Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberiya Navenda Jiyan a tiba alternatîf Ezîme Mihemed destnîşan kir ku di çarçoveya tiba alternatîf de 100 giha ji bo çêkirina dermanê xwezayî têne amadekirin û wiha got: “Em dixwazin tedawiya dermanê xwezayî li nava civakê belav bikin û ji nû ve pêş bixin.”
Bi derbasbûna demê re dermanên xwezayî hatine paşguhkirin û ji bîr kirin, ji ber pêşketina kargehên çêkirina dermanên kîmyewî. Di çarçoveya xebatên tiba alternatîf de li navenda Jiyan 100 cûreyên giha ji bo çêkirina dermanê xwezayî têne bikaranîn. Navenda Jiyan ya tiba alternatîf ku tê de hemû cureyên gihayên ku dibin derman ji nexweşiyan re bi rêbazên tedawiya xwezayî, têne çêkirin.
Navenda Jiyan a tiba alternatîf di bin sîwana Desteya Tenduristî ya herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li taxa Cûdî ya Qamişlo di sala 2023’an bi awayekî fermî hatiye vekirin.
Girdayî vê mijarê Rêvebera Navenda Jiyan a tiba alternatîf Ezîme Mihemed xebatên navenda Jiyan bi me re parve kir.
Armanca vekirina navendên xwezayî
Rêvebera Navenda Jiyan a tiba alternatîf Ezîme Mihemed destnîşan kir ku tedawiya bi dermanên xwezayî bê zirar in û sûdên wê pir bi encam in û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi salan tedawiya bi dermanê xwezayî hatiye paşguhkirin û jibîrkirin, em dixwazin ji nû ve tedawiya dermanê xwezayî di nava civakê de belav û pêş bixin. Xaka Rojavayê Kurdistanê dewlemend û gelek cûreyên nebatan şîn dibin, lê belê heta aniha sûd ji vê yekê nehatiye wergirtin. Yek ji mijarên sereke yê Navenda Jiyan a tiba alternatîf ew e ku dermanê xwezayî bi demê re tune nebe û sûd ji giha û nebatan bê wergirtin. Li navenda Jiyan dermanê xwezayî bi destên jinan têne çêkirin hem jî tedawiya gel tê kirin, li kêlek vê xebatê perwerdeyên çêkirina dermanê xwezayî tê dayîn da ku mirovên derdorê pê sax bibin.”
Zehmetiyên peydakirina giyayan

Ezîme Mihemed diyar kir ku ji ber kêmbarîna barana îsal gelek zehmetî dîtin di komkirina berhem û giyayên pêwîst û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê me berê xwe da çandina giyayan. Du baxçeyên navendê hene û tê de giyayên ji bo çêkirina dermanê xwezayî em diçînin, hem jî da ku em zanibin ku giya heta astekê paqij e. Ji ber ku xebata me ji nû ve tê rêxistin kirin zehmetiyên cuda li pêşberî me derdikevin, wekî komkirina giya, zuhakirina wê, parastina giya, derxistina zeytê ji tov û giyayan, kelandina wan. Herwiha peydakirina amûrên ku em bi riya wan derman amededikin.
Di çêkirina dermanan de em giyayên wekî Iklîl Cebel, reşreşk, meyremiyê, kizbera, qurnefil, zencebîl û beybûn û nêzî 100 cûreyên gihayan bi kar tînin û ji hin şînahiyan zeytê derdixînin û ji bo nexweşiyan bikrtînin.”
Cureyên nexweşiyên ku têne tedawîkirin
Ezîme Mihemed diyar kir ku nexweşên têne navenda wan dema encamê digrin gelek nexweşên din bi xwe re tînin û got: “Ev yek jî nîşan dide ku ji tedawiya bi dermanê xwezayî kêfxweş in, êdî hestekê pir xweş em dijîn, lewma ev yek dihêle em zêdetir xebatên xwe xurt bikin.
Di nava van nexweşiyên ku em li navendê tedawî dikin û derdikevin pêş wekî bîrov, sedefiyê, ekzîma, dîsk, çong, pirsgirêkên hestî, pirsgirêkên rovî, nexweşiyên girêdayî jinê .”
Alavên li navendê têne bikaranîn
Di navenda Jiyan de alavên kelandinê ji bo derxistina ava paqij û zeyta giha heye, alava derxistina zeyta zelal ji tovan, alava kapsula heye û alava ji bo ku piştê dûz bike.
Rêvebera navneda Jiyan Ezîme Mihemed destnîşan kir ku gelek welatî ji bona xwe tedawî bikin berê xwe didin navenda Jiyan û wiha got: “Navenda Jiyan ji seat 8‘ê Sibehê heta 3’ê nîvro nexweşan pêşwazî dike. Her derman buhayê wê dighêje 50 hezar leyreya Sûrî li gorî nexweşiyê û buhaya muayenê em gelek bi welatiyan re alîkariyê dikin.” Rêvebera navenda Jiyan a tiba alternatîf Ezîme Mihemed wiha gotina xwe qedand: “Gereke mirov hişyar be dibikaranîna giha ji ber ku bikaranîna şaş bandorê li ser jiyana mirovan dike, her tişt sînorek jê re heye û bikaranîna giyayan, herwiha ji bona çêkirina dermanan jî wiha ye.”
Di navenda Jiyan ya Tedawiya Xwezayî de 3 xebatkarên jin hene li kêleka wê jî xebatkarên mêr cihê xwe di karê çandina giyayan de digrin. Ji bo perwedeya çêkirina dermanê xwezayî 4 jin hene û fêrî hemû cureyên dermanên xwezayî û çawaniya tedawîkirina bi awaykî xwezayî dibin.





