Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên nivîskî

16/09/2025
in NÛÇE
A A
Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên nivîskî
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Şoreşa ku bûye deng û vîna gelan, beriya 14 salan ji bona jiyana azad û demokrasiyê dest pê kir. Rojnameya Ronahî û Ajansa ANHA’yê yekemîn şahidên ku ev têkoşîn û berxwedanî gihandin cîhanê û bûne dengê rastiyê.

Di vê raporê de em ê ji yekemîn dezgehên Ragihandina Azad ku bi Şoreşa Rojava re hatine avakirin û ber bi roja îro ve herikîne bikin. Di destgirtina vê mijarê de me xwest em balê bikşînin ser destkeftiyên ragihandina azad di şoreşê de û keda ku hatiye dayîn heyanî ku gihîştiye vê rojê. Ji wê zêdetir em ê ji devê kesên ku di damezrandina van dezgehan de cih girtine, çîrokên avakirin û keddayîna ku hatiye kirin bibhîsin.

Yekemîn dezgehên ku bi şoreşê re bi zimanê Kurdî û Erebî weşana xwe destpêkirine Rojnameya Ronahî û Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA bûn. Bi van her du mîrasên ragihandinê me dest pê kir û îro gelek TV û Radyo li ser şopa heqîqetê kar û xebatên xwe didin meşandin.

Rojnameya Ronahî

Rojnameya Ronahî ji yekemîn dezgeha Ragihandina Azad ku li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest bi kar û xebatê kir. Rojnameya Ronahî bi aloziya Sûriyê re yekemîn gav li bajarê Helebê ji bona bingehê ragihandina azad avêt. Di 16’ê Cotmeha 2011’an de bi komek ku ji çend kesan pêk dihat û bi derfetên kêm dest bi kar û xebata xwe kirin û ev 14 salên ku weşana xwe bênavber didomîne û bû yek ji hîm û destkeftiyên şoreşê. Di parastina rojnamegeriya nivîskî de Rojnameya Ronahî bûye dergeha yekemîn û heyanî vê kêliyê jî weşana xwe berdewam dike. Rojnameya Ronahî bi çend endaman dest bi kar kir, lê îro bûye xwedî gelek nûçegihanên ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat dikin. Rojnameya Ronahî bi du zimanan weşana xwe dike, beşê erebî di hefteyên de 6 hejmar têne amedekirin û ji wan jî 2 hejmar bi rengekî kaxezî têne çapkirin û beşê kurdî jî hefteyê 2 hejmar bi rengekî kaxezî têne çapkirin.

Yek ji damezrînerên destpêkê yên Rojnameya Ronahî Mamoste Cemîl Reşîd li ser şert û mercên destpêkê yên kar û xebata Rojnameya Ronahî, giringî û astengiyên heyî bi mere parvekirin.

Bi giropek rewşenbîrên Kurd li Helebê fikra Rojnameyê, derket

Cemîl di destpêkê de bal kişand ser fikra ku rojname bi wê destpêbûye kir û wiha anî ziman: “Di destpêka xwepêşandanên Sûriyê yên ku di Adara 2011’an de rûdane. Em komek ji rewşenbîrên Kurd li Helebê civiyan û me dît ku pêwîste roleke me jî di avakirina civakê de hebe. Bi qasî ku em bikaribin dengê gelê xwe derxînin pêş û bighînin raya giştî û cîhanê, bi qasî wê em dikarin pêşengiya civakê bikin û xwedî li civaka xwe derkevin. Girêdayî vê yekê gelek nêrîn û hizrandin çêbûn û me got ku divê di aliyê ragihandinê de em vê gavê pêş bixînin. Di dawiya meha Nîsanê de ev fikir destpêkir û rojane girêdayî vê yekê nîqaşên me pêşdiketin. Ramana damezrandina rojnameyê derket ku em hêza xwe ya nivîsandinê, analîzkirina pêşketin û rûdanên ku dibin, xwestek û daxwazên gelê Kurd, her wiha derxistina rastiya ku qaşo weke şoreş destpêbûye em biteysînin. Em derdorê 6-7 kes bûn û biryara derxistina Rojnameya bi navê Ronahî hat girtin. Bêguman gelek nîqaş derbarê navarok, terz, şekil, armanc, belavkirin wê çawa be pêş ketin, civîna destpêkê nêzî 12 demjimêran dirêj kir. Di komîteya me ya damezrîner de hevalên ji Efrîn, Heleb, Kobanê û Cizîrê jî hebûn.

Di wê demê de me destûr ji Mala Bedirxaniyan girt, yek ji neviyên wan li Ewropayê bû me destûr ji wan xwest. Li sûriyê di sala 1942’an de heke ne bi rengê Rojnameye fermî be jî bi rengê biroşorekî bi navê Ronahî dihate çapkirin”.

Hejmara yekemîn, çapkirin û makenîzmeya rojnameyê

Cemîl girêdayî kêliyên weşana destpêkê wiha got: “Hejmara nivîskaran pir kêm bû, me hewil da rewşê ji hemû milî ve bişopînin, lê herî zêde me giranî dida rewşa gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de. Hejmara yekemîn ji Rojnameya Ronahî di 16’ê Cotmeha 2011’an de derket ronahiyê û bi wê gavê re rondik ji çavên me bariyan. Dîzayînkarê me yek bû û di wan deman de gelek zehmetî dihatin kişandin, herwiha girêdayî çapkirina Rojnameyê jî wê demê zehmetî hebûn, ji ber ku çapxaneyên me yên mezin tunebûn û rejîma Baas jî qebûl nedikir ku em di çapxaneyên wan rojnameyê çap bikin. Angu Rojname ji amedekirina wê heyanî çapkirina wê hemû bi ked û westandinek mezin dihate kirin û gelek caran em dimane heyanî nîvê şevê û nedirazan heyanî ku me rojname bi dawî dikin. Hejmara yekemîn nêzî 100 hejmarê hate çapkirin û me bi destê xwe belav kir. Heyanî hejmara 10’emîn bi rengê reş û spî rojname dihate çapkirin, piştî wê me makîneyek bi reng peydakir û me rûpela yekemîn bi reng derdixist. Rojname di destpêkê de rûpelên wê biçûk bû û fontê wê jî wiha bû, gelek rexne dihatin kirin, lê derfetê di destê me de wê demê ew bûn.

Rojname heyanî hejmara 10 tenê bi Erebî dihate weşandin û heftê carekê dihat çapkirin û ji 12 rûpelan pêk dihat. Piştî hejmara 10’ê beşê kurdî jî li Rojnameyê hate zêde kirin û ew jî ji 8 rûpelan pêk dihat. Naverok jî wiha bû (Manşet, nûçeyên herêmî, lêkolîn, polîtîka, nûçeyên Kurdistanî, civak di nav de jin û ciwan, çand, aborî, fikir û rûpela rengereng) heyanî 2013’an rojname bi vê rengî derdiket û li kêlek wê kovara zarokan bi navê Mizgîn dihate amedekirin û çapkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê demê li Heleb, Efrîn, Kobanê û Cizîrê dihate belavkirin”.

‘Koma destpêkê bi dildarî kar û xebat dida meşandin’

Cemîl Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman û got: “Piştî em derbasî Efrînê bûn êdî hejmar heftê 2 caran dihate çapkirin û kom fireh bû û li Qamişlo jî navend hate vekirin û kar li wir jî hate tenzîmkirin. Ji sala 2013’an ve rojname li Qamişlo bi rûpelên mezin û mîna rojnameyên fermî dihate çapkirin, lê li Efrînê ji ber ku derfet nebûn hîn bi rûpelên biçûk dihatin çapkirin. Di sala 2016’an de çapxaneya Ronahî li Efrînê hate vekirin û rojname li wir bi rûpelên mezin hate çapkirin. Rojnameya Ronahî di hemû qad û pêvajoyên şer û aştiyê yên herêmê û Sûriyê de bi rola xwe lîst. Ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bû bersiv û barekî giran rakir ser milê xwe û heyanî îro jî vî erkê xwe pêktîne”.

Ajansa Nûçeyan A Hawarê ANHA

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 1’ê Adara sala 2013’an de hatiye avakirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên diqewimin, radigihîne. Yekemîn navenda Ajansa ANHA’yê li bajarê Qamişlo hat avakirin û dest bi weşana xwe ya Kurdî û Erebî kir. Ajansa ANHA weke navend li bajarê Qamişlo ye û li hemû bajarên herêmê xwedî navend û nûçegihan e. Niha ANHA bi 6 zimanan weşana xwe dike (Kurdî, Erebî, Tirkê, Ingilîzî, Ispanî û Rusî).

Yek ji damezrînerên Ajansê Edîtorê Beşa Erebî di ANHA’yê de Ekrem Berekat ji Rojnameya me re kêliyên avabûnê û heya roja îro anî ziman.

Rojnamevan Ekrem wiha dest bi axaftina xwe kir: “Peyva gelê Kurd ya “Ji tunebûnê hebûn avakir” em dikarin di şexsê Ajansa Hawarê de bidin îfadekirin. Ji ber tu zemînekî ragihandinê di nava gelê Rojava de tune bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew berdewamiya Şoreşa Buhara Gelan a ku di Rojhilata Navîn de hatiye destpêkirin bû. Lê belê ew şoreş şoreşekî seqet bû. Di nav van şoreşan de hebûna gelê Kurd nedihat dîtin û di ragihandinê de jî wiha bû. Di ragihandinên di bin siya desthilatdariyê de bû, bi tu awayê behsa gelê Kurd nedihat kirin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re me cihê xwe di xebata ragihandinê de girt û piştre me dît ku tenê di hinek saziyan de karkirin, têrê nake û pêwîstî bi saziyên fermî hat dîtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Ajansa nûçeyan ANHA di 1’ê Adara 2013’an de vebû”.

Ekrem li ser kêliyên destpêkê yên ku têde Ajans hate avakirin axivî û got: “ANHA bi armanca ku kar û xebatên dîrokî bigre ser milê xwe hatiye avakirin. Bi kêm derfet û îmkana ku tu zemînekî ragihandinê nîn bû, her wiha kesên ku ragihandin xwendine û profesyonalin jî nînbûn. Bi tecrûbeya hinek hevalên ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistaê û Ewropayê xebat hat meşandin. Bi insiyatîfên kesayetî ji komek hevalan ku ne cih hebû, ne alavên ragihandinê hebûn, her tim di hewildan û lêkolîna ku em çawa destpêbikin de bûn. Helbet ev yek bi saya Tevgera Azadiyê û felsefeya Rêber Apo dest pê bû. Ji ber ragihandina ku hatiye avakirin Ragihandina Azad bû ya ku li ser mîrasê Mazlûm Doxanan hatiye avakirine. Ji wan derfetên biçûk ku ji xaniyekî axî me destpêkir, di nava gel de baweriyek avakir û berdevkiya gel kir. Di 2014’an de li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navend hatin avakirin û hemû endam bi rengekî dildar kar û xebat didane meşadnin”.

‘Ragihandina Azad têkoşîna gelê Kurd belavkir û gihande cîhanê’

Ekrem di dewama axaftina xwe de got: “Bi van gavan re erka me zêdetir bû, bi taybet di aliyê Raya Giştî û ragihandina rastiya ku tê jiyankirin de. Ger berê digotin Kurd hene an nîn in, êdî mecbûr man bêjin Kurd hene. Ragihandina Azad têkoşîna gelê Kurd belavkir û kir malê cîhanê. Rojnamevanên ku tevlî kar dibûn weke şoreşgerekî kar dikirin. Ne tenê ji bo gelê Kurd berdevkiya hemû pêkhateyan dikirin. Di vê oxirê de 6 Xebatkar û nûçegihanên ANHA’yê Şehîd bûn. Yekemîn heval Dilîşan Îbiş ku her tim ji bo azadiya jin kar dikir, di heman demê de li hember DAIŞ’ê bi kamîreya xwe şer kir, her wiha heval Hogir Mihemed, Rizgar Denîz ku ji Mexmûrê bû, hevalê me Said Ehemd di êrişên dagirkeriyê yên Serêkaniyê û Girê Spî de Şehîd bû, piştî wê rêhevalê me Îsam Abdullah di êrişên dagirkeriyê li ser binasaziya herêmê de Şehêd bû, herî dawî jî rêhevala me Cîhan Bilgîn ku ji Bakurê Kurdistanê bû di Berxwedana Bendava Tişrînê de hat hedefgirtin.

Bi saya van lehengan û bi xebata ku hatiye maşandin, Ragihandina Azad deng li cîhanê veda. Ajansa Hawarê bûye ajanseke cîhanî ku kî bixwaze di Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bizanibe çi diqewime, li Hawarê vedigere. Herwiha ji milekî din ve jî di pêşxistina zimanê Kurdî de, xwediyê xebatekî girîng e. Rûxmî kêm tecrûbe û teknîk jî lê weşana xwe bi Kurdî destpêkir. Ajansa Hawar xwediyê destkeftî û dîrokeke 12 sala ye ku xwe disipêre şehîdên destpêkê yên weke Gurbetelî ersus, Gulistan Tara, Seyid Evran û Ezîz Koyluoglo. Helbet pirî caran em rastî gelek zehmetî û astengiyan jî dihatin, lê ev yek li pêşiya karê me nebû asteng”.

‘ANHA; Bûye Ajanseke cîhanî’

Ekrem Berekat da zanîn ku ew li ser paradîgmeya civaka demokratîk xebatê didin meşandin û wiha pê de çû: “Em li ser baradîgmeya civaka demokratîk xebat dikin. Di astekî cîhanî de kar tê meşandin û rastiyên di cîhanê de diqwimin, tên ragihandin. Bi guhartin û veguhartinên di Rojhilata Navîn de, em hewil didin bi wan guhartinan re gav bavêjin. Li Sûriyê bi taybet heyanî astekê me berdevkiya civaka Sûriyê kir, lê hewildanên me yên dema pêş ku vê yekê xurtir bikin hene. Derdora me gul û gulîstan nîn in, çawa ku gelê me têkoşîn dike em jî vê têkoşînê bi wan re didin meşandin. Êdî em ji vir û pê ve Ajansa Hawarê weke Ajanseke cîhanî pênase dikin”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.