Stêrk Mihemed/Qamişlo
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li hemberî polîtîkayên dewletê 3 sal li pey xwe hişt. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bingeha wê ji Kurdistanê derketiye, di têkoşîna azadiyê ya jinan de bûye dirûşmeyeke gerdûnî.
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê a li hemberî pergala baviksalar a sermayedar a Îranê dikeve sala xwe ya çaremîn. Serhildana Jin, Jiyan, Azadî 16’ê Îlona 2022’yan piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) ji aliyê ’Polîsên Exlaq’ ve, dest pê kir. Jîna Emînî 13’ê Îlonê dema diçû serdana xizmên xwe yên li bajarê Seqizê bi hinceta ku porê xwe nenixumandiye ji aliyê ’Polîsên Exlaq’ ve hat destgîrkirin û veguhezî navenda destgirtinnê ya li Tehranê hat kirin. Di dema destgirtinê de rastî îşkenceyeke tund tê û piştê 3 rojan ji ser hişê xwe diçe, piştre jiyana xwe ji dest dide.
Bi Jîna Emînî re dengê tepisandî, teqiya
Yekemîn car e di dîroka Îranî de bûyerek bi vî awayî deng vedide û sîstema Îranî dihejîne. Bûyera qetilkirina Jîna Emînî dibe ku ne yê yekemîn di Îranê de be, lê di Serdema 21’emîn de jinên azadîxwaz, serhildêr, yên ku di bin sîstema miliyetiyê de nefes nastînin; Êdî bi Jîna Emînî re teqiyan û qêrîna yekbûyîna xwe bêyî ku bêjin Kurd e yan Faris e raber kirin. derketina helwesta jinan di Îranê de, tirs xist hundir sîstem û zihniyeta dewleta Îranê. Bi vê yekê re piştî ku Jîna Şehîd ket û jinan serî rakir ku di dîroka Îranê de weke ‘Serhildana Jinan’ tê hesibandin, rêjîmê dest bi kiryarên xwe kir. Rêjîma Îranê jinên siyasetmedar, rewşenbîr, xwendekarên zanîngehan, rojnamevan û jinên serhildêr, girtin. Di zîndanên faşîzma Îranê de ev jin rastî hemûû cureyên tundiyê hatin, hinek ji wan jî biryarên darvekirinê lê hatin birîn, hinek ji wan heyanî niha jî di zîndanê de ne û nehatine dadgehkirin. Di qadên serhildanê de, jin bi fermi rastî kiryarên dijmirovî û lêdanê dihatin. Ev yek bû sedema dengvedana doza Jîna Emînî bibe sedema qêrîna jinên cîhanê.
Şehadeta Jîna Emînî ji karesateke takekesî zêdetir bûye sembola şiyarbûna civakî û siyasî. Li Îranê daxwazên jinan ên azadiyê û berxwedana li dijî dewletê ne tenê polîtîkayên rejîmê yên li ser jinan, hemû pêkhateyên otorîter hedef digirin. Ev pêvajo bûye sedema bangewaziyek niştimanî û navdewletî ji bo pirsiyarkirina siyasetên zordar ên rejîmê û berdewamiya hêza berxwedanê nîşan dide.
Bi belavbûna nûçeyên têkildarî qetilkirina Jîna Emîn re, gelê bajarê Seqizê xwepêşandan li dijî desthilta Îranê dan destpêkirin. Bi hezaran kesî bi merasîmeke girseyî cenazeyê Jîna yê spart axê. Di merasîma veşartina cenaze de dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ hat berzkirin. Piştî 137 rojan serhildana ku bi dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berbelav bû. Serhildêran daxwaza pêkanîna demokrasiyê û hilweşandina rejîmê kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şidet, tundî, darvekirin û qetilkirina jinan rojane ye. Civaka Îranî ku jinê zêdetirî kole û bindest nabîne, maf jiyana jinan sîdordar dibînin. Ji beriya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ a 16’ê Îlona 2022’an de kuştin, îşkence, destdirêjî, revandin, talankirin û darvekirin li ser jinan rojeva jiyana hemû jinan bû, lê piştî qetilkirina Jîna Emînî yê ku ji ber tayek ji pore wê ji bin desmalê derket hat qetilkirin, piştî îşkencekirina Jîna Emînî û kuştina wê guhertinek di Îranê derket serhildan dan despê kirin. Serhildana Jin Jiyan Azadî li Îranê û tevahî cîhanê dengvedaneke dîrokî çêkir, neqebûlkirin û redkirina wê tundiyê ji aliyê jinan ve li Îranê derket pêş, hemû jin derketin kolanan û çalakî ji bo neqebûlkirina vê tundiyê li darxistin, lê rêjîma Îranê ji ber zihniyrta xwe ya tund û paşverû li pêşiya wan sekinî û bi kîmyayan êrîşî wan jinan kirin lê ji ber hêrsa wan a întîqamê berxwedaniya xwe berdewan dikin.
Dûrişmeya Jin Jiyan Azadî mohra xwe li dîroka Îranê xist
Qetilkirina Jîna Emînî bû çirûska serhildaneke gerdûnî ya jinan. Dengvedana dirûşma Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku Rêber Apo di dawiya salên 80’yî de pêşkêş kiribû, li her deverê deng vedide. Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qonaxeke bibandor di dîroka Îranê de çêkiriye. Yekem car di dîroka Îranê de tevahî beşên civakê bi yek dirûşmê li dora hev kom bûn û daxwaza guhertina feraseta dewleta serdest a li hemberî jinan kir. Ji bo piştgirî û xwedîderketina li serhildanê jî li tevahî cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Jinan di çarçoveya serhildana li hemberî pergala dewletê de çalakiyên wekî birîna por, grevên giştî, girtina dikanan û nivîsandina dirûşman li ser dîwaran li dar xistin. Li dibistan û zanîngehan jî çalakî hatin lidarxistin û îmze hatin komkirin. Rejîma Îranê bi armanca bidawîanîna li serhildanê, hemû cûreyên zext û tundî wekî êrişa bi çek û daran, bikaranîna gazan, jehîrkirina xwendekaran xistin dorê. Di heman demê de êriş bire ser mal û cihên kar ên xwepêşandêran, ew destgîr kirin, îşkence lê kirin û bi dar ve kirin.
Bîlançoyek zelal nîne
Desthilata Îranê bîlançoya kesên di xwepêşandanan de hatin girtin, qetilkirin û bidarvekirin, vedişêre. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporekê de diyar kir ku darvekirinên sala 2023’yan de çêbûne, ji sedî 47 angu ji yên sala 2015’an ve zêdetir in. Li gorî pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) desthilata Îranê ji destpêka (2024) ve zêdetirî 400 kes bi dar ve kirine ku di nava de 15 jin hene. Dewleta Îranê ji bo pêşî li pêla serhildanê bigire înternet li ser herêmê qut kir. Rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibû Nîlufer Hemîdî û Îlahe Mûhammedî û gelek rojnamevan destgîr kirin. Her wiha lîstikvan Terana Elîdostî, Taha Resûlyan û Mihemed Sadiqî yên ku piştgirî dan serhildanê jî hatin destgîrkirin. Li gorî malpera Iran International, dewleta Îranê 31’ê Tebaxa îsal pêleke din a êrişên destîgirkirinê li Rojhilatê dabû destpêkirin, li bajarên Mehabad, Pîranşar, Aşnoye û Dehklanê bi kêmanî 20 kes destgîr kirin.
Hêz û berxwedaniya jinan her ku diçe mezintir dibe
Tevî hemû zor, zext, tundî, îşkence û darvekirin, serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li hemberî pêkanîn dewletê her ku diçe mezintir dibe. Di Tîrmehê de 26’emîn şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê bi hinceta “îsyana çekdarî li dijî dewletê kirine” cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Mihemedî hate birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di dema ragirtinê de mualemeya xirab û îşkence li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye kirin. Rêxistina Mucahidî Xelq a Îranê di raporekê de ku 11’ê Îlona îsal weşandiye diyar kir ku hêzên ewlehiyê yê hêzên pasedarên Îranê di serhildanê de bi kêmanî 700 kes qetil kirine. Rêxistinê îşaret pê kir ku nasnemyên 580 kesên hatine qetilkirin hatine zanîn. Li gorî rêxistinê di serhildanê de 30 hezar jin û mêr ên kêmî 25 salî ji aliyê desthilata Îranê ve jî hatine destgîrkirin, zext û îşkence li wan têne kirin da ku wan neçar bikin ku îtîrafê bikin.
Li Hindistanê ’JIN, JIYAN, AZADÎ’
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di tevahî serhildanên jinan de tê berzkirin, li dijî hemû rêbazên zilm û zordestiyê bûye sembola yekbûyîna jinan a li hemberî zilm û zordestiyê. Herî dawî li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê Tebaxê tecawiz li bijîşkekê hat kirin û paşê hat qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk û jin bi dirûşma ’Jin, Jiyan, Azadî’ derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman.
Bê helwestiya Raya Giştî û Navneteweyî
Bi qetilkirina Jîna Emînî re, gelek rêxistinên mafê mirovan, fanînîst, tevgerên jin û tevgerên azadîxwaz li hember rêjîma Îranê helwest nîşan dan. Gelek rapor ji Raya Giştî û navneteweyî re hatin şandin û daxwaza avakirina komîteyên lêpirsîn û hesabxwestinê ji Îranê hatin kirin. Helbet ev yek jî bi cidiyetbûn û dengvedana vê serhildanî li hemû cîhanê wiha bû. Rîjîma Îranê di doza Jîna Emînî de xwest gelek leystûkan bike, yek ji wan jî ku piştî sê rojan di nexweşxaneyê de ma, di rapira nexweşxaneyê de hatibû destnîşankirin ku Jîna bi awayekekî xwezayî jiyana xwe ji dest da ye. Lê her kes dizane ku Jîna ji ber îşkenceyê û lêdanê zirar gihîştibû laş û lapatatên wê. Raya Giştî û navneteweyî li hember bûyera Jîna Emînî nebû bersiv. Rûxmî ku weke bûyer hemû pêvanên mirovahiyê derbas dike û di encama tundiyê de hatiye qetikirin û piştî wê bi sedan rojnamevan, siyasetmedar û xwendekar hatin girtin û darvekirin, lê raya giştî bê helwest ma û helwesta ku raber kiriye jî ne têrker bû. Ger heyanî niha ev doz hatiye girtin û weke ku bûyerek bû û derbas bû, bêyî ku hesab ji dewletê bê xwestin. Her wiha ger heya vê kêliyê jin di Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de tên darvekirin, kuştin û îşkencekirin wê demê tu bandora Raya Giştî li ser rêjîma Îranê nîn e. Ger doza Jîna Emînî bê hesabxwesrin hat definkirin, wê demê ev dibe sedem ku wê jin di Îranê de hîn zêdetir rastî kiryarên zihniyet û rêjîmê bên, bêyî ku sûcdar bên cezakirin, weke ku em îro ji bûyerên ku diqewimin re dibin şahid.






