Lîloz Hisên/Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 720 hezar xwendekar dê dest bi xwendinê bikin, herwiha ji bo pêşxistina warê perwerde û fêrkirinê proje berdewam in.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke perwerdê ya demokratîk ava kir ku pirrengiya çandî û zimanî pêş dixe. Zimanên Kurdî, Suryanî û Erebî di bernameya xwendinê de hatin zêdekirin û saziyên pispor ji bo belavkirina hişiyariyê hatin damezrandin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, berî 13 salan destpê kir, xaleke dîrokî û veguhrandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, ku di encamê de pergaleke perwerdê berfireh hate avakirin, ku pirrengiya çandî û zimanî ya herêmê nîşan dide û nirxên demokrasiyê û jiyana aştiyane pêş dixe.
Perwerde yek ji destkeftiyên herî berbiçav ên vê şoreşê ye, ji ber ku ew ji nû ve hate avakirin da ku bibe amûrek ji bo bihêzkirina civakê, xurtkirina nasnameya çandî û avakirina nifşek zane ku dikare bi pirsgirêkên pêşerojê re rû bi rû bimîne.
Siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê berî şoreşa 19’ê Tîrmehê
Berî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê, sîstema perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji polîtîkayên derxistinê êş kişand ku ziman û nasnameyên ne-Erebî paşguh dikir. Rejîma berê siyasetek yek-ziman û yek-çand pejirand, ku bû sedema tunekirina nasnameyên gelên din, bi taybet nasnameya Kurdî, ku bi fermî tune bû.
Destûr nehat dayîn ku Kurd zimanê xwe yê dayikê li dibistanan fêr bibin; ew di bin şert û mercên dijwar de bi bi awayên veşartî dihat fêrkirin. Suryanî û Ermenî di çend dibistanên taybet de dihatin fêrkirin, ku derfetên perwerdeya berfireh ji bo van gelan sînordar dikir.
Ji nû ve sazkirina sîstema perwerdê
Bi destpêkirina şoreşê û ragihandina sîstema Rêveberiya Xweser re, pêvajoya ji nû ve avakirina sîstema perwerdê li ser bingehên demokratîk dest pê kir ku cihêrengiya çandî û zimanî nîşan dide.
Ev veguherîn di danasîna zimanên Kurdî, Suryanî û Erebî wekî zimanên fermî di bernameyên perwerdehiyê de hate temsîlkirin, minhacên dersan hate pêşxistin ku mijarên cihêreng ên wekî matematîk, fîzîk, kîmya, zanistên civakî, çand û exlaq, erdnîgarî, dîrok, felsefe û Îngilîzî, ji bilî xwendina olên cûda. Ev bernameyan ji bo pêşvebirina nirxên jiyana hevbeş û demokrasiyê hatine çêkirin.
Piştî hilweşîna rêjîma berê
Tevî çûyîna rejîma Esed û derketina holê ya desthilatdariyeke nû, li gorî daxwazên pêkhateyên çandî û zimanî yên herêmê tev nagere. Rejîma nû rêbazek navendî dişopîne ku serdestiya zimanekî yekane di saziyên perwerdehiyê de didomîne, rastiya pirrengiya çandî û zimanî ya ku vê erdnîgariyê diyar dike paşguh dike.
Destpêka sala nû ya xwendinê
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya xwendinê destpê dike, li gorî cîgerê Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azda Berazî hejmara xwendekaran di dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokrarît li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiye 720 hezar xwendekar li her çar kantonan di nav de taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiy herwiha hejmara dibistanan gihaşt 3 hezar û 650 dibistan û 35 hezar û 513 mamoste dê dest bi sala nû bikin.
Li kantona Cizîrê, Reqa û Firatê Akadîmiyên bîrdozî, yên taybetî jinan û ji bo pêşxistina mamosteyan di aliyên zansitî û zanînê di hemû biranşên xwendinê hene.
Azad Berzaî destnîşan kir ku sala perwerdê ya 2024-2025 di qûnaxeke zehmet derbas bû, ji ber şerê ku qewimî 68 dibistan hatin girtin li pêşiya xwendekaran ji bo bicihkirina koçberan, piraniya dibistanên Reqa 31 û Tebqa 32 û hejmarek dibistan li kantona Cizîrê 32 hatin girtin di encamê de 65 hezar xwendekar ji xwendinên bêpar man, lê kar û xebat di dema heyê têne kirin ji bo çareserkirina rewşa dibistanan li gorî îmkanan.
Azad Berazî tekez kir ku asta xwendekaran û mamosteyan di sala 2024-2025 baş bû.
Projeyên sala 2025
Qûnaxa dûyemîn ya çapkirina pirtûkên dibistanan hate kirin, xebat hate kirin ji bo peydakirina pêwistiyên dibistanê û sererastktina dibistanan li gorî pilana ku hate dayîn, xebat hate kirin li ser projeya pêşxistina perwerdê di qûnaxa duyemîn de.
ji bo pêşxistina minhacan pilaneke hate dayîn li ser sê qûnaxan ji bo guhertina minhacên Rêveberiya Xweser da ku pêşketinên zanistî û teknînkî bê meşandin.
Pilan û pêvajeyên sala 2026’an
Azad Berazî diyar kir ku çend projeyên wan ji bo sererastkirina dibistanan, peydakirina elktrîk û avê hene, bihêzkirina nivîsgehên Reqemî û zêdekirina stasûyê û berfirehkirina wê di dibistanên navîn de, da ku di her dibistanekê de du nivîsgehên Reqemî hebin herwiha peydakirina tablet ji bo xwendekar li ser bixebitin ji bo temamkirina pêvajoya pêşxistina perwerdeyê.
Azad Berazî wiha anî ziman: “Bê guman, çapkirina qonaxa sêyemîn a pirtûkan yên sererastkirî di sala 2025’an de projeyeke Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo projeyên mayî yên ji bo kantonan, her deste bi rêya meclîsên xwe yên rêveberiyê projeyên xwe li gorî hewcedarî û pêşîniyên xwe destnîşan. Em niha di qonaxên dawî yên çapkirina qonaxa sêyemîn ji bo polên bakaloryos, neh û pêncemîn de ne.”
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sê zanîngehên sereke hene
Hevserokê Meclisa Zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Xelîl Elî diyar kir ku nêzî 4 hezar û 700 xwendekar di zanîngehan de qeydkirî ne û wiha raghand: “ Sê zanîngehên sereke hene: Rojava, Kobanî û Rojhilat. Her zanîngeh fakulte û peymangehên ku piraniya warên zanistî û mirovî vedihewîne hene. Îro sîstemeke zanîngehê ya yekgirtî heye ku bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye, ku ji sê zanîngehên sereke pêk tê: Zanîngeha Rojava li Hesekê, Qamîşlî û Rimêlanê; Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojhilat li Reqa û Tebqayê. Ev zanîngeh bûne referansa sereke ji bo perwerdehiya bilind li herêmê, salane bi hezaran xwendekar di warên cûda de pêşwazî dikin.”
Beşên nû di pisporiyan û fakulteyan hate vekirin
Îsal warê perwerdê di aliyê zanîngehan de berfirehiyeke balkêş nîşan da Li Zanîngeha Rojava li Hesekê, 13 beşên nû di warên zanistî û mirovî yên cûrbecûr de hatine vekirin. Li Zanîngeha Rojhilat, Fakulteya Tiba Beyterî û beşên nû li bajarê Tebqayê hatine vekirin, da ku pêdiviyên herêmê bicih bîne û perwerdeya zanîngehê rasterast bi xizmeta civakî û bazara kar ve girêbide. Zanîngeha Kobanê planên xwe yên berfirehkirina pisporiyên xwe didomîne, beşên nû yên wekî fakulteya Zanistên Civakî, fakulteya Mîmarî û Endezyariya Çandiniyê vekir. Wekî din, her sê zanîngehan bernameyên masterê yên nû di gelek pisporiyan de destnîşan kirine, ku dihêle xwendekar xwendina xwe ya lîsansê di nav herêmê de bêyî ku biçin derveyî welêt bidomînin.
Hevserokê Meclisa Zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Xelîl Elî destnîşan kir ku asta xwendekaran bi gelemperî baş e û anî ziman: “Di gelek waran de xwendekarên berbiçav hene. Lêbelê, em dizanin ku hewcedariyek mezin heye ku aliyên pratîkî û sepandî bi rêya perwerdehiya mexberan û meydanê werin baştir kirin, û ev e ya ku em di planên xwe yên pêşerojê de li ser dixebitin.”
Pilan û projeyên hatin pêşxistin
Hevserokê Meclisa Zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Xelîl Elî tekez kir ku destkeftiyên herî girîng vekirina zanîngeh û peymangehên nû bû wiha got: “Herwiha danasîna bernameyên masterê li her sê zanîngehan û yekkirina pêvajoya qebûlkirinê bi rêya Encumena Zanîngehê bûn. Hin proje hatine temamkirin, weke berfirehkirina pisporiyan û vekirina beşên nû, lê yên din hîn jî berdewam in, wek pêşxistina mexberan û pêşvebirina lêkolînên zanistî.
Planên pêşerojê ji bo pêşxistina perwerdehiya bilind
Hevserokê Meclisa Zanîngehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Xelîl Elî wiha gotina xwe qedand: “Planên me ji bo pêşxistina perwerdeya bilind li ser van mijaran disekinin: Pêşxistina binesazî û mexberan, bi rêya bernameyên perwerdehiyê yên berdewam, ji bo xurtkirina kadroyên xwendinê, avakirina hevkariyê bi zanîngehên biyanî re ji bo danûstandina pisporiyê û naskirina bawernameyan, pêşvebirina lêkolînên zanistî di warên têkildarî herêmê de, wek çandinî û tenduristî, girêdana perwerdehiya zanîngehê bi bazara kar re ji bo hêsankirina derfetên kar û ji bo xwendekarên derçûnî. Ji bo pêşxistina perwerdeya bilind piştgiriyeke mezin û avakirina mexberên nûjen û pirtûkxaneyên dîjîtal hewce dike her wiha pêdivî bi berfirehkirina bernameyên minheyên xwendinê, perwerdekirina mamosteyan û ya herî girîng jî avakirina têkilî û hevkariyê bi zanîngehên navneteweyî re heye da ku naskirina bawernameyan were misogerkirin û ji bo ku xwendekar û xwendekarên derçûyî derfetên mezintir ji bo vebûna akademîk werin peydakirin.”





