Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihemed Elî: Erdogan projeyeke hêzên sermayedar e

13/09/2025
in NÛÇE
A A
Mihemed Elî: Erdogan projeyeke hêzên sermayedar e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Mihemed Elî diyar kir ku niha li ser Sûriyê û giştî Rojhilata Navîn 3 proje hene, yek jê ya Îran e ku li ber têkşûnê ye, yên din jî projeya Îsaryîl û ya Tirkiyê ku di nava pêşbaziyê de ne, li hemberî wan jî projeyeke civakî ya neteweya demokratîk a Rêber Apo heye. 

Derbarê planên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn bi taybet yên dewleta Tirk, Nivîskar û lêkolînerê siyasî Mihemed Erselan Elî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Planên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn çi ne?

Ji destpêka kirîzên Sûriyê planên Tirkiyê di Sûriyê û herêmê giştî de hene. Erdogan demê waliyê Istenbol bû û di hilbijartinê de bû serokkomar di wê demê de salên 2007 û 2008’an serdaneke wî ji bo Emerîka çê bû.  Li wir ew bi hin saziyên Emerîkî û hin rayedarên Ewropî yên li Emerîka re civîn çêkirin, ew civîn nêzî 7 rojan dewam kir. Piştî ew civîn bidawî bû Erdogan vegeriya Tirkiyê û kongreyekî Rojnamevanî lidar xist, di wî kongrî de daxuyaniyeke da û ev axaftin kirin; “Ez sozdarê fermî yê projeya Rojhilata Navîn a nû li herêmê me” bi vê axaftinê tekez kir ku wî ew erk stand û gerek bi vî karî rabe. Li ser wê bingehê hemû hêzên sermayedar ên cîhanê alîkariya Erdogan kirin ku hemû daxwazên wî pêk bînin. Ji ber wê li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû hêzên sermayedar Ewropa, Emerîka û dewletên Ereb ên herêmê bêdeng diman, ji ber erekî dabûn Erdogan, ev erk di Buhara Ereban de dest pê kir. Me dît jî çawa hemû terorîstên di cîhanê de dihatin Tirkiyê, ji wir derbasî Sûrî û Iraqê dibûn, piştî wê ji Sûriyê birin Lîbiya, şerê Ermînya û Ezrebîcanê. Lewma em nikarin Erdogan wek kesekî bigirin dest, lê wek projeyekî hêzên sermayedare, eger em bi vî çavî lê binerin, em ê bitir Erdogan û karê wî di Rojhilata Navîn de çi ye, nas bikin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê erkê Erdogan bû ku çeteyên di cîhanê de hene hemû wir Tirkiyê û wan ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bike û li gorî wî çi li beramberî rêjîma Sûriyê şerekî bidin meşandin û li gor wî birûxînin. Lê yê bûn asteng li pêşiya wî Kurd bûn ku ji destpêka kirîzê pirsgirêkên Erdogan, Kurd bûn. Salên 2012’an ew giropên di bin navên cûda cûda ku hemû komên cîhadîst ên ku di Sûriyê de hebûn, taybetî li Bakurê Sûriyê Erdogan bi wan re şert danîbû ku ew ê çek, alîkarî û hwd bide wan, lê gerek ew bi Kurdan re lihevdû nekin û gorî wê kengî ew ji wan bixwaze gerek ew şerê Kurdan jî bikin. Lewma ew giropên çete yên wê demê li ser vê bingehê hevpeymaneke bi Erdogan re çêkiribûn. Erdogan du kar dikir, yek plan an jî projeyên hêzên sermayedar ên Rojhilata Navîna mezin a nû pêk tîne. Ya duyemîn projeya Tirkiyê bixwe jî heye ku ew erdên di sedsala 20’an de Birîtaniya û Ferensa ji destê wî birin vegerîne, di bin têgeha “Osmanî ji nû ve avakirin û zindîkirin” ku vê projeyê di bin navê Mîsaqa Milî pêk bîne. Destûrên li Tirkiyê tên naskirin, ew e Mîsaqa Milî ne ku bakurê Sûriyê bigiştî “Wîlayet Heleb” û bakurê Îraq “Wîlayet Mûsil” heta roja îro jî Tirkiyê van wek axê xwe dihesibîne. Ji bo wê demê Kurd li Bakurê Sûriyê dest bi şoreşê kirin, xema Erdogan yekemîn dijî Kurdan şer bike, ne dijî rêjîmê şer bike. Ev jî hişt nakokiyên wî û hêzên sermayedar ji 2013 û 2014’an li Sûriyê pir derkevin. Ji ber Emerîka yan hêzên sermayedar ji Erdogan dixwestin ku şerê rêjîmê bike, lê wî hemû girop li hemberî Kurdan da şerkirin.

Di encamê de şer dewam kir, şerê DAIŞ’ê jî di sala 2014’an de derket, piştî wê giropên cûda cûda her êrişî Kurdan dikirin. Lê di encam de piştî rêjîma Sûriyê reviya û çû Rûsya, valatiyeke pir mezin di hundirê Sûriyê de çê bû. Di vir de Erdogan bi çavekî li xwe dinere ku divê Sûriyê ji mafê wî be, ji ber ewqas alîkariya giropên çete kiriye, hem jî li Sûriyê çi bibe û çi biryarên siyasî bê sitandin, gerek di bin erêkirina Tirkiyê de be. Di heman demê de li Sûriyê di hin cihan de kampên leşkerî ava bike, wek li başûrê Kurdistanê çawa nêzî 70 baregehên leşkerî, istixbaratî û ewlekarî çêkiriye, dixwaze heman tişt di hundirê Sûriyê de ava bike. Da ku di rêya wan de kontirolê li Sûriyê bike. Li ser vê bingehê Tirkiyê pir hewildan dike ku van tiştan pêk bîne. Lê heta niha biser neketiye, ji ber hebûnê Kurdan di Bakur de, bû kelemekî pir mezin li pêşiya projeya Erdogan, hem jî hêzên herêmî yên di hundir Sûriyê de wek Misir û Siûdiyê, nahêlin Tirkiyê zêde gaviyên mezin bike.

Hêzên sermayedar dibêjin me Îran ji Sûriyê dernexistiye ji bo Tirkiyê were wê valatiyê dagire. Ji bo wê Emerîka û hêzên sermayedar niha Sûriyê radestî du aliyan kirine, aliyê madî û biryarên wî girêdayî Siûdiyê ye. Lê ew nikarin dev ji Tirkiyê jî berdin, lewma hin rol dane Tirkiyê jî ku di hundir Sûriyê de hinek tevgerê wî hebe. Lê li Bakurê Sûriyê zêdegavî bavêje wê lê bidin, mînaka wê dema Tirkiyê xwest di hundirê firogehê Hema yan derdorê Şamê cihê xwe çêke, Îsraîl lê da û ew derxist. Di hundirê Sûriyê û Îraqê de berjewendiyên Tirkiyê pir mezin ku dixwaze jinûve Osmaniyekî bi modêl ava bike û Erdogan bibe xelîfa wî tiştî.

Di Rojhilata Navîn de çi proje hene û ev proje çima projeya Rêber Apo metirsî li ser xwe dibînin?

Di Rojhilata Navîn de 3 proje hene, ew proje di nentiqê dewlet de ne û pêşbaziyek di navbera wan de heye. Yek projeya Tirkiyê dixwaze milê sûnîtî ku Osmaniya kevin nû bike û bibe desthilatdar. Projeya 2’emîn hema têk çûye ku ya Îranê bû, dixwest hîlalê Şêî ava bike, ji Tehranê were Bexdad, ji Bexdad were Şamê ji Şamê here Beyrût û ji Beyrût here Filistîn. Lê piştî şerê 7’ê Cotmehê yê di navberî Hemas û Îsraîl de çêbû, tiliyên Îran di herêmê de hemû hatin pûçkirin, niha tenê Heşt Şeib li Îraqê dimîne, ew jî piştî lêdana Îran lewaztiyeke cidî jiyan dike. Projeya 3’emîn a Îsraîl e, hêzên sermayedar ew jî projeya Rojhilata Navîna mezin bi vî navî dixwazin pêk bînin. Lewma niha 2 proje di herêmê de hene, ew her dû proje jî şerê hevdû dikin, yek projeyê Tirkiyê ya din projeyên hêzên sermayedar heye. Him Erdogan sozdarê projeya Rojhilata Navîne, hem jî dixwaz projeya xwe ya taybet pêk bîne û sûdê ji wî erkê bigre.

Lê li hemberî van her dû projeyan projeyekî cûda heye, ew jî projeyekî civakî ye ku Rêber Apo xwediyê wê ye. Projeya Rêber Apo li ser bingehê “Netewa Demokratîk” civak bê avakirin. Ji bo wê em dibînin hemû hêzên di herêmê de, taybet ên xwedî proje Îran, Tirkî û Îsraîlê ewqas şerê Kurdan dikin, lê ew ne şerê Kurdan dikin, ew şerê projeya neteweya Demokratîk dikin. Lewma ewqas tecrîd û pergala işkence û qirkirinê li ser Rêber Apo pêk tînin, ji ber dixwazin projeya wî lewaz, pûç, bêwate bikin û hemû tiştî bidin meşandin, da ku ev proje biser nekeve. Ji ber wê çiqas nakokiyên Îsraîl û Tirkiyê bi hev re hebin, lê dema mijar dibe Kurd lihevdû tên û pirsgirêkên xwe nabînin. Herwiha Tirkiyê erkê ku di sala 2007 û 2008’an pêk bîne, di heman demê de çi li beramberî projeyên Îsraîl derkeve, gelek Tirkiyê li hemberî wê bisekine û şer bike. Ji bo wê erkê ku Tirkiyê bide meşandin heye, di hundirê Sûriyê de dixwaze Kurd nebin xwedî statoyekî demokratîk ji bo bandor li Tirkiyê nebe û Kurdên li wir vê daxwaziyê nekin. Em dibînin jî piştî levkirina 10’ê Adarê di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyê û QSD’ê de çê bû, Hekan Fîdan hate Sûriyê û nehişt Ehmed El-Şeri vê lihevkirinê li ser erdê pêk bîne, tersî wê mijara destûr û hwd…derxistin holê. Da ku wê lihevkirinê bêwate bikin, heta roja îro jî nepêkanîna wê lihevkirinê sebebekî mezin Tirkiyê ye, hemû hevdîtinê din jî bi vî rengî tên astengkirin. Mestirsiya Tirkiyê ku Kurd bibin xwedî hêz û hebûn di Şamê de û tecrûbeya Başûrê Kurdistanê li wir jî çê bibe. Ya din jî Tirkiyê heye niha ew giropên çete birêxistin û kontirol dike, ji ber hîn erkê wan heye ku dixwaze wan li cihên cûda bide karkirin, ji ber axaftin pir hene ku îhtîmale di demên pêş Emerîka li cihên din şer derxîne û mecbûre bi rêya Tirkiyê vê bike. Lê demê erkê Erdogan xelas bibe wekî wî anîn wê ji wî jî xelas bibin.

Projeya Rêber Apo û bangewaziya wî ya Aştî û Civaka Demokratîk di hundirê Sûriyê de çiqas bandor kir?

Banga Rêber Apo bandora wê ne tenê di Sûriyê de, lê ser asta Kurdistanê û di herêmê giştî de heye. Ji ber li herêmê giştî tu alî ku xwedî projeyekî pirsgirêkên civakê çareser bikin nîne. Projeya Îsraîl a Rojhilata Navîn nabe çareserî ji bo civakê, wê bibe çareserî ji bo mentiqê dewletê. Tirkiyê jî projeya niha dixwaze bide meşandin çiqas di bin navê ku bi Rêber Apo re danûstandineke heye, lê negihaştiye wê qenatê ku daxwazên Kurdan û pêkhateyên di herêmê giştî de pêk bîne û civakeke demokratîk ava bike. Berovajî wê projeya wê heye û dixwaze wê pêk bîne, li ser wê bingehê desthilatdariya xwe li ser herêmê bide meşandin, heta danenasîna qoframa li cem wan cûda ye. Niha di bangewaziyên Rêber Apo de ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştî behsa antegrasyona demokratîk, agirbes, şer bê rawestandin û ji qonaxa şer derbasî xebata demokratîk siyasî bibin. Lê Tirkiyê gorî xwe fêm dike ku çek deyînin û herin malê xwe rûnên, çi çêbibe em dengê xwe nekin. Tirkiyê li ser vê hatiye avakirin, li ser bingehê tunekirina gel û civakê, mentiqê wê jî aştî ev e komkujî û bêdengkirina civakê. Herwiha antegrasyon jî bi guhertina miletan tê kirin. Ji bo wê eger banga Rêber Apo di hundir Tirkiyê û Sûriyê de bê pêkanîn wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Lê gelo Tirk û hikumeta veguhêz amadene vî tiştî pêk bînin, heya roja îro tu projeyên wan ji bo avakirin civakekî demokratîk û aştî ji devê wan derneketiye. Sûriyê niha du hilbijartin li pêşiya wê hene, Sûriyeke ku wê xwe dûbare bike ji bo sedsalekî din û heger hikumeta niha li ser zihniyeta xwe ya navendî israr bike, wê şerekî navxweyî yê mezin derkeve. Yan li ser bingehê daxwazên pêkhateyan Sûriyê divê Sûriyeke nû bê avakirin ku bingehê wê nenavendî û demokratîk be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.