Hafiz Ahmet Turhalli
Di 27’ê Sibatê de, Rêber Abdullah Ocalan ji bo aşitiyeke mayinde di nav Kurd û Tirkan de pêk were, pêvajoyeke çareseriyê da destpêkirin.
Gavên ku ji hêla bizava Kurd ve hatin avêtin, gavên gellekî wêrek û dîrokî bûn. Bi avêtina van gavên wêrek û dîrokî, hemû aliyên têkildar û dijber jî matmayî man.
Ev gavên wêrek û bi cesaret, nîşana feraseteke pêşketî û bixwe bawerbunê jî da nîşandan. Dema bizava netewiya Kurd ev gavên wêrek pêk anîn, hemû cîhanê, ji Çînê heta dewletên yekbuyî yên Emerikayê piştgirtiya xwe nîşan dan. Pirs ev e: Gelo birêz Ocalan bi çi bawer bû û çawa kare di bin tecrîdeke giran de van gavên girîng bê pirsgirêk bavêje? Diyare; Neyarên milletê me ne serokatiya vê bizavê û ne jî vê bizavê baş nas nakin! Ger rastiya vê rêxistinê were naskirin, dê bibînin vê rêxistinê çend sed caran, xwe ji tunnebunê afirandiye, çend caran ji xweliya xwe xwe nû kiriye. Neyarên vê milletê hê jî vê rêxistinê û serokataiya wê baş naşopînin.
Di destpêka damezrandina vê rêxistinê de, serkirdeyên vê rêxistinê hatine desteserkirin û zêdetirî wan di tekoşînê de bûne cangorî.
Serokê vê rêxistinê ev 26 sal in di bin tecrîdêke giran de dijî.
Tevî hemû êrîş û daxwazên tunnekirinê jî, ev rêxistin her diçe mezintir dibe.
Ev bizav îro li çar hêlên Kurdistanê û hemû cîhanê weke rêxistinekî şoreşger tê qebûlkirin.
Lê diyare neyarên me yên ku ev sed sal zêdetire bi me re di nava şer û pevçûnan de ne, hê jî ji ya xwe danakevin. Ew hê jî me biçûk û bêhêz dibînin. Li gor wan Kurd, Kurdên sed sal berê ne, ji wan ditirsin û em çawa bixwazin dê Kurd serî bitewînin.
Ji ber wê serokkomar Erdogan, Bexçelî û hawîrdorê wan gefan li bizava Kurd û milletê Kurd dixwin.
Erdogan dibêje; ger em Şûr ji şûna wê derxînin, gotin û pênûs wê bê wate bimînin.
Gelo ev pêncî sale we bi Kurdan re kengê pênûs û gotin bikar aniye? Berovajî wê, we tenê şûr, top, tanq û firok bikar anîne.
Di vî şerê de, bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran birîndar çêbûn, bi deh hezaran di girtîgehên de ne, bi hezaran gund, bi dehan bajar û bi mîlyonan Kurd bi darê zorê hatine penaberkirin.
Dema Kurd bi hijmarên hindik bûn ji we neditirsiyan. Neha bi milyonan Kurdên şiyarbûyî hene! Ger hûn dixwazin biratî, aşitî û wekhevî cîbicîh bikin, divê hûn zimanê xwe biguherînin.
Divê hûn weke mirovên têgihaştî, daxuyaniyên kêrhatî bidin.
Hûn bi nêzikbûnên berê nikarin vê pirsê çareser bikin. Divê axeftinên we bi hurmet bin. Nirxandinên we ji dil bin û biratiya we ne biratiya mar û rovîyan be.
Hûn carekê din şûr bikar bînin, ew ê Kurd jî berxwe bidin.
Berxwedana Kurdan li dinyayê deng vedaye û yên herî zêde vê berxwedanê dinasin hûn bi xwe ne.
Îro milletê Kurd li cîhanê hatiye naskirin û hezkirinekî Kurdan di nava gelê cîhanê de çêbûye.
Dibe ku hê jî têkiliyên we bi henek desthelatên cîhanê yên berjewendî perest re hebe, lê derfet û destkeftên Kurdan jî berfirehtir bûne.
Ger hûn plan dikin bizava Kurd bi dek û dolaban têk bibin, divê hûn beriya têkbirina Kurdan li belavbûna xwe razî bibin.
Dev ji gefan berdin, pêvajoyê bi durustî bimeşînin.






