Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Rêber Apo ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyamek şand û di peyamê de diyar kir ku yekitî û piştgiriya wan a ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e û got, “Ez piştgirê xwişk-biratî û yekîtiya gelê Kurd û Ereb im.”
Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re ji Girtîgeha Îmralî peyamek şand û got: “Ez piştgirê xwişk-biratî û yekîtiya gelê Kurd û Ereb im, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye.”
Naveroka peyama Rêber Apo ya ji bo şêx û rûspiyên Eşîran wiha ye:
Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re, dostên hêja: “Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim. Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin. Di dilê dîrok û boriya wê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.
Ev yekîtiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Herwiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lewre ev helwest û yekîtiya li Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye. Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk dan. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bijîn. Ev jî bi piştgiriya we ji QSDˊê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDˊê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.
Dostên hêja:
Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn, ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin. Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim. Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim
Di jiyana we de tenduristî û serkeftinê dixwazim.
Silavên dostane û biratî





