Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi armanca parvekirina Şoreşa Rojava û Şoreşa Jin, em derbasî Ewropayê bûn’

13/09/2025
in JIN
A A
‘Bi armanca parvekirina Şoreşa Rojava û Şoreşa Jin, em derbasî Ewropayê bûn’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed / Qamişlo

Endamê Koordîrasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên diyar kir ku bi armanca parvekirina Şoreşa Rojava û bi taybet Şoreşa Jin, şandeya jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Ewropayê kir.

Di meha tebaxê de şandeya jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Ewropayê kir. Herwiha armanca vê serdanê jî ew bû ku şoreşa Rojava û bi taybet şoreşa jin bi cîhanê re bidin ravekirin.

Di derbarê mijarê de Endama koondîrasyona Kongra Star Jiyan Hisên ji rojnameya me re axivî.

‘Şandeya me ji pênc kesan pêk tê’

Jiyan Hisên da zanîn ku şandeya wan ji pênc kesan pêk tê û wiha gotşandeya me ya ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da Ewropa ji pênc jinan pêk dihatin. Şandeya me ji Kongira Star, Meclisa Jinên Sûrî, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kombûna Jinên Zenûbiya û Yekîtiya Jinên Suryan ku tê pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan cih girtine. Di heman demê de vexwendnameyeke fermî ji bajarê Siwîsrayê ji mere hat. Armanca me ji vê serdana Ewropa ew e ku em dengê Şoreşa Rojava, şoreşa jin, destkeftiyên jin bi sazî, rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, saziyên hiqûqî yên cîhanê û hwd em bi wan re parve bikin û çawa karibin têkiliyê xwe hîn xurtir bikin, da ku em van destkeftiyan biparêzin.”

‘Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi keziyên Jîna Emînê destpêkir’

 Jiyan anî ziman ku ev hatina me ya Ewropa yek jê ew e ku salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê a ku bi keziyên Jîna Emînê hat destpêkirin û wiha domand: “Konfransek li bajarê Firangfortê hat lidarxistin. Em jî wek şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê me cihê xwe di vê konfransê de girt û axaftineke me jî hebû, her wiha li ser navê şandeyê heval Emîna Omer li ser destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şoreşa jin weke çawa ev diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di hundirê şoreşa xwe de pêk anîbûn û ber bi cîhanê ve herikî, kir. Armanca derxistina vê konfransê ew bû ku dîsa felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nûjen bikin û tevahî jinan re parve bikin.

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê her kes dişopîne. Bi bûyera Jîna Emînî re ku çawa Polîsanên Îranê di bin tewanên cuda de bi awayekî hovane êrişî jina kurd kirin, destdirêjî û lêdan lê kirin û bi van kiryraran re gihîşt asta şehadetê. Ev kiryarên dewleta Îranê li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê nehatine seknandin. Hîna jî lêdan, girtin, xistina zindanan û hukmê darvekirinê li ser jinan berdewam dike. Di vê Konfransê de behsa kiryarên li wir yên li ser jinan hat kirin ku çawa têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê em li hemberî van dewletên desthilatdar yên tundirw û siyaseta miliyetiyê ku tu carî mafê jinan, gelan qebûl nake, bisekinin. Çawa beramberî wan hîn rêzeçalakiya xwe xwirt bikin. Bi taybet kesên ku derbasî Konfransê bûn li ser çawa pêşiya biryarê darvekirin gelê li wê derê çi jin çi xort dibe bisekirin, nîqaş kirin.”

‘Tevahî rêxistin tevlî vê Konfransê bûn’

Jiyan Hisên da xuyakirin ku tişta herî balkêş ew bû ku tevahiya rêxistin tevlî vê Konfransê bûn û wiha pê de çû: “Yek ji armancên konferansê ew bû ku çawa jin têkoşîna xwe bilind bikin, destkeftiyên jinan biparêzin. Her wiha çawa yekîtiya jinan avabibe, di yekîtiyê de xurtkirina jinan çêdibe, di yekîtiyê de sûc ji tecrûbeyên hev digrin. Em îro dibînin ku tîkoşîna jinan li çar aliyê cîhanê belav dibe da ku mafê hemû jinan misoger bibe.

Ev Konfrans  bi 3’emîn salvegera Şorşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re hat lidarxistin. Serhildana ku dengê xwe li hemû cîhanê vedaye û bûye sembola têkoşîn û serîrakirina jin. Ev serhildan îlhama xwe ji şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê digre ku çawa bi Silogana Rêber Apo a ‘Jin Jiyan Azadî’ hat destpêkirin û derbasî hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bû”.

‘Şande bi bernameyek dagirtî derbasî Ewropayê bû’

Endama koondîrasyona kongra Star Jiyan Hisên diyar kir ku şande bi bernameyek dagirtî derbasî Ewropayê bû û wiha axaftina xwe qedand: “Li Elmaniya hinek serdanên me bi rêxistinên jinan re hene, li Belcîka jî rêxistinên me hebûn û li Ferensa festîvalek heye em ê tevlî bibin, piştire hin kar û xebat û hin hevdîtin hene, em ê pêk bînin. Ji bilî wê li Siwîsra hin endamên parleman, meclisa wir, rêxistinên jin û rêxistinên qanûnî yên mafê mirovan diparêzin, em ê hevdîtinan bikin. armanca m jî em destkeftiyên vê şoreşê bi wan re parve bikin û çawa têkiliyên xwe xwirt bikin, deng û rastiya şoreşa Rojava, şoreşa jin, şoreşa biratiya gelan û çawa pirojeya netewa demokratîk cîhanî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.