Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî gef û êrişan, Şerê Gelê Şoreşgerî

14/09/2025
in ROJEV
A A
Li hemberî gef û êrişan, Şerê Gelê Şoreşgerî
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Di rewşa heyî de ku Sûriyê û bi taybet Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, girîngiya pêkanîna rêgeza Şerê Gelê Şoreşgerî û xweparastin xwe ferz dike.

Sûriyê bi giştî û herêma Bakur û Rojhilatê wê bi taybetî, di rewşeke awarte de ne, rojane guhertinên bilez çêdibin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hin alî hewl didin sûdê ji van guhertinan bigirin û herêmê dagir bikin. Ji ber van guhertin û hewldanên dagirkeriyê, girîngiya şerê gel ê şoreşgerî derdikeve holê.

Têgeha Şerê Gelê Şoreşgerî

Şerê gelê şoreşgerî stratejiyek e ku li ser esasê beşdariya berfireh a gel di têkoşîna siyasî û leşkerî de ya ji bo armanca parastina mafan û bidestxistina guhertinên civakî û siyasî, hatiye avakirin. Di şerê gelê şoreşgerî de tevahî beşên civakê bi karker, kedkar, jin, ciwan kal, pîr û hwd, li hemberî rûbirûbûna pirsgirkên ewlehî, aborî û siyasî seferber dibin. Şerê gelê şoreşgerî têkoşîneke çekdarî tenê nîn e, modeleke têkoşîneke topyekûn a gel e ku armanca wê rizgarkirina civakan ji despotî, dagirkerî û kedxwariyê ye. Herwiha şerê gel ê şoreşerî wek têgeh, rizgarkirina civakî û bîrdozî ya ji bo avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ye.

Şerên ku 5 hezar sal in li hemberî civakê tên meşandin, weke şerê êrîş, komkujî, îstîsmar û mêtingeriyê bûne sazî. Li hemberî van şeran, civak ji bo xwe li hemberî van êrîşan biparêzin, hebûna xwe ewle bikin, ewlekarî û azadiya xwe misoger bikin, divê parastina xwe bikin. Di demeke wiha de li cîhanê kulmek ax nemaye ku şaristaniya dewletparêz bi şer negihaştiye wê, dest neavêtiyê û serwerî pêşnexistî be. Ji ber vê yekê Şerên Gel ê Şoreşgerî yên li ser bingeha xweparastinê ya hemû mirovahiyê, gelekî cidîtir ketiye rojevê û divê bikeve rojevê. Ji ber ku pergala modernîteya kapîtalîst hemû mirovahiyê kiriye kole. Civak qetil kirin û xistin ber qirkirinê. Bi taybetî jî ji bo me Kurdan pêvajoya ku di bin lepên qirkirinê de ye berdewam dike û şerê hebûn û tunebûnê wek gel tê meşandin. Ji bo em li hemberî êrîşên qirkirinê yên pergala kapîtalîst bisekinin û hebûna xwe û azadiya xwe biafirînin, divê em têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind. Ji ber vê sedemê ji bo me ketina nav Şerê Gel ê Şoreşgerî rewşeke gelekî lezgîn e.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Girîngiya Şerê Gelê Şoreşgerî

Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de ya di bihara 2011ˈan de dest pê kir, xeta sêyemîn hilbijart. Gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin kir, saziyên xwe yên civakî, ewehî, leşkerî, perwerde, xizmetguzarî, siyasî û hwd ava kirin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar kirin û di oxira vê de zêdetirî 12 hezar şehîd û zêdetirî 22 hezar birîndar dan.

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dîsa jî dewam dikin. Dewleta Tirk jî hem bi artêşa xwe, hem bi çeteyan xwe û hem jî bi şaneyên xwe yên li herêmê xistine nava tevgerê û hewl dide vê projeyê têk bibe, fitneyan derxe û yekitiya gel ji holê rake. Şerê gelê şoreşgerî û seferberiya giştî ya tevahî pêkhateyên civakî, dikarin pêşî li van hewldanan bigirin.

Di dema niha de Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşek hesas û girîng de ye, dijmin bi her awayî dixwaz e aramî û rêxistina vê herêmê xerab bike. Li kêlekî şerê çekdarî şerê taybet dimeşîn e, bi riya vî şerî dixwaze bandorê li civakê bike û şerê navxweyî di nava gelê Kurd de ava bike. Ji ber vê yekê jî ji bo Kurdan rêxistinkirin, yekbûn û xweparastin girîng e. Pêwîste ne tenê gelê kurd lê belê tevahî pêkhate, sazî û dezgehên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest, deng û armanca wan yek be, ji bo parastina war û hebûna xwe. Ji bo vê yekê jî Şerê Gelê Şoreşgerî girîng e û wê li pêşiya hemû alozî û hewaldanên dijminan bigire.

Rola pêşeng a jin û ciwanan e

Di şerê gel ê şoreşgerî de rola jin û ciwanan ya pêşeng e. Ev jî rola wan di civakê de xurttir dike û dînamîkeke civakî ya li ser esasê wekhevî û beşdariya çalak ava dike. Aşkera ye ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe. Lewre jî beşdariya jinan di şerê gel ê şoreşgerî de ji bo pêkanîna guhertineke civakî ya bingehîn şert e. Rola sereke di serkeftina Şerê Gelê Şoreşgerî de ya jin û ciwanaye. Ji ber ku jin endama herî bandor di nava civakê de ye û ciwan ew dînemîka ku civak wê li ser ava bibe ye. Azadiya civakê bi ya jinê ve girêdayî ye, ji ber vê jî eger rol û azadiya jinê neyê dîtin, azadî û aramiya civakê nayê dîtin. Jin li herderê de pêşengtiyê dike û di xeta yemîn de cihê xwe digire, di şoreşa Rojava de pêşengtî kir û di şerê gelê şoreşgerî de jî pêşeng e. Ji ber ku xasteka jin ya yekemîn azadî û rêxistinkire. Herwiha ciwan bi çalakiyên xwe û giyana xwe ya şoreşî û welatparêzitê wê serkeftina şoreşê û şerê gelê şoreşgerî misoger bikin.

Rola komîn û meclis

Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser esasê komînan hatiye avakirin. Komîn di esasê xwe de birêxistinkirina civakê ye, mîsogerkirina beşdariya çalak a şerê gelê şoreşgerî ye. Endamên komînan erdnîgariya xwe ji gef, êriş û hewldanên destdirêjiyê diparêzin. Rola girîng di pêkanîna şerê gelê şoreşgerî de ya komîn û meclîsa ye, ji ber ku yê civakê birêxistin dike komînin. Herwiha erka komînê ye ku civakê komî ser hev bike û kombûnekê di nava civakê de çêdike. Herwiha yê ku di şeran de gel bi rêxistin dike komîn û meclîsin, ji ber vê yekê roleke wan ya sereke heye.

Rêber Apo Şerê Gelê Şoreşgerî wiha nirxand:

Divê gel, civak, gel bînin asta rastiya gel a şer dike. Divê karaktera rastiya gel a şerker were bidestxistin. Çi dibe bila bibe, divê were bidestxistin. Şerê li Kurdistanê ne tenê şer e. Şerê hebûn û azadiyê ye. Di vê karakterê de şerek heye. Bi girtina di nava lepên qirkirinê de hewl tê dayîn ku Kurd bi şerê qirkirinê bi tevahî bên tinekirin. Kurd ji bo hebûna xwe, parastin û domandina hebûna xwe divê di vî şerê hebûn û azadiyê de bi ser bikevin. Ger nikaribin vê bikin, wê nikaribin ji tunbûyîna tam rizgar bibin.

Hêzên ji derveyî Kurdan bimînin, wê herî zêde berjewendiyên xwe yên herî mezin winda bikin. Lê hebûna Kurdan mijara gotinê ye. Kurd yan wê rewşa bidestxistina hebûn û azadiya xwe biceribînin û yan jî wê rastî qirkirinê bên. Ew ji fêmkirina bê ka bi şerekî çawa rû bi rû ne û di kîjan rastiyê de ne dûrin. Di encamê de wê çi bibe pêşbîniyek tune. Li gorî vê, bi têgihiştinekê nêzîkbûn, li gorî wê rêxistinkirina gel û şer, bidestxistin û pratîkkirina hêza şer a di wateya rasteqînî de tune ye. Ev rewş ji bo gel û tevgerê metirsiyên mezin çêdike. Dikare bibe rewşek ku bi qirkirin û qetlîamê bi encam bibe. Di nava şer de ne, lê nikarin gel, civak, mirovan li ser bingeha rastiya şer bi rêxistin bikin. Li şûna ku her tiştî li gorî rastiya şer bi hemû aliyên xwe ve pêk bînin, mîna ku li gorî rewşek civakî û aborî ya asayî dijîn. Ev jî; nîşan dide ku ew çiqas ji rastiya şer, ji giraniya şer dûr in. Belê weke mirov, civak û ferd pêwîste di her warî de jiyana xwe li gorî şer birêxistin bikin. Di şerê cîhanê yê sêyem de wê nekare bi awayekî din hebûna xwe biparêze û bidomîne. Ev ne hilbijartin e, pêwîstiyek e. Yan wê li ser esasê rastiya gelan a şerker xwe birêxistin bikin û li ser vê bingehê hebûna xwe biparêzin, yan jî bi pêk ne anîna wan wê bi komkujî, qirkirin û tinekirinê re rû bi rû bimînin.

EZ; dibêjim ku hûn bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne, li gorî wê divê hûn jiyana xwe û her tiştî li gorî wê bi rêxistin bikin. Ez vê wek henek nabêjim! Ez behs dikim ku hûn di nava pêvajoyeke şer a çawa de ne û dibe ku çi bibe. Gelo mîna ku şer tune be, mîna ku di nava şer de nîne mirov dikare bijî? Ma gengaz e ku mirov bi vî rengî tevbigere? Dibe ku tiştekî wisa hebe ku şer tunebe, wekî ku xeterî tune be? Ma mirov dikare bêje ku em dixwazin wekî gel, civak û takekes çawa dilê me dixwaze emê wisa bijîn? Dikare were gotin an jî kirin ku em tevî şer jî emê wekî ku dixwazin bijîn? Hêzên şerker çawa şer kirin û çi kirin her roj tê dîtin. Rewşên xedar diqewimin û pêk tên.

Gel, civak û mirovê Kurd wê hemû jiyan û têkiliyên xwe li gorî şer birêxistin bike. Ger hûn jin û mêr bin jî, hûnê xwe kontrol bikin ku pênc salan destê xwe nedin hev. Hûn ê karibin xwe dîsîplîne bikin. Ger li ser esasê rastiya gelê şer dike di hemû aliyan de xwe bi rêxistin nekin, wê nikaribin hebûna xwe biparêzin. Wê bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû bimînin. Her tişt pir zelal e. Tiştekî ku nayê fêmkirin nîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.