Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Kongrê Yekîtiya Parêzeran: Gerantiya dadmendiyê bi demokrasî û nenavendîbûnê ye

13/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 Kongrê Yekîtiya Parêzeran: Gerantiya dadmendiyê bi demokrasî û nenavendîbûnê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Parêzer Mihemed Îsmaîl diyar kir ku di kongrê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê de gelek nîqaş hatin kirin û biryarên girîng hatin derxistin, ew jî li ser bingehê girêdana bi sîstema nenavendî, pirrengî, demokratî û garantiya dadmendiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê.

Di 9’ê Îlonê de Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê 6’emîn kongreya xwe bi dirûşmeya “Hiqûqa Demokratîk garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi beşdariya 286 parêzeran, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û rêxistinên sivîl lidar xistibû.

Di kongreyê de nîqaşên li ser pêşxistina pergala dadgeriyê û raporên salane hatinbû kirin. Li kêleka wê meclisa rêveber a nû ya yekîtiyê hatibû hilbijartin ku parêzer Xanim Eyo û Mihemed Îsmaîl weke hevserokên nû yên yekîtiyê û meclisa rêveber hatibûn destnîşankirin. Herwiha di kongreyê de gelek axaftin û nîqaşên girîng ên di çarçoveya pêkanîna demokrasî û aştiyê de hatibûn kirin û tekezî li ser ku divê hiqûqnas rola xwe di pêkanîna edaleta civakê de bi rêya qanûnên demokratîk kûr bikin hatibû kirin.

Kongrê Parêzeran bi encamnameyekê bidawî bibû, encamname jî wiha bû:

– Girêdana bi destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

– Girêdana bi rêgeza çareseriya siyasî, pêkanîna biryara 2254’an.

– Divê temsîla tevahî pêkhateyên Sûriyê di hikumeta veguhêz de, li gorî biryara van pêkhateyan di kongreya niştimanî ya giştî de, were kirin.

– Hilbijartinên parlamentoyê yên zelal bi çavdêriya navneteweyî werin kirin.

– Mafên gelê Kurd di destûrê de weke gelekî resen were tesbîtkirin û mafên pêkhateyên din jî werin misogerkirin.

– Girêdana bi pergala pirrengî ya nenavendî ya demokratîk ve.

– Misogeriya edaleta pêvajoya veguhêz a zelal bi rêya desteyeke niştimanî ku temsîla xwesteka rastîn a tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bike.

– Peyamek ji Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê (YE) re têkildarî “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan were şandin.

– Peyamek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Fransayê re ji bo Rêber Abdullah Ocalan were şandin.

Derbarê kongrê de, hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Parêzer Mihemed Îsmaîl ji Rojnameya me re axivî.

Mihemed Îsmaîl nîqaşên ku di Kongrê de hatibûn nîqaşkirin diyar kir û wiha got: “Di kongrê de gelek nîqaşên girîng hatin kirin, destpêkê li ser rewşa Rêber Apo hatin nîqaşkirin. Piştre rapora kar û xebatên 2 salan a yekîtiya parêzeran hate xwendin. Hem gelek nîqaşên din jî çêbûn, yek ji wan hat destnîşankirin ku kongrek ji bo jinê di heyama salekê de bê lidarxistin. Ya din jî nîqaşên ji bo sîstema hundirîn û zagona rêxistinkirina pêşeyî ji bo parêzeran, ew jî hat paşxistin ku di demê bê de wê bê erêkirin li ser. Herwiha di kongrê de hilbijartin hatin kirin ez û parêzer Xanim Eyo di nav de weke hevserok hatin hilbijartin û parêzer Ednan Izo bû sekiretêrê giştî.”

‘Tekezkirina pêkanîna biryara 2254 hate kirin’

Îsmaîl di dewamiya axaftina xwe de encamên kongrê anî ziman û wiha got: “Di muxrecat û encamnameya kongrê de hat tekezkirin ji bo destkeftiyên Rêveberiya Xweser ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hem jî tekezkirina li ser çareserkirina siyasî û pêkanîna biryara netewên yekbûyî 2254 ya di ku di 2015’an de hate derxistin. Wek biryar jî hat girtin li ser pêkanîn û tevlîbûna hemû pêkahteyên Sûriyê ji bo hikumeta veguhêz a Sûriyê, ew jî di kongreke netewî giştî li ser asta Sûriyê bê lidarxistin. Pêkanîna hilbijartinên perlemanî azad di bin çavdêriya netewên yekbûyî de. Xala din jî girêdana bi sîstema nenavendî, pirrengî, demokratî û garantiya dadmendiya veguhestineke zelal bi desteya niştîmanî ku temsîla daxwazên rasteqîn a hemû pêkhateyên Sûriyê dike. Herwiha em ê wek nameyekê bişînin ji meclisa wezeri yekîtiya Ewropa ji bo rewşa Rêber Apo û rewşa mafê hêviyê ya Rêber Apo. Di heman demê de em ê nameyekê ji bo dadgeha mafê mirovan a Ewropî li Ferensa ew jî girêdayî rewşa Rêber Apo ye.”

‘Hewildana guhertinên dûrxistin û paşxistinê bikin’

Mihemed Îsmaîl axaftina xwe wiha qedand: “Em wek parêzerên Kantona Cizîrê hewil didin rola xwe li ser hemû astan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê bilîzin, ew jî di aliyê zagonî de ku em ê cihê xwe bigirin di nivîsandina zagonan û guhertina destûra demikî de. Di heman demê de em ê hewildana guhertina mejiyê ku heyî li ser asta Sûriyê di aliyê dûrxistina pêkhatiyên de bikin, da ku hikumeteke ji hemû aliyan pêk bê, destûrek hemû gelên Sûriyê li ser erê bikin û tevlîbûna pêkhateyan di nava hikumeta veguhêz de çêbikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.