Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi şivên re digere û gur re dixwe!

17/09/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di roja 14’ê Îlonê de li paytexta Sûriyê Şamê civînek sosret pêk hat. Ev civîn gotina pêşiyan a dibêje “Bi gur re digere û bi şivên re dixwe” anî bîra min. Civîn di navbera Wezîrê Çandinî û Daristanan ê dewleta Tirk a dagirker Ibrehîm Yumalkî û Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Veghuêz a Sûriyê Emced Bedir de pêk hat. A hîn sosretiya mijarê zêde dike, civîna wan qaşo bi armanca “Peymana Hevkariya Çandiniyê” di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi rê ve çû.

Ji sernav gelek pirs derdikevin, dewleta Tirk a dagirker dê çi hevkariyê bi çandiniya Sûriyê û cotkarên wê re bike?. Mane dewleta Tirk ava Çemê Firat û Dicle girtine û bûye sedema daketina rêjeya wan?. Mane dewleta Tirk ava Çemên Xabûr, Çeqçeq, Efrîn, Zurgan, Çircib û bi dehan çem û rûbarên din ên ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve tên Sûriyê bi temamî qut kirine?. Ew çemên em behsa wan dikin, hemû jêdera sereke ya çandiniya li ser xaka Sûriyê bûn, bi milyonan donim zevî li ser wan dihatin avdan. Bi sedhezar malbat li ser wê jiyan dikirin. Niha jî bi temamî ziwa bûne.

Dewleta Tirk a ji destpêka aloziya Sûriyê ve destê xwe dirêjî kiriye, di hemû qadên jiyanê de bandoreke mezin li aboriya Sûriyê kiriye. Niha jî dixwaze gelê Sûriyê bi van civînan bixapîne. Dewleta Tirk derveyî berjewendiyên xwe dê tu sûdê li gelê Sûriyê neke. Berûvajî wê bi destwerdana xwe di hemû qadan de ziyan dike. Qutkirina ava stasyona Elok ji sala 2019’an de li gorî yasa û zagonên navdewletî sûcekî şere. Dewleta Tirk ew sûc jî kiriye û zêdeyî milyonek û nîv xelkên Hesekê û Til Temirê bê av hiştine. Dewleta Tirk avê di bendavên xwe de depo dike. Li gorî agahiyên ji Bendavên Firat û Tişrînê tên metirsî li ser herdû bendavan çêbûye.

Di rewşeke wiha de Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi wezîrê Dewleta Tirk re dicive û pêşxistina çandiniyê li Sûriyê pê re nîqaş dike. Li gorî agahiyên ji hundirê civînê hatin weşandin, Wezîrê Çandinî û Daristanan a Tirkiyê Ibrehîm Yumalkî ji hemû pirsên girêdayî girtina çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve direviya. Li şûna wê, behsa metirsiyên Tirkiyê yên ji Durziyan li Siwêda û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li rojhilatê Firatê, dikir. Gelo bi van fikaran dê dewleta Tirk çawa piştgiriya çandiniya li ser xaka Sûriyê bike?. Bi rastî dema mirov detayan tîne ber hev bi hêsanî diyar dibe, hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji bo dewleta Tirk razî bike, di hemû qadan de serî ditewîne. Bi vê civînê jî dixwazin raya giştî ya Sûriyê bixapînin. Dewleta Tirk wekî xelaskarê Sûriyê di hemû aliyan de nîşan bidin. Di rastiyê de jî dewleta Tirk di warê talan, wêranî û zirardayîna gelê Sûriyê de tu gav paş ve neavêtiye. Tevî wê jî hîn rayedarên hikûmeta veghêz jî di nav de beşek ji xelkên Sûriyê ji dewleta Tirk re li def û zirnê didin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.