Dîlan Mulhim\Qamişlo
Terziyê ji bajarê Amûdê Ebdulbaqî Mihmed zêdetirî 55 salan e karê dirûtina cil û bergan dike. Wî ji zaroktiya xwe ve ev pîşe hilbijart û heta niha jî wekî ku karekî pîroz e berdewam dike.
Karê dirûtinê yek ji kevintirîn pêşeyên ku mirovan afirandiye û bi demê re pêş ketiye. Di demên berê de dirûtin bi bi derziya destan dihat kirin, lê her ku çû bi pêşketina teknîkê re dirûtin pêş ket. Di dema niha karê dirûtinê bi giştî bûye bi riya makîneyên dirûtinê yên nûjen.
Yek ji terziyên bajarê Amûdê Edilbaqî Mihmed ku di sala 1954’an de ji bajarê Amûdê ji dayîk bû ye, zêdetirî 55 salan e karê terzîtiyê dike. Wî ji zaroktiya xwe ve ji vî karî heskiriye û 18 saliya xwe de dest bi kar kiriye.
Di derbarê karê dirûtina çil û beragn de, terziyê ji bajarê Amûdê Ebdulbaqî Mihmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Hezkirineke min a mezin ji karê dirûtinê re heye’
Ebdilbaqî Mihmed anî ziman ku wî ji 18 salî ya xwe ve dest bi karê dirûtina cil û bergan kiriye û wiha got: “Dema ez biçûk bûm hezkirineke min a mezin ji karê dirûtina cil û bergan re hebû. Li ser vî bingehî min dest bi karê dirûtina cil û bergan kir, herwiha destpêkê ez li cem mamosteyekî Suryanî li bajarê Amûdê fêrî karê dirûtina cil û bergan bûm. Bi demê re ez hêdî hêdî fêrî karê dirûtinê bûm. Lewma di sala 1972’an de min dest bi karê dirûtina cil û bergan kir.”
‘Karê dirûtinê ji bo min pîroz e’
Mihmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Karê dirûtina cil û bergan ji bo min pîroz e, di heman demê de karê dirûtinê ji bo min kêfxweşiyeke mezin e. Ji ber ku hezkirineke min a mezin ji karê dirûtina cil û bergan re heye. Roja ku ez karê dirûtinê nekim, ez wê rojê pir xemgîn û nexweşim. Ev zêdeyî 55 salan e, ez li bajarê Amûdê karê dirûtina cil û bergan dikim, helbet êş û zehmetî hene, lê ez wan zehmetiyan di ber çavan re derbas dikin.”
‘Ez tenê cil û bergên mêran didirûm’
Ebdilbaqî Mihmed da zanîn ku ew tenê cil û bergên mêran didirû û wiha pê de çû: “Di destpêkê de, min kirasê mêran didirûtin, ji ber ku wê demê mêran kiras li xwe dikirin. Lê di dema me ya niha de ev yek kêm bû ye. Herwiha min sê zarokên xwe fêrî karê dirûtina cil û bergan kirin.”
Terziyê ji bajarê Amûdê Ebdilbaqî Mihmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Karê min niha di asteke pir baş de tê meşadin. Herwiha ez di karê xwe de pir rihetim. Nebûna eletirîkê dibe asteng li pêşiya karê min. Heta ku çavê min ronahiyê dibîne, ez karê dirûtina cil û bergan berdewam bikim.”





