Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sureya Mustefa diyar ku pêwîst e her kes Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixwîne da ku xwedî li siberoj û avakirina jiyaneke azad, aştî û demokratîk derkevin.
Ji bo pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pirtûka Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nivîsand û ji tevahî gelan re pêşkêş kir. Da ku riya çareseriya pirsgirêkan hesan bibe. Ji ber vê yekê niha li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê manefêstoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk tê xwendin, ji bo ku di avakirina civakek aştî û demokratîk mesoger bikin.
Derbarê girîngiya xwendina Manefêstoya Civaka Demokratîk a Rêber Apo, endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sureya Mustefa ji Rojnameya me re axivî.

Sureya Mustefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bi awayekî rojane manefêstoya Civaka Demokratîk dixwînin, li ser her xalekê wê nîqaş dikin û wiha got: “Me di destpêka miha 6`an de perwerdeya xwendina manefêstoya Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di destpêkê de rêveberiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk nêzî 13 rojan derbasî perwerdeyên girtî bûn, da ku manefêstoya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk bi awayekî baş û zelal were fêmkirin û bi encam be. Piştî wê giştî rêveber û endamên Partita Yekîtiya Demokratîk derbasî perwerda xwendina manefêstoyê bûn. Bê guman ev perwerde û xwendina manefêstoyê bi armanca ku em di fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kûr bikin û di nava jiyan û caivaka xwe de pêk bînin. Bi taybetî pêvajoya ku niha herêm tê re derbas dibe pêwîstî heye ku em vê pirtûkê bizanibin û li gorî paradîgmaya Rêber Apo gavan bavêjin. Em rojane vê pirtûkê dixwînin û li ser her xalekê nîqaş dikin. Rêber Apo di vê pirtûkê de behsa fesxkirina PKK ku derbasî qonaxa tekoşîna siyasî bû, dîroka Kurd û Kurdistanê, Modernîteya Kapîtalîst, azadiya jin û hwd…şîrove dike.”
‘Bi aktîvkirina komînan wê civakeke aştî û demokratîk mîsoger bibe’
Sureya Mustefa di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di Menîfestoya Rêber Apo de, tiştê herî zêde bala me kişand ku wî girîngî daye xebatên komînan û her ji bo pêşxistina wê bi îsrar e. Ji ber vê yekê niha hewldanên me yên herî zêde ku em xebatên komînan bi awayekî aktîvtir bidin pêş û pêwîst e her kes jî girîngî û giraniya wê bizanbe. Bêguman bi aktîvkirina komînan wê civakeke aştî û demokratîk mîsoger bibe.”
Sureya da zanîn ku Heya niha ew xwendina menîfêstoyê berdewame û bidawî nebûye, lê piştî ku bi dawî bibe ew ê di hemû saziyan de bikin piratîkê, di heman demê de ji bo danasîna komînan û meclisan bi awayekî rast û zelal ku hîn zêdetir rola komînan di nava civaka me de were pêşxistin, wê perwerde werin dayin û şîrovekirin.
‘Pêwîst e her kes xwedî li avakirina jiyaneke azad, aştî û demokratîk derkevin’
Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sureya Mustefa di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ew ê wekî ku Rêber Apo pêşniyar dike, pêk bînin û wiha pê de çû: “Menîfesto ji bo hemû gelan hatiye pêşkêşkirin, ji ber vê yekê pêwîst e her kes bixwîne û xwedî li siberoj û avakirina jiyaneke azad, aştî û demokratîk derkevin. Ji ber ku Rêber Apo behsa dîroka Kurdan dike ku çawa Kurd xwedî dîrokeke kevnar in û çawa li hemberî nasnameya Kurdî şerê bi hezaran salan hatiye meşandin, kiriye. Pêwîst e em jî wekî endam û rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk, girêdayî vê manîfestoyê, xwe di warê demokratîk, îdeolojîk, civakî, avakirin, rêvebirin û rêxistinkirinê de ji nû ve xwe birêxistin bikin û xwe ji nû ve saz bikin. Ev gav jî wê bi pêşengtiya jinan pêk were û em di wê baweriyê de ne ku jin wê bikaribe di avakirina civakek aştî û demokratîk de pêşengtî bike û mîsoger bike.”






