Dîlan Mulhim\Qamişlo
Bajarê Qamişlo di 20 Tebaxa sala 1926’an de li ser destê endizyarekî fernsî hate avakirin. Li Qamişlo gelek pêkhate hene, mîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr, Kildan, Çirkez û hwd… Niha zêdeyî 432 hezar mirov lê dijîn û piaraniya niştecihên wê Kurd in, herwiha bajarê Qamişlo weke paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin.
Bajarê Qamişlo bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye, weke paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskiriin. Ev bajar aramgeha Cegerxwîn,cihê û warê Kerebêtê Xaco, Mihmed Şêxo û Aramê Dîkran e. Bajarê Qamişlo hembêza xwe ji hezaran pakrewanên tevgera azadiyê re kiriye war. Lewma di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî, bejna xwe bi xwîna sedê pakrewanan xemilandiye.
Avabûn û erdînîgariya Qamişlo
Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye, berî sînordanîna navbera Sûriyê û Tirkiyê de, ew deşta bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê bû. Bajarê Qamişlo di 20 Tebaxa sala 1926’an li ser destê endazyarekî feransî hate avakirin. Bajarê Qamişlo bi cihê xwe yê erdinîgarî xwedî girîngiyeke taybet e.
Li rojhilatê Qamişlo bajarê Amûdê 20 km, Derbêsiyê 60 û Serêkaniyê 102 km.
Li rojavayê Qamişlo Tirbispiyê 30 km, Girkê Legê 60 km û Dêrikê 100 km.
Pêkhatiyên Qamişlo
Qamişlo bi navê Qamişloka evînê navdar e, di heman demê de gelek pêkhate lê dijîn mîna pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Aşûrî, Kildan, Çirkez û hwd… . Niha li bajarê Qamişlo zêdeyî 432 hezar mirov dijîn û piraniya niştecihê wê Kurd in.
Komîn, tax, bajarok û gundên Qamişlo
Bajarê Qamişlo ji heft taxan pêk tê û di nava xwe de 85 komînan dihwîne, taxên wê jî ev in: Taxa Hilêliyê, Kornîş, Xerbî, Enteriyê, Cûdî, Qidûrbeg, Aşûriyê û Bişêriyê. Herwiha du bajarok bi bajarê Qamişlo ve girêdayîne ew jî bajerokê Tenûrî û Girbawî ye. Ev her du bajerok jî gelek gundan bi xwe ve girêdidin.
Bajerokê Tenûrî: Tê de pêkhateyên Kurd û Ereb dijîn û 21 girêdayî wê ne. Di heman demê de 34 gund girêdayî wê ne û navê wan gundan wiha ne:
Tenûriya Nû, Tenûriya Kevin, Dekşûriya, Girkê Zêra, Qere Hesena Xerîb, Şewitî, Tilzîwan, Şorik, Omerk, Hamoya Mezin, Hamoya Biçûk, Ewêna Bakur, Ewêna Başûr, Til Eîd, Rîhaniya Mezin, Bolaziya, Çewlika Til Eîd, Xirbet Elsed, Xirbet Seîd, Xezina Nû, Hilwa Ebû Qsebîn, Hêlî, Hecîya Biçûk, Eskendiron, Rekabîya, Til Birîş, Elselam Elêk, Beçarîya, Xizna, Xizna Xir Mer, Bûyer Bûhasî, Xerb Esker û Cinêdiya.
Bajarokê Girbawî erdîgariya wê mezin e û 92 gund girêdayî wê ne, komînên wê jî 63’ê ne û meclisên wan jî girêdayî bajarê Qamişlo ne.
Di gundê girêdayî bajarokê Girbawî de pêkhateyên kurd û ereb dijîn û navê gundên girêdayî wê wiha ne:
Til Oda, Merza, Em Cîvar Ezo, Em Cîvar Hemed, Cedîda, Xerbt Cedoh, Melûk Sirayî, Elî Fero, Nêf, Kotiya, Gêta Mezin, Gêta Biçûk, Ebû Diwêl a Mezin, Ebû Diwêla Biçûk, Kirosala Bakur, Kirosala Bakur, Şidî, Demxya, Safiya, Elhamriya, Wetwetîya, Mezreha Elresaq, Heyî Newroz, Girbawî, Kevrê Spî, Keçil Ereb, Sahrmeka, Melasibat, Mişêrfa Biçûk, Elkerama, Setih Şerqî, Elreşîdiya, Girdêwan, Kêstek, Qoşan, Tomiya, Tomiya Foqaniya, Setih Xerbî, Tid Elşemaliya, Tifahiya, Cilbirat Kebîra, Bawih Kebîra, Bawih, Xerb Hesen, Til Elzeheb, Şebal Til Elzeheb, Elhizba Kîta, Hekolê, Til Teyîr, Medîna Reşo, Birko, Birko Leyalîya, Hirm Eerb, Xirbê Hesen, Til Elsûm, Delîl Herb Eldewasiya, Debaniya Qisim Elhîdan, Ebû Celal, Cemho, Ebû dewîl, Til Meha, Kerkota Cerna, Elinz, Xirba Ewratî, Til Kîf, Elrecim, Hemar, Eldalawiye ya Biçûk û Mezin, Elkîta, Hedîdka, Siker Şamisiya, Hey Newroz, Xirbet Zahir, Miryoza, Elrûfa, Firîwan, Ebû Diwêl 1, Cilbarta Mezin, Eltifahiyê, Ebû Diwêl 2, Qitbit Zekî, Delalî, Qîzî, Kilawê, Mişêrfa mezin û Dibanê.
Cihên dîrokî yên nêzî bajarê Qamişlo ev in: Çaxirbazar, Girê Leylên, Girê Mozan, Til Birak û Orkêş.





