Esma Mistefa/Qamişlo
Zewaca temenê biçûk sûce di derheqê zaroketiyê de. Di cîhanê de zewaca temenê biçûk ne tenê li ser zarokên keç tê pêkanîn di heman demê de li ser zarokên xort jî. Ev diyarde di serdema 21’emîn de li Rojhilata Navîn hê jî tê domandin, li gorî lêkolînan diyar dibe ku ji ber sedema pevçûn û qeyranan ev yek belav bûye. Lê ger mijar bibe rewakirina vê yekê bi zagonê; Weke Îran ev dibe mijara gumana.
Zewaca zarokan
Berî dîroka nûjen, zewaca zarokan pratîkek hevpar bû ku li her derê cîhanê dihat dîtin. Bi hatina sedsala 20’an re, pirs li ser vê pratîkê derketin holê. Piraniya hikûmetan, lê ne hemî, êdî piştgirî nedanê û seranserî cîhanê ev diyarde kêm bû.
Zewaca zarokan an jî zewaca di temenê biçûk de zewacek fermî an nefermî ya zarokên di bin temenê 18 salî de ye. Hat destnîşankirin ku piraniya kesên ku ji van kiryaran bandor dibin keç in ku piraniya wan ji statuya civakî-aborî ya nizm in.
Di gelek rewşan de yek ji hevjînan zarok e û ew zarok bi gelemperî û herî zîde zaroka keçe. Ev ji ber girîngiya keçiktiyê ye ku li ser jinan hatiye ferzkirin. Sedemên sereke yên zewaca di temenê biçûk de xizanî, buhayê bûkê, qelen, kevneşopî û qanûnên çandî yên ku destûrê didin zewaca di temenê biçûk de, zextên olî û civakî, tirsa ji bêzarbûnê, nexwendin û nepejirandina karkirina jinan ji bo pereyan e.
Her sal 12 mîlyon keçên biçûk têne zewicandin
Zêdetirî 650 milyon jinên ku îro li seranserê cîhanê dijîn, di zarokatiya xwe de zewicîne. Her sal herî kêm 12 milyon keç berî ku bigihîjin 18 saliya xwe tên zewicandin. Bi vê yekê her deqeyekê 28 keç dizewicin. Ji her pênc keçan yek berî 18 saliya xwe dizewice an jî tê destgirtin. Bi taybet di welatên nepêşketî de ev hejmar ji du qatan jî zêdetir e: % 40 keçan berî 18 saliya xwe dizewicin, û %12 keçan jî berî 15 saliya xwe dizewicin.
Sedemên Zewaca Zarokan
Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, faktorên ku zewaca zarokan teşwîq dikin ev in: xizanî, newekheviya zayendî, danûstandinên erd an milkê, û çareserkirina nakokiyan. Kontrolkirina cinsîyeta keçan, parastina rûmeta malbatê, adet û kevneşopiyan, û bêewlehiyê, nemaze di dema şer, birçîbûn û nexweşiyan de. Faktorên din jî hene wekî girêdanên malbatî ku tê de zewac rêyek e ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera malbatan de.
Di raporeke YN de ku derbarê zewaca zarokan de di sala 2019’an de derxistibû wiha dibêje:
Lêkolînê eşkere kir ku zewaca zarokan di nav mêran de li Efrîqeya başûrê Sahrayê, Amerîkaya Latîn û herêma deryaya Karayîban, Başûr û Rojhilatê Asyayê û Okyanûsa Pasîfîk pirtir e. Li gorî daneyan, ji sedî 28’ê mêran li Komara Afrîkaya Navîn di temenê zarokatiyê de zewicîne, ku di zewaca zarokên kur de di rêza yekem de ye.
Li îranê bi taybet Li gorî madeya 1041 a Qanûna Sivîl Ji bo keçan temenê zewacê yê herî kêm 13 salî hatiye destnîşankirin.
Di cîhanekê de ku têkoşîna li dijî zewaca zarokan wekî prensîbeke bingehîn a mafên mirovan tê hesibandin, gelek welat hewl didin ku bi reformkirina qanûnên xwe temenê zewacê bigihînin 18 salî. Rejîma melayan li Îranê ber bi aliyekî berevajî ve diçe. Li Îranê, zewaca keçên temenbiçûk ne tenê destûr e, lê di qanûna sivîl de bi awayekî eşkere hatiye bicîhkirin, ku rewatiya wê ya yasayî dide wê.
Li gorî madeya 1041 a Qanûna Sivîl a rejîma melayan, temenê zewacê yê herî kêm ji bo keçan 13 sal û ji bo kuran jî 15 salî, hatiye nivîsandin. Lê xala sereke ew e ku qanûn bi xwe deriyê zewacê di temenên ciwan de vedike. Li gorî di madeyê de hatiye nivîsandin wiha dibêje:
“Peymana zewaca keçekê berî ku ew bigihîje temenê sêzdeh salî tê girêdan, û peymana zewaca kuran berî ku ew bigihîje temenê panzdeh salî tê girêdan. Bi destûra xwediyê wê (Malbat), bi şertê ku bi biryareke dadgeha rayedar were hesibandin”.
Bi gotineke din, eger bav û dadger guncaw bibînin, zewaca keçek di bin temenê 13 salî de dibe qanûnî. Ev destûr, ku qanûnî xuya dike, zewaca zarokan rewa dike. Ew hikûmetê ji çavdêrekî bêalî vediguherîne saziyeke zagonsaz ku piştgiriyê dide vê diyardeya xeternak.
Rejîma melayan Peymana Mafên Zarokan binpê dike.
Ev qanûn bi awayekî eşkere li dijî Peymana Mafên Zarokan e, ku Îran di sala 1993an de tevlî wê bûye. Di vê Peymanê de, zarok bi awayekî eşkere wekî her kesê di bin temenê 18 salî de tê pênasekirin, û dewlet mecbûr in ku wî ji her cûre îstîsmarê, tevî zewaca zarokan, biparêzin. Lê belê, rejîma melayî a ku dijminê jin e, bi şîroveyên xwe yên îdeolojîk û hiqûqî, tevlî şertên vê peymanê nebûye. Hê zêdetir rê li ber binpêkirina wê bi rêbazên yasayî vekiriye.
Tenê li çend welatan, wek Yemen û Nîjer, temenê zewaca keçan ji Îranê kêmtir e, ji ber ku qanûn temenekî diyarkirî destnîşan nake. Bi vî yekê Îran, bi derxistina temenê zewaca yasayî ya 13 salî ji bo keçan, di cîhanê de sêyemîn welatê ku temenê zewaca yasayî ya herî nizm lê heye ye.
Qanûna zewaca zarokan a Îranê sembola avahiyeke ku di bin maskeya Şerîet û qanûnê de serdestî, cudakarî û tundûtûjiyê ava dike. Heta ku qanûnên weha di sîstema yasayî ya Îranê de bimînin, her axaftina li ser edalet, parastina zarokan, an rûmeta mirovan dê vala û sloganî bimînin.
Me Îran weke mînak anî, ji ber Îran vê yekê bi rêya zagonî pêk tîne. Lê belê di Rojhilata Navîn de ev diyarde bi awayekî pir bi kok tê meşandin.
Jin û keç bi taybetî li welatên ku di şer û pevçûnan de ne, Sûriya
Li gorî lêkolînek li ser zewaca zarokan li Sûriyê ku di sala 2018’an de hatiye weşandin “Girls Not Brides/ Keçikin ne bûkin” dît ku zewaca zarokan ji bo keçên Sûrî yên ku penaberî Urdun, Lubnan, Îraq û Tirkiyeyê bûne, pirsgirêkek mezin dibe. Rûxmî ku rêjeya jinên Sûrîyeyî yên di navbera 20 û 25 salî de ku berî gihîştina temenê hejdeh salî zewicîne, berî destpêkirina şer ji %13 derbas nebûye.
Bo nimûne, hejmarên li Urdunê hatine tomarkirin nîşan didin ku zewacên zarokan bi demê re zêde dibin, rêjeya zewacên qeydkirî yên keçên di bin temenê 18 salî de ji %32 di destpêka 2014’an de derbas kiriye. Li Lubnanê, %41ê jinên Sûrî yên koçber berî 18 saliya xwe zewicîne. Ji ber ku gelek zewac nayên qeydkirin, dibe ku ev hejmar di rastiyê de hîn zêdetir bin.
Divê em ji bîr nekin
Tundûtûjiya zêde û koletiya cinsî ya ku di salên 2014 û 2015’an de bi bilindbûna cîhadîzmê re hat, jinan xiste xetereyek mezintir. Keçên ciwan mîna pez li sûkê hatin firotin. Ev yek her hêviya bidestxistina mafên qanûnî yên jinan, wek mînak diyarkirina temenê zewacê yê herî kêm 18 salî, tehdît kir. Gelek malabat jî ji bo ku keçên xwe ji destê wan cîhadiyan xilas bikin, mecbûr diman ku zarokên xwe yên keç bizewicînin. Gelek sedemên ku hêştin ev diyarde derkeve hene, bi taybet di Rojhilata Navîn de. Lê di sedsala 21’emîn de berdewamiya van sûcan, cûceke ku nayê efukirin.
Di Rojhilata Navîn de rêjeyên texmînî ji bo her welatekî (zewaca berî 18 saliyê):
Yemen 50–52%
Sûdan 34–38%
Tirkiye 28%
Îraq 28%
Misir 17%
Mexrêb 16%
Filistîn 15%
Sûriya (berî şer) 13%
Îran 17%
Urdun 36%
Lubnan 39%
Dawî
Berhevkirina daneyên rast li ser zewaca zarokan pir caran dijwar e, hetta di demên aştiyê de jî. Ev ji ber kêmasiyên daneyan an veşartina zewacên zarokan ji ber neqanûnîbûna wan e. li hember van cûcan hemû rêxistin û tevgerên ku xwe weke parêzvanên mafê zarokan dibênin berpirsyarin. Ger îro ev yek di encama pevçûn, pirsgirêk û hiîmendiya civak û malbatê, rewşa jiyanî û derxistina zagonan re tê kirin. Divê li hember wê bêdengî nebe û nebe hinceta berdewamiya van kiryaran. Ger îro li cîhanê şoreşên jin tên lidarxistin li kuderê cîhanê dibe bila bibe rûdanan van kiryaran di derheqê zaroketiyê de, sûc û şerm e.






