Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Navend ji bo bidawîkirina diyardeya derbiderbûna zarokan ava bûye’

14/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Navend ji bo bidawîkirina diyardeya derbiderbûna zarokan ava bûye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevseroka Naveneda Helebça ya Zarokan Sureya Ebas anî ziman ku armanc ji avakirina Navenda Helebça bidawîkirina diyardeya derbiderbûn û parsektiya zarokan e û got, “Heya niha 2 hezar zarok derbasî navendê bûn û jê derçûne, li gorî şopandinê encamên baş ji bo zarokan pêk hatin.”

Navenda Helebça ya Zarokan, navendeke bi armanca perwerdekirin, guhpêdan û geşepêdana zarokan di 1’ê Îlûna 2022’yan de ava bûye. Ev navend ji hêla Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ve li gundê Xizna yê ku bi 19 kîlo metreyan dikeve rojhilatî başûrî Qamişlo hat damezrandin. Niha li vê navendê 20 zarokên bêkes, ên derbiderbûyî û zarokên ku parsektî dikirin, hene. Derbarê kar û xebata Navenda Helebça ya Zarokan, hevseroka wê Sureya Ebas ji rojnameya me re axivî.

‘Navend ji bo bidawîkirina diyardeya derbiderbûna zarokan ava bûye’

Sureya Ebas da zanîn ku armanc ji avakirina Navenda Helebça bidawîkirina diyardeya derbiderbûn û parsektiya zarokan e û wiha got: “Navenda Helebça ya Zarokan ji hêla Ofîsa Zarokan a Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ve hatiye vekirin. Ji ber ku rêjeya parsebûn û derbiderbûna zarokan li herêmê zêdebibû, ev navend hat avakirin da ku ev herdû diyarde bi dawî bibin. Herwiha armanc ji avakirina Navenda Helebça, parastina zarokan ji tundiya ku li kolanan li ser wan tê kirin e. Di heman demê de ji bo jîngeheke guncav ji bo zarokan were avakirin, hewldaneke bi vî rengî çêbû û pêk hat.”

‘Heya niha 2 hezar zarok derbasî navendê bûne û derçûne’

Sureya eşkere kir ku ji avabûna navendê heya roja îro nêzî 2 hezar zarok derbasî navendê bûne û jê derçûne û weha domand: “Navenda Helebça hat amadekirin ji bo guhpêdana bi zarokan, da ku zarok di jîngeheke guncav de bijîn. Li aliyekî din ji bo zarok pêdiviyên jiyanê yên pêwîst bi dest bixin, guhpêdana perwerdeyî, tendurstî û lidarxistina çalakiyên girêdayî jêhatiyên wan, tên pêkanîn. Zarokên ku derbasî navendê dibin, temenê wan ji zarokên 5 salî heya 18 salî ye. Di destpêkê de dema ku zarok derbasî vir dibin, em gelek astengiyan dibînin, ji ber ew di jîngeheke neguncav rabûne, hem jî temenê hin zarokan di sînorê sîpetiyê de ye. Lewma her zarokeke ku tê navendê, guhdana tekane ji hêla perwerdekaran çêdibe. Di heman demê de kesên perwerdekar danûstandinê bi wan re dikin û hewl didin ku nas bikin, çima zarok neçar bûne derbider bibin û parsektiyê bikin. Ev yek jî heya ku zarok derbasî atmosfera navendê dibin û danûstandina wan bi derdorê re pêk tê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku xebata me berdewam dike û heya niha derdora 2 hezar zarok derbasî Navenda Helebça bûne û jê derçûne.”

‘Zarok tên perwerdekirin û çalakiyên guncav ji bo wan tên lidarxisitn’

Sureya Ebas diyar kir ku ew perewerdeyên guncav didin zarokan û wiha axivî: “Li navendê perewerdekarên bispor ji bo zarokan tên amadekirin. Di heman demê de hemû cûreyên perwerdeyan ji bo zarokan tên dayîn, ew bi awayekî sîstematîk dixwînin, xwendina taybet ji bo wan tê dayîn. Ji bo ku zarok bikevin Gelek ji wan hene ji xwedinê bêpar mane, armanca me jî ew e ku em zarokên zane biafrînin. Li aliyekî din em li gorî jêhatiyên zarokan perwerdeyên pîşeyî weke dirûtina çekan, pîşeya berberiyê û hwd tên dayîn. Perwerde tên dayîn heya ku perwerdekar tekez dibin ku bandora derbderbûn û parsektiyê li ser zarokan bi dawî bûye.”

‘Xebatên navenda Helebça encamên baş bi xwe re anîn’

Hevseroka Naveneda Helebça ya Zarokan Sureya Ebas anî ziman ku navendê encamên baş ji bo zarokan bi xwe re anîn û wiha bi lêv kir: “Navenda Helebça bandoreke erênî li zarokan kir, ji ber ku em bi hemû derfetên xwe û ji hemû aliyan ve guh didin zarokan. Em dibînin ku bi riya avabûna vê navendê encamên baş pêk hatin. Her zarokeke ku derbasî navendê dibe û jê derdikeve, sûdê werdigire, zarok fêrî sincên pak, xwendin, nivîsandin û nirxê zarokatiyê bibe. Wekî tê zanîn gelek zarok ji navendê derçûne, piştî ku ew derketin, dîsa serdana me kirin û spasdariya me kirin, hem jî guhertina ku bi saya Navenda Helebça bi wan re çêbû, bi erênî nirxandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.