Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Komînan li bajarê Dêrikê hat lidarxistin

14/09/2025
in NÛÇE
A A
Konferansa Komînan li bajarê Dêrikê hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Li bajarê Dêrikê Konferansa komînan bi dirûşmeya ” Komîn Bingehê Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e” hat lidarxistin.

Li bajarê Dêrikê konferansa komînan bi dirûşmeya “Komîn Bingehê Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e” li hola Dêrik hat lidarxistin. Di konferansê de hemû Rêveber û endamên komînên bajar û gundewarên wê beşdar bûn, herwiha hemû rûspî û serokê eşîrên bajêr jî hazir bûn.

Di destpêka konferansê de hemû hazir xulekeke bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Paşê hevseroka Meclisa Bajarê Dêrikê Rojîn Çeto bixêrhatina hemû haziran kir û pilansaziya konferansê zelal kir.

 

Piştre perespektîfên Rêber Apo bi zimanê Erebî ji hêla Lawîn Cidî’i ve hat xwendin û bi zimanê Kurdî ji hêla Ilham Ebdulahve hat xwendin. Herwiha xala ku di Hevpeymana Civakî de, li ser komîn û meclisan û çawaniya bi rêvebirina wê û sîstema wê jî ji hemû beşdarvanan re hat xwendin.

Di berdewamiya Konferansê de endama Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Ferîda Ehmed axivî û wiha got: “Di serî de em vê konfiransê li Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dikin, ji ber ku bi ked û saya wan îro roj em li vir hazirin. Rêber Apo di perespektîfên xwe de balê dikşîne ser gelek xalan û gelek riyan li pêşiya me ronî jî dike. Di sedsala 21’emîn de em jiyan dikin, ev sedsala zanist, zanîn û pêşketinê ye, lê mirov ji civaka xwe gelek qutbûye û dûrketiye. Cîhan tevahî di guhertinê re derbas dibe û şerê ku li dar dikeve bi şerê cîhanê yê siyem tê naskirin, ev şer dixwaze guhertinê çêbike. Lewma Rêber Apo ji bo me hertim dixwaze peyam û nameya rêke û me hişyar bike ku dewletên hegemonîk dixwazin bi riya van pilanan çi bikin û welat ber bi kur ve bibin. Dema em li dîrokê vedgerin em dibînin ku dema ku netew dewlet di Rojhilata Navîn de hatin avakirin destpêkê di Sûrî de hat avakirin ew jî rêjîma Baas bû, niha jî dixwazin bi riha HTŞ’ê vê yekê careke din ji nûve şîn bidin, lê bila di wê baweriyê de bin gelekî ku bi ax, çand û dîroka xwe ve girêdayî bê tu kes nikare hêza wê têk bibe.”

Piştî wê komisyonê derfeta da hemû beşdarvanan ku nirxandin, nêrîn û pêşniyarên xwe bikin.

Di dawiyê de Hevserokên Meclisa bajarê Dêrikê da zanîn ku ew nirxandin û pêşinyarên gel wekî erk digrin ser milê xwe û ew ê bi demê re hewil bibin hemû pirsgirêkan çareser bikin da ku civak hertim hevgirtî be û xwedî nirx be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.