Mihemed Seydi
Di çend hevpeyvînên bi fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re wî got ku ew bi qasî dikarin, dixwazin bi hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê re nekevin nava şer û hewl didin hemû nakokî û pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Ev zêdetirî 9 heyvin rêjîma Baas hilweşiyaye û serokê wê Beşar El-Esed reviyaye, lê li Sûriyê tu tişt neguheriye.
Pirsgirêka gelê Sûriyê ya Demokrasiyê û ewlehiyê hebû, ev jî hîne heye û dewam dike. Bi hezaran mirov ji aliyê saziyên îstîxbaratê yên rêjîma berê ve dihatin revandin û kuştin, xizmên wan nikaribûn çarenûsa zarokên xwe nasbikirana û av û av diçûn. Niha jî roj derbas nabe ku nûçeyên mirov hatine girtin û paşê cenazeyên wan hatiye dîtin an jî li ser cenaze şopên êşkenceyê heye tên belav kirin. Her wiha di nava saziyên hikumeta demkî de gendelî hîn mezintir bûye û li hember parên pereyan, peymanên aborî yên bi guman tên îmzekirin û destûra derbaskirina madeyan ji bo hinek Bazirganên pereyên zêde bidin berpirsan tê dayîn. Bi rastî jî mirov dema hêviyekê ji vê desthilata nû bike, ew ê di bingeh de şaştî û xwe xapandin be. Ma kî ne yên niha li Koşka desthilatê li Şamê rûniştî ne? Yên zilamên desthilata berê bûn an jî çavtengî dikirin ka çima para wan a gendeliyê kêm e, rabûn ketin nava HTŞ’ê û grûpên dijber û wiha dest guherîn. Li aliyê din, HTŞ’ê Ku dîroka wê ya terorê eşkereye û xwe bi heft avan bişo jî ew ê ji vê zihniyeta xwe xilas nebe. Ji ber ji bilî tunderewî û kuştin û terorê tiştek di Tûrikê wê û endamên wê de tune. Lewma li Sûriyê bi çûyîna Rêjîmê tiştek neguheriye. Mirov hîne jî birçî ne û ewlehiya wan jî tune.
Hemwextî vê tevliheviya li herêmên di bin desthilata veguhêz a Şamê de û bi taybet piştî komkujiyên li Hember Elewî û Durziyan, meha derbasbûyî hat ragihandin ku ew ê hilbijartinên Parlamantoyê werin li darxistin. Li gorî biryara serokê desthilatê Ehmed El-Şerei, wê ji sisiyan yek ji endamên vê parlementoyê ji aliyê wî bi xwe ve werin hilbijartin. Dîsa ew ê li Siwêdayê û bakur û rojhilatê Sûriyê jî hilbijartin nebin. Lê gelo ma pirsgirêk pirsgirêka hilbijartina ye?
Rêjîma Esed jî hilbijartin li dar dixistin û sanduq dadanîn û ji sedî 99,99 dengan digirt û meclisa gel jî ava dikir lê çima sûriyan serî hilda? Ji ber desthilat li peyî kursiya xwe ye û dest jê bernade, lê milet wekhevî, demokrasî û Edaletê dixwaze.
Dîsa bi lidarxistina van hilbijartinan di rojên pêş ên nêz de, HTŞ’ê dixwaze rewabûna xwe bide nîşandan û bibêje vaye me destûr çêkir, hikûmet ava kir û meclisa gel jî hildibjêrin. Lê tu alî wê baweriya xwe bi van çete û tunderewan neyîne. Pişta xwe bi dewleta Tirk xurt dikin, lê dewleta Tirk bi xwe şaş bûye ka ew ê çawa xwe li ser linga bigre. Dilê xwe bi peywendiyên bi Qeterê re xweş dike, lê me dît Îsraîl çawa ew bombebaran kir. Ehmed El-Şeri bi hevdîtina bi Trump re dilê xwe xweş kir, lê Amerîka cezayên li ser Sûriyê ranekirin.
Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku pirsgirêka xelkê Sûriyê ne li darxistina hilbijartina ye lê biryara Demokrasî, wekhevî û Edaletê ye. Ev jî hişmendiyeke sivîl û bîrbir dixwaze, ne selefîtî, îslamîstî û tunderewiyê. Lewma xelkê Sûriyê vê desthilata bi pêşengiya Ebû Mohamed El-Colanî qebûl nakin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Siwêdaa û Berav nikarin vê zihniyetê qebûl bikin û ji bo wê nikarin bi Şamê re bighêjin encamekê.






