Birûc Resûl/Qamişlo
Bi boneya salvegera 3’emîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarê Qamişlo, bi pêşengtiya Kongra star, daxuyaniyekî devkî hat dayîn.
Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Kongra Star, ji bo salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya 3`yemîn de daxuyaniyek li stada 12`ê Adarê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweser, Mala Jin, Kongra Star û Hêzên Ewlîkariya Hundirîn beşdar bûn. Her wiha tevahî jinên ku bêşdar bûn, ala kongra Star, wêneyên Jîna Emînî, wêneyên Rêber Apo û enkêtên ku li ser diruşmeyên mîna ‘Jina Azad Civaka Azade’ û ‘Şoreşa Keziyan dewam e’ hilda bûn jor û stad bi rengê jinan hatibû xemilandin.
Daxuyanî ji hêla Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hate dayin.
Rêhan temo di destpêka daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Di salvegera sêyemîn a şoreşa jin jiyan azadî de û weke rêxistina kongra star di şexsê Jinên serhildêr Jîna Emînî de em tevahî şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bibîrtînin. Bê guman salvegera şoreşê destpêkê mîmarê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêber Apo û li tevahî gelên Rojhilat û Îranê careke din pîroz be. Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi diruşmeya efsûnî ve dane nîşandan ku di sedsala 21`an de jin di rêya azadiyê de, di gelek qonaxên girîng de derbas bûye. Her wiha ev diruşme di têkoşîna gerdûnî a ji bo azadiyê de weke sembolekê derkete pêş. Bi vê diruşmê û serhildanên ku derketine holê, dida nîşandan ku nirxên girêdayî jinê yên dîrokî ji nûve tên vejandin. Jin li hemberî pergala qirker dikarin pergalên bi kokê ve bihejîne û ji holê rake. Jina Kurd, Jîna Emînî karê bû bi milyonan girseyên ji netewên cuda li derdora vê diruşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ bîne li cem hev, ango di şexsê jina Kurd de têkoşîneke gerdûnî derkete holê. Ew kêliyên dîrokî di rûpelên dîrokê de mînaka herî mezin a serhildêriyêne.“
‘Pêwîste denê jina azad li cîhanê belav bibe’
Rîhan di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand ser geh û êrişên Rêjîma Îranê li ser jinan û wiha got: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî li dijî zextên rejîma îranê ên hovane pêşketibû. Rixmê hemû êrişên rejîma îranê, gefên darvekirinê jî her ku di çû mezintir û berfirehtir bû. Rejîma îranê di encamê de bi hezaran serhildêr xistin zindanan û heta niha jî agahiyê kesê ji van girtiyan tune ye. Her sal di dema salvegerê de rejîma Îranê van kesên serhildêr bi veşartî darvedike. Îsal jî em dizanin ku tenê di meha îlonê de di girtîgehên cuda yên îranê nêzî 50 çalakvan bi veşartî hatine darvekirin û cenazeyên wan jî bi veşartî hatine binavxkirin ku li ser jinên serhildêr Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Şerife Muhamedî jî xeteriyên bi vî rengî hene. Li hemberî ev kiryarên rejîma îranê pêwîste bertekên cidî werin nîşan dan. Di navnetewî de dengeke xurt pêwîst e derkeve. Bang li hemû gelên azadîxwaz, avaniyên demokrat û kesên li dijî pergalên dagirker ku dengê xwe derxînin pêwîste qîra jinên Azad li cîhanê were belav kirin, jinên ku dixwazin li dijî van kiryaran deng derxînin, bila hêzên xwe bikin yêk dawî li kiryarên rejîma îranê û zordariyê were.”
‘Li dora felsefeya jiyanê kom bibin’
Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dide nîşandan ku di Kurdistanê de pergala serdestî hildiweşe. Jiyaneke nû li derdora jinê tê hûnandin. Ev felsefe hemû jinên azadîxwaz li heman xalê de anî cem hev. Îro jî ev rêxistin û jinên têkoşer pêwîst e dîsa li hemberî pergalên serdest hêza xwe bikin yêk û li dora felsefeya jiyanê kom bibin. Di sedsala 21`an de bi hemû hêza xwe em ê li dijî pergalên baviksalar têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Ji bo ku di vê sedsalê de pergalên serdest nêzîkatiyên xwe zayendperest, olperest, netewperest li ser jinên azad ne bin asteng, em ê weke rêxistinên jin ên azadîxwaz hêza, îrade û hêza xwe ya fikrî xurtir bikin. Di heman demê de pergalên dijminê jinê tu carî wê negehijin armanca xwe. Bi vê bîr û baweriyê em ê têkoşîna xwe mezintir û bilintir bikin. Di herî dawî de têkoşîn û berxwedana gelê wêrek û têkoşer ji dil û can silav dikin.”






