekê di tengasiyê deye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.