Ayşa Silêman/ Dêrik
Li herêma Dêrikê 41 gundên Beravê hene û her gundek xwedî taybetmendiyeke cûda û binirxe. Ji wan 3 gund vala ne û tu kes di wan de jiyan nake, 32 gund niştecihên wan kurd in, 4 gund niştecihên wan xiristyanin û 3 gund jî niştecihên wan ereb in.
Navên gundên Beravê wiha ne:
Êndîwera Banî, Êndîwera Xwarê, Pilêsiyê, Tilêlûn, Rikava, Xirabreşka Beravê, Çemşeref, Zihêrî, Selûmiya Xwarê, Selûmiya Banî, Dêrika beravê, Mezra Xwarê, Mezra Banî, Rihanîk, Qidêrîk, Kasan, Girzêrîn, Borizê, Kanîkerik, Hekemî, Kanî Mitirbê, Zixat, Kanî Nermê, Berebeyt, Pirik, Gerdemê, Ênbazoq, Ên Elxidra, Baneqesir, Qeserdîb, Hebilhewa, Tildar, Bazindanê, Bacirîq, Qerexrabê, Meamirê, Elehmediyê û Qesrok.
Di nav van gundan de 32 gund hene kurd têde dijîn, hijmara malbatên ku têde hezar û 100 malbat in ku nêzî 7 hezar kesî hene. Di heman demê de 4 gundên xiristiyanî jî hene 30 malbat di van gundan de hene ku nêzî 300 kes têde hene. 4 gundên pêkhateya ereb hene 370 malbatin û nêzî hezar û 500 kesî ne.
Di van gundan de gelek eşîrên Kurdan hene ji wan; Xerzan, Çiyayî, Hesina, Bawelî, Botî, Dêrşewî, Şikakî, Basiqlî, Torî, Harûnî, Teya, Elîka, Dêmanî, Ezîza, Garisî, Kiça, Batûyî û Dîdara.
Eşîrên netewên ereb jî Begara, Reiyan Eloca û Zûbeyda.
Eşîrên xiristiyanî; Ji ber ku xiristiyanî ji Bakurê Kurdistanê ne piraniya eşîrên wan bi navê wan deran wek eşîra Hezexî, Tora, Mardînî, Bota.
Cihên dîrokî di gundên Beravê
de
Gundê Êndîwer taybetmendiyeke wê heye ku bi Cizîra Botan ve girêdayî ye û cihê wê bilind bû û bazar têde hebû, gel berê xwe dida Êndîwerê. Di heman demê de hin gir di van gundan de hene dîroka van gira vedgere hazarê salan; Girê di navbera Rikava û Zihêriyê de, girê Zixatê, girê Başotê, Girê Qeserdîbê û heya dighêje cizîra botan û ji Cizîra Botan heya dighêje Zaxo. Di dema berê de bi riya van giran gel diçûn cem hev û bazirganî dikirin, lewma ev wek girên dîrokî tên naskirin. Her wiha ev gund bi pirbûna kanî û ceman dihatin naskirin, kaniya herî kevin li gundê Êndîwerê ye bi navê Kaniya Xeyda tê naskirin. Di dema berê de nêzî 800 milîm baran li van gundan dihat barîn, her tişt li wan gundan dihat çandin. Di her gundekî ku çem derbas dibû û gundiyan aş ji xwe re ava dikirin û debara wan li ser van aşan bû. Berî 5hezar sal dema jinê destar afirand û dan bê dihêra, êdî mêr ev yek ji jinê bir û aş avakirin. Aş li gundê Kasanê, Baneqesir, Zixatê, Zihêriyê hebûn lê di dema niha de hatine sekinandin. Her wiha çend mezelên kevnar jî hene gel berê xwe didiyê û baweriya wan pê tê wek mezela Eliyê Şêr di navbera gundê Qidêrîk û Rihanîkê de ye. Mezela Şêx Periyê di navbera gundê Zixat û Zihêriyê de ye ev mezel vedgere berî 3 hezar sal, di heman demê de mezelên xiristiyaniyan jî hene.
Şêwazê jiyanê di dema berê de
Di dema berê de şêniyên herêmê sewal xwedî dikirin, dema mirov berê xwe dida kîjian gundî garaneke wan a sewaldariyê hebû. Di heman demê de hesp û mehînên wan jî hebû da ku barê xwe pê bigerînin û pê herin gundan. Di wê demê de mirov netenê sûd ji şîr û goştê wan sewalan didîtin di heman demê de ji hiriya wan cil çêdikirin. Di dema berê de her tişt xwezayî bû û rihê komînal hebû herkesî destek dida hev çi di milê çandiniyê de yan di milê sewaldariyê de. Lê di dema niha de her tişt hatiye guhertin heya dirûvê mirovan jî, ji ber vê yekê Rêber Apo jî dibêje divê mirov vegere rastî û dîroka xwe. Di dema berê de pere, rasmaliyet nebû dema mirov tiştek jêre pêwîst be hin berhemên malê dibirin û li beramberî wan tiştên pêwîst ji bo xwe tanîn.
Wateyên navên gundan
Gelek gund hene heta niha wateya navên wan nehatina famkirin lewma lêkolîn li ser wan tên çêkirin, lê gundên ku wateya navên wan hatîn tekezkirin ev in;
Zihêriyê wateya wê ji zû hêr hatiye, ji ber ku di dema berê de du çem dihatin li ser gund û dema aş li wir çêkirin genim zû dihat hêrandin lewma navê wê kirin zihêriyê.
Baneqesir di dema berê de koçer ji deştê diçûn zozana ji bo sewaldariyê, dema diçûn banê xwe li vî gundî datanîn û di gund de qesrek jî hebû lewma navê gund bû Baneqesir.
Zixat ev nav lê hat kirin ji ber ku di dema berê de gelek kanî têde hebû û roj bi roj zêde dibûn lewma ev nav ji zayînê anîne, her wiha hin dibêjin ku siryaniyan ev nav lê kiriye ji ber ku axa wê berhemdêr bû her tişt têde dihatin çandin.
Kasan hin dibêjin ku navê wê ji du qedehan hatiye.
Girzêrîn girek di gund de hebû zêr têde hebûn, lewma dibêjin ew gund dewlemend bû bizêran navê wê bû Girzêrîn.
Qeserdîb di dema berê de kesek bi navê Dîb hebû ji bo xwe qesrek ava kir lewma navê gund bû Qeserdîb.
Kanîmitirb di vî gundî de kanî hebû û mitirban berê xwe didanê û konê xwe divedan, ev nav lê hat kirin.
Hekemiyê ji ber ku Siryaniyan avakiriye navê bav û kalên xwe lê kirine.
Pirik navê Pirik li vî gundî hatiye kirin ji ber ku di gund de pirek hebû.
Berebeyt navê Bere Beytê Bar Bêto bû dema hat avakirin, tê wateya ibn Eldar.
Çemşeref mala Çeto ev gund avakirin, dibêjin çemek di gund de hebû ew cem navê şeref lê kirin lewma navê gund bû Çemşerf.
Rikava du malbat hebû ji bo vî gundî şer dikirin û ji rik hev de ev gund ava kirin lewma navê wî bû Rikava.
Rihanîk ev nav lê hat kirin ji ber ku bi rihana navdar bû hertim Rihan li wir çêdibûn.
Xirabreşka Beravê navê vî gundî vedgere gundê Xirabreşka li Bakurê Kurdistanê.
Elehmediyê ji ber ku ev gundê netewê erebe navê gund li ser navê Şêxê eşîra wan Himêdî, hin guhertin kirine di nav de û xistine Elehmediyê.
Qidêrîk ev nav li vî gundî kirin ji ber ku hingî qeder dihatin serê xelkê li wir.





