Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Xwezaya bajarê me jiyana me ye’

16/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 ‘Xwezaya bajarê me jiyana me ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka TEV-Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Tevgera Çandê ya Mezopotamya bi hevkariya Şaredariya bajarê Qamişlo dest bi çêkirin û xemilandina parka giştî ya bajarê Qamişlo kiriye û got, “Xwezaya bajarê me jiyana me ye.”

Tevgera Çandê ya Mezopotamya bi hevkariya şaredariya gel a bajarê Qamişlo, ji bo çêkirin û xemilandina parka giştî ya bajarê Qamişlo dixebitin. Da ku ew dîsa bibe ciheke xweşik ji bo bêhinvedanê û xizmeta niştecihên bajar bike. Di derbarê mijarê de hevseroka TEV-Çand ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sumeya Mihmed ji Rojnameya me re axivî.

Parka Giştî ya Qamişlo tê çêkirin û xemilandin

Sumeya Mihmed da zanîn ku Tevgera Çandê ya Mezopotamya bi hevkariya şaredariya gel a bajarê Qamişlo dest bi çêkirin û xemilandina parka giştî ya Qamişlo kirIye û wiha got: “Weke Tevgera Çandê ya Mezopotamiya me xwest ku xwedî li parka giştî ya bajarê Qamişlo derkevin. Parka giştî ya bajarê Qamişlo bIbû çolistan û tevahiya daranên wê hişk bibûn. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku vê parkê ji nû ve çêkin û bixemilînin. Herwiha tenê TEV-Çand bi çêkirin û xemilandina parkê rabû ye, da ku wê veguherîne gulîstana çand û hunerê. Di vê parkê de wê hemû cureyên kurdewariyê hebin, di heman demê de wê peyîkerên hunermedanan lê werin bicihkirin. Tiştên çandî yên ku bi destan tên çêkirin, herwiha beşên wênesaziyê jî wê hebin û di nava parkê de wê nafûrek jî were çêkirin. Cihên kafê wê were serrastkirin û cihên muzîkê li parkê were çêkirin.”

‘Li parka giştî ya Qamişlo 500 dar wê werin çandin’

Sumeya Mihmed da zanîn ku di şiklê parka giştî ya bajarê Qamişlo de guhertin hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Li parka giştî ya bajarê Qamişlo 500 dar wê werin çandin, herwiha wê gelek cureyên gulan jî werin çandin. Di heman demê de, wê gelek berhemên dîrokî yên kurdî lê werin bicihkirin. Mesrefa xemilandin û çêkirina parkê nêzî 100 hezar dolar dike, bêguman ev yek têrê nake. Ji ber ku heger tu li gorî xwe parkê bixemilîne nêzî 300 hezar dolar pêwîst e. Ji ber ku dîkorên li parkê werin bicihkirin gelek mesref pêwîst e. Lê em ê hewl bidin ku her sal dîkorên parkê zêde bikin, ev yek jî li gorî derfetên di nava destê me de ne.”

Hevseroka TEV-Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin ku heta serê salê çêkirin û xemilandina parka giştî ya bajarê Qamişlo bi dawî bikin. Di heman demê de, ez bi hêvî me ku her kes xwedî li parastina xwezaya bajar derkeve. Ji ber ku parastina xwezaya bajar erkê her kesî ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.