Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

7’emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer dest pê kir

15/09/2025
in NÛÇE
A A
7’emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi dirûşmeya ‘Her govendek çîrokek e, her çîrokek dîrokek e’ Roja xwe ya yekemîn li parka a Azadî ya Qamişloyê dest pê kir.

Îro li bajarê Qamişlo 7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi dirûşmeya ‘Her govendek çîrokek e, her çîrokek dîrokek e’ ku ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) û Komîna Govendê ve hatiye orgenîzekirin, li parka Azadî bi roja xwe ya yekemîn dest pê kir. Wê Festîval 3’ê rojan dewam bike.

Bernameya roja yekemîn bi rawestandina deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat destpêkirin. Û bixêrhatina mêvanan hate kirin.

Piştre Li ser navê komîteya Amadakar Zana Honer û Sumeya Mihemed axivîn û wiha gotin: “Em vê festîvala heftemîn bi taybetî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û hemû şehîdan diyarî dikin. Wan destnîşan kir ku festîvala ku ew îro li dar dixin, festîvala azadî û aştiyê ye, ku Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî jî tê de beşdar in.”

Di heman demê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldarl Xelîl tekez kir ku festîval peyamek siyasî û çandî hildigire ku ji aliyê xwe yê hunerî wêdetir diçe. Di axaftina xwe de got, “Ev festîval ne tenê bi performansên hunerî ve sînordar e, lê belê îradeya gel a ku daxwaza demokrasiyê, pirrengiyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk dike, temsîl dike. Ew bangek ji bo Sûriyeyek yekgirtî ye ku Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî û nûnerên hemû gelan di nav xwe de digire. Ew her wiha bersivek e ji bo pêkanîn û binpêkirinên berdewam ên li deverên peravê û Suweydayê, û peyamek ji bo her Sûriyeyiyekî dilsoz ku ji bo Sûriyeyek nû li ser bingeha yekîtî û hevgirtina gelên wê bixebite. Yekîtî ne tenê bi rêkeftinên siyasî, lê bi hevgirtina çandî û hunerî pêk tê. Bi van çalakiyan, ku gel dîrok, çand û hunera xwe diyar dikin, wêneya Sûriyeyek yekgirtî dikare were pêkanîn.”

Bernameya roja yekemîn wiha bû:

1-Koma YPJ

2_koma Ş.Serhed yê kevneşopî-Heleb.

3-Koma Palmîra.

4-Koma Milî ya govendê.

5-Koma Yarsosa ya Suryanî.

6-Koma Ş.Sînan- Kobanê.

7-Koma Hekarî ya Aşûrî.

8-Koma dayikan ya Ş. Reyhan- xweser- Amûdê.

Hêjayî gotinê ye ku wê Festîval heta 17’Îlonê dewam bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.