Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Di civîna berfireh a MSD’ê ya ku di 14’ê Îlonê de hatibû lidarxistin eşkere bibû ku hikumeta veguhêz lawaz û qels e, ji pirsgirêk û pêkanîna armancên şoreşa Sûriyê re tu çareserî pêşkêş nekir. Di civînê de hatibû gotin ku divê çareseriya Sûriyê li gorî Sûriyan be û dûrî destwerdanên derve be.
Di 14 Îlon’ê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li bajarê Hesekê bi armanca nirxandina geşedanên li herêmê û diyarkirina polîtîkaya meclisê ya têkildarî vê pêvajoyê li dar xistibû. Di civînê de hevserok û endamên MSD’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana meclisê de beşdar bibûn. Di civînê de pêşdeçûn û nîşaneyên qonaxa bê li gel veguherînên herêmî û navneteweyî, hatibûn nîqaşkirin.
Berpirsyariya avakirina polîtîkayên hevseng
Di civînê de hevseroka MSD’ê, Leyla Qereman axivîbû û wiha gotibû: “Civîna me ya berfireh, di kêliyek dîrokî ya girîng de ne tenê ji bo MSD’ê, lê di heman demê de ji bo Sûriyê û tevahiya herêmê tê lidarxistin. Rewşa heyî ya li Sûriyê berpirsyariyeke ducar dixe ser milê me, ji wan berpirsyariyan avakirina polîtîkayên hevseng a dûrî destwerdanên derve, avakirina projeyek nîştimanî ya berfireh ku hêviyê bide gelê Sûriyê ku baweriya xwe bi desthilata veguhêz nemaye. Vê desthilatê nekarî erkên xwe yên siyasî, ewlehî, leşkerî, îdarî û destûrî pêk bîne. Herwiha şaştiyên giran ên di asta komkujiyên li peravê, Şamê û Siwêdayê pêk anîne.”
‘Hikumeta veguhêz ji daxwazên gel dûr e’
Leyla Qereman eşkere kiribû ku ezmûna derbasbûyî lewazbûna hikumeta veguhêz destnîşan kir û wiha anîbû ziman: “Di ezmûna dema derbasbûyî de, eşkere bû ku hikumeta veguhêz lawaz û qels e, ji pirsgirêk û pêkanîna armancên şoreşa Sûriyê re ku ti çareserî pêşkêş nekir. Desthilata veguhêz nekariye kongreyeke nîştimanî ya berfireh li dar bixe. Danezaneke Destûrî derxistiye ku serdestiyê dide serokomar, lê îrade û mafên gel tê de tune ye. Herwiha hikûmetek veguhêz ava kiriye ku ji daxwazên gel dûr e û bêhêvîbûna gel zêde kiriye. Hikûmeta veguhêz bi vê yekê, ezmûnên berê dubare kirine û nîşan daye ku ger dewleta nû li ser vî rêbazî dewam bike, ew ê ji nirxên edalet û demokrasiyê dûr bimîne û dê nekaribe dewletek hemwelatîbûnê ava bike.”
‘Armancên me zelal in ku xizmeta jiyana gel dikin’
Leyla Qereman tekez kiribû ku civîna wan gaveke girîng e ku qonaxek nû ava dike û wiha pê de çibû: “Qurbaniyên mezin ên ku gelê me dane, berpirsiyariyeke exlaqî li ser me ferz dike, berpirsiyariyeke ji bo destnîşankirina rêyekê ji bo Sûriyeke demokratîk, pirralî û nenavendî ku cihêrengiya xwe ya neteweyî, olî û çandî biparêze û wê veguherîne dewletek aram ku hemû gelê xwe hembêz bike. Armancên me di qonaxa veguhêz û piştî qonaxa veguhêz zelal in ku ew jî xurtkirina aramiya navxweyî û pêşîgirtina li kaoseke nû ya Sûriyê, ji nû ve avakirina baweriya gel û neteweyî bi rêya diyaloga navxweyî û pêkanîna projeyên pratîkî yên ku xizmeta jiyana gel dikin.”
‘Derfeta dîrokî ku gelê Sûriyê siberoja welatê xwe bi destên xwe binivîse’
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman wiha dawî li axaftina xwe anîbû: “Em pêşberî derfeteke dîrokî ne ku gelê Sûriyê siberoja welatê xwe bi destên xwe binivîse. Dibe ku rê dirêj û dijwar be, lê em bawer in ku bi îrade, yekitî û xebata hevbeş, em ê ewlehiya Sûriyê bi dest bixin. Armanca me Sûriyeke yekgirtî, demokratîk, pirralî û nenavendî ye, li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. Sûriyeke ku bêyî cudahî, rêzê li mafên hemû welatiyên xwe digire.”
Pêdiviya Sûriyê bi nêrînên siyasî yên berpirsyar heye
Beşdarên jî di civînê de gotibûn: “Sûriye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û pêdiviya wê bi nêrînên siyasî yên berpirsyar heye ku ev pirsgirêkên heyî werin çareserkirin û berjewendiya Sûriyan di ser hemû berjewendiyan re be. Binkeftina hikumeta veguhêz di peydakirina xwestekên gel de alternatîfên nîştimanî yên berfireh ferz dike. Herwiha divê Sûriyeke demokratîk a pirreng û nenavendî were avakirin, da ku edalet û wekhevî werin mîsogerkirin, pirrengiya neteweyî, olî û çandî were pejirandin û sûd ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin. Xwespartina li Hevpeymana Civakî rê li ber destûreke demokratîk, eniyeke nîştimanî ya demokratîk a serbixwe vedike. Guhertinên lez di hevsengiyên hêzan û hevrikiya herêmî û navneteweyî ya li ser serweriyê de çêbûne, divê çareserî hundirîn bin da ku îstîqrar pêk bê û xwestekên Sûriyan peyda bikin.”
MSD’ê vegera desthilatê yan jî hikumeta navendî red dike
MSD’ê hejmara cîgirên hevserokan ji 5’an daxist 2’an. Di civînê de Nivîsgeha Siyasî ya bi serkêşiya MSD’ê ya ji 15 endamên ku Desteya Hevserokatiyê ya MSD’ê diyar dike, hat nûkirin. Li gorî rêziknameyê, herî kêm ji sedî 40 nûnerên partiyên siyasî heye. Di sazûmaniya rêxistinî de jî Nivîsgeha Êl û Eşîran hat nûkirin. Derbarê belgenameya siyasî de jî pêşniyar hatin kirin ku nav û hin têgeh werin guhertin ku li gorî qonaxa heyî bin. Li kêleka wê pêşniyar hat kirin ku helwesta MSD’ê ya di nexşerêya 2023’an de were guhertin, da ku li gorî helwesta MSD’ê ya ji bo hikumeta veguhêz be. Li gorî pêşniyarên hatine, belgenameya siyasî ya MSD’ê û nexşerêya wê dê ji hêla komîteya amadekar ve di demeke pêş de were guhertin. MSD’ê vegera desthilatê yan jî hikumeta navendî red kir û banga diyaloga nîştimanî ya berfireh ku tê de tevahî pêkhate amade bin û bi rêya dadgehên adilane sûcdarên mafên mirovan werin darizandin. Herwiha bang kir ku divê saziyên pêvajoya veguhêz ên serbixwe ji bo çavdêriyê li destûr û hilbijartinan bikin, werin avakirin û tevahî alî dûrî kîndariyê bikevin û dewleteke demokratîk a pirreng were avakirin.
Piştî nîqaş, nirxandin û pêşniyaran, encamnameya civînê hatibûn xwendin.
Encamnameya civîna MSD’ê wiha bû:
Di encamnameyê de hatibû diyarkirin ku qonaxa piştî ketina rejîma berê ezmûneke rastîn a avakirina dewleteke demokratîk û bi edalet bû. Herwiha MSD’ê aliyekî sereke yê sazkirina siberoja Sûriya nû ye. Di heman demê de beşdaran piştgirî ji peymana 10’ê Adarê re nîşan da û wan tecrûbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya serkeftî ya rêveberiya hevbeş û nenavendiyê pênase kir û fedakariya şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî silav kir. Hatibû gotin ku divê Sûriye nebe qada şerên herêmî û girîngî bi biryara neteweyî ya 2254 hat dayîn. Girêdayî wê hat destnîşankirin ku MSD’ê bi çareseriya siyasî ya giştî ve û bi pêkanîna edaleta veguhêz ve girêdayî.
Di heman demê de beşdaran teqez kiribû ku danezana destûrî tu carî ne li gorî îradeya tevahiya gelê Sûriyê bû û divê dosyayên strarejîk wekî yên peymanên ewlekariyê û yên sînor û nêzîkatiya ji hêzên rejîma berê bi awayekî yekalî neyên çareserkirin, berovajî wê divê ew dosya bi awayekî hevbeş ku tê de hemû pêkhate cihê xwe bigirin û di bin çavdêriya navneteweyî de werin çareserkirin.
Di berdewamiyê de beşdaran teqezî bi wê yekê da ku binpêkirinên li dijî gelên Sûriyê bi taybetî li beravê û Siwêdayê birînên niştîmanî yên kûr dane çêkirin û divê sûcdarên wan bi rêya saziyên dadgeriyê yên niştîmanî û serbixwe werin darizandin. Divê serweriya Sûriyê were parastin û hemû dosyayên niştîmanî bi awayekî hevbeş werin çareserkirin. Hem jî divê diyalogeke niştîmanî were çêkirin ku tê de hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl beşdar bibin û desthilatî ji hev werin veqetandin. Herwiha saziyên serbixwe ji bo ku çavdêriyê li hilbijartinan bikin, mafên mirovan biparêzin, vegera koçberan misoger bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin, werin avakirin. Girêdayî wê hat destnîşankirin ku divê pêkhateya Suryanî ya Aşûrî jî wekî pêkhateya resen a Sûriyê were dîtin û mafên wê werin misogerkirin.
Di aliyê rêxistinî de di civînê de belgeyên siyasî, rêzikname û nexşerêya ji bo xebata qonaxa bê hatibûn nîqaşkirin. Di dawiya de beşdaran bang li hemû aliyan kir ku pêşî li provakasyonan bigirin. Sûriye êdî venagere serdema zordariyê, lê belê ew ê êdî bibe dewleta pirrengî, hevbeşî û demokrasiyê.
Herwiha beşdaran amadebûna xwe ji bo ku bi aliyên niştîmanî re hevkariyê bikin, dawiyê li parçebûnê bînin û Sûriya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin, ragihandibûn.






