Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf diyar kir ku ew bi salan e projeyên sererastkirinê pêk tînin ji bo parastina şûnwar û cihên dîrokî û wiha got: “Ji ber ku şûnwar nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl dike, em wan diparêzin.”
Tevî zirara ku bi cihên dîrokî û şûnwaran bi sedema şer û êrişên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karîbû lêkolînên sererastkirina şûnwaran amade bike û bixe pratîkê de.
Derbarê kar û xebatên Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf ji Rojnameya me re axivî.
‘Şûnwar çavkaniya dîrokê ne’

Serfiraz Şerîf di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo parastina cihên dîrokî û şûnwaran ji binpêkirinan Desteya Çandê û Şûnwaran her sal projeyên sererastkirinê pêk tîne û wiha got: “Şûnwar û cihên dîrokî nasnameya herêmê ya dîrokî temsîl dike, herwiha parastina bîrdanka gelan dike, şaristanî û destkeftiyên wê belge dike di seranserî sedeman de. Şûnwar çavkaniya fêmkirina dîrokê û şêwazê avakirinê ya herêmê di dema berê de ye herwiha ew pira danûstendina di navbera şaristaniyên cuda de ye di riya danûstendina zanîn, çand û mîrasan, ev giringî dihêle ku parastina wê pêwîst û berpirsyartiya Desteya Çand û Şûnwaran be.
Desteya Çandê û Şûnwaran gelek projeyên salane pêk tîne bi armanca parastina cihên dîrokî, şûnwaran ji windabûn û binpêkirinên ku çêdibin. Wekî ku em dizanin herêm di gelek rewş û qûnaxên zehmet de derbas bûye, ev rewş û alozî bandor li cihên arkolijîk kiriye, di nav de çend cih li bajarê Reqa û herêma Cizîrê bûn.”
Sererastkirina Sûrê Reqa
Serfiraz Şerîf diyar kir ku di dawiya sala 2023’an projeyên sererastkirina cihên dîrokî û şûnwaran destpêkirin û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de bi sererastkirinên biçûk me destpêkir li Sûrê Reqa, piştre projeyên mezin me pêk anî. Sûrê Reqa yek ji nîşaneyên arkeolojîk ên herî berbiçav li herêmê ye, ku dîroka wê vedgere serdema Ebasiyan, beşeke ji sûrê di deh salên dawî de winda bibû li hember jî beşên mezin yên avahiyê heta roja îro weke xwe maye. Tevî wêraî û hilweşîna di serdemên berê de û di encama şer û erdheja ku çêbû gelek zirar gihaştê, di vê çarçoveyê de me dest bi vê xebatê kir ku di çend qûnaxan de derbas bû û dîwareke tam ji bo Sûrê Reqa hate çêkirin.
Desteya Çand û Şûnwaran di meha Pûşperê de li ser projeya avahiya hejamara 6 û her çar dergehên Sûrê Reqa kar kir, ev proje 3 mehan dewam kir. Cihê kar hate diyarkirin û madeyên pêwîst hatin peyda kirin ji bo sererastkirinê. Qalikê qerîmîdî û madeya hundirîn ya hilwişyayî hate rakirin ku gihaşt 50’î metrekup ji kavilan, piştre li ser qutkirina kelpîçan xebat hate kirin ji bo dagirtina naveroka wê bi qedera 130 metrekupî. Qermîd ji firneyên Hurqule bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Reqayê hat hilgirtin ku bi awayekî bê dirav hate pêşkêş kirin ji firneya Hurqle. Firneyên Hurqule ji firneyên dîrokî û kevnar li herêmê ne, ew ji çar firneyên dîrokî pêk tê ku berhemên wê qermîda sor e, ev qermîd ji bo sererastkirina cihên dîrokî tê bikaranîn. Kar û xebat hîn berdewamin desteya çandê aniha yek ji dergehan avadike li ser awayê Ebasiyan û vekirina wê di dema bê de be.”
Keleha Ceber
Serfiraz Şerîf wiha anî ziman: “Ji bo keleha Ceber hin parçeyên hilwişyayî hatin rakirin û piştre projeya sererastkirinê pêk hat. Weke tê zanîn keleha Ceber cihê çûn û hatina mêvanan e, ji bo selametiya mêvanan sûreke ji hesin hate çêkirin, projeya ronîkirina keleha Ceber hebû dê di demek nêz de vekirineke ji wê bê kirin. Hawîrdora kelehê sererastkirin hate kirin weke rakirina kavilan û avakirina resîfê ji bo parastina kelehê herwiha avakirina dika şanoyeke biçûk li qada kelehê ji bo pêşengeh û çalakiyên taybetî bi herêmê.”
Projeyên lêkolîn û belgekirinê
Serfiraz Şerîf behsa projeyên din kir û wiha got: “Lêkolîn û belgekirina deverên arkeolojîk hebû weke Balas û Îmar ku ji ber kêmbûna ava Firatê hatin dîtin, bi hevkariya tîmeke taybet ji kantona Reqayê ji nivîsgeha Parastina Şûnwaran di Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê li Tebqa. Tabloyeke mozayîk li gundewarê Kobanê di salên 2024-2025 hate dîtin bi hevkariya Desteya Çandê a Kobanê û tedbîr hatin gitin ji bo parastina wê.”
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfiraz Şerîf wiha gotina xwe qedand: “Di sala 2026’an wê xebatên sererastkirina Sûrê Reqyê berdewam be heta hemû xebatên wê bên bidawîkirin herwiha li herêma Til Bêder ya Qamişlo ji bo sererstkirina hin cihên dîrokî û şûnwaran weke Bêt Basi bê kirin.
Em weke Desteya Çand û Şûnwaran hewil didin parastina nasnameya herêmê ya dîrokî bikin di riya perojeyên sererastkirinê, ji ber ku şûnwar an jî cihên dîrokî şahîdê bûyeran û demên berê ne ku divê neyê windakirin. Divê xurtkirina hişyariya civakî ji bo parastina van cihên dîrokî bê kirin. Bi teknînên nû û bi hevkariya pisporên herêmî û navdewletî em ê parastina şûnwaran û nasnameya herêmê bikin.”





