Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Peymana 10’ê Adarê şerek derxistin

10/09/2025
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Hikumta Tirk zext û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Niha Peymana 10’ê Adarê ji devê xwe dernaxin. Dibêjin ku QSD’ê li gorî peymana 10 Adarê tev nagere. Hewl didin ji peymana hatî îmzekirin êrişekî, şerekî derbixin. Tu rexneyên wan ji HTŞ’ê re tune ne. Weke ku hikumeta Şamê tevayî pêwîstiyên peymanê pêk anîne, lê QSD vê nake! Rastî jî berevajiyê vê ne. Rêveberiya Şamê tu mercên peymanê bi cih neanîne.

Divê civak û hêzên demokrasiyê, pêşketinan baş bişopînin û li hemberî van berevajîkirinan hişyar bin. Ji beriya hevdîtina ku Peymana 10’ê Adarê lê hatibû îmzekirin, hevdîtinek din çêbibû. Di hevdîtina yekemîn de Ehmed Şeri û yên li gel gotibûn, bila QSD di asta ferdî de beşdarî artêşê bibe. Yanî yê bixwaze bila çekê dane û here mala xwe, yê bixwaze jî bila beşdarî artêşê bibe. Lê fermandariya QSD’ê diyar kir ku beşdarî vê nêrînê nebûye. Fermandariya QSD’ê got, emê beşdarî artêşê bibin lê em hêzên xwe belav nakin, emê li herêmên xwe bimînin û bi wî awayî beşdarî pergala artêşê bibin. Di hevdîtina yekemîn de her çendî di gelek xalan de gihiştibin heman nêrînan, lê peyman nehat îzmekirin. Di Peymana 10’ê Adarê de Ehmed Şeri qala beşdarbûna QSD’ê ya ferdî nekiribû jî. Berevajî, dê di vê mijarê de komîte bên avakirin, hevkarî, rêbazên entegrasyonê nîqaş bikin û bigîhin encamekî.

Madeyên di Peymana 10’ê Adarê de tên zanîn. Di wir de, dê mafê Kurdan weke yê endamên bingehîn di makezagonê de biketiba mîsogeriyê. Dê li tevayî Sûriyê agirbest bihata çêkirin. Piştî peyman hat îzmekirin, hikumeta veguhêz a HTŞ’ê ava kirî, makezagonek amede kir û îlan kir. Di vê makezagonê de, maf û mîsogeriya mafê Kurdan a di peymanê de qet cih negirt. Ev makezagon bi temamî yekalî û li gorî hişmendiya HTŞ’ê hat amedekirin. Piştî wê hikumeteke veguhêz hat avakirin. Di van biryaran de û di tiştên hatî kirin de, QSD, rêveberiya xweser û hêzên din ên siyasî nehatin hesibandin, hevkariya bi wan re çênebû.

Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji destpêkê ve, dema Baasê jî di nav de hertim daxwaza Sûriyeyek demokratîk kir. Ji tecrûbeya Baas’ê jî girte dest, da diyarkirin ku pergalek yekperest û navendî bi rastiya Sûriyê re naguncawe. Heman daxwazên xwe niha jî dubare dikin. Li gel vê jî, Rêveberiya Xweser weke hêzeke ku dixwaze Sûriyê parçe bike nîşandan, bi temamî propogandayek bi niyeta xirab tê kirin e.

Tirkiye bela xwe ji Sûriyê venake. Divê hêzên Sûriyeyî goftogo bikin û ew bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê yên li Enqerê biryar nedin ku dê li Sûriyê pergalek çawa bê avakirin. Enqere her roj gefan Ii Rêveberiya Xweser dike, destwerdana karê hindirîn ê Sûriyê dike. Enqere dikare rolek erênî bilîze. Dikare bi aliyan re diyalogê çêbike, wan nêzî hev bike, rol di demokrasî û lihevkirinê de bilîze. Lê tişta tê kirin berevajî ye. Enqere ji HTŞ’ê zêdetir gefê li QSD’ê dixwe. Dibêjin, an hûnê radest bibin, dest ji maf û daxwazên xwe berdin, hêzên xwe yên parastinê belav bikin, an jî emê wir veguherînin kabûsekî.

Armanca Peymana 10’ê Adarê lihevkirin bû, bi hevdû re avakirina Sûriyeyê bû. Niha hewl didin vê armancê berevajî bikin, veguherînin hênceta şer û pevçûnan. Serê vê yekê jî Tirkiye dikişîne. HTŞ ne di hişmendiyek demokratîk, lihevkirin û rêveberiyek hevpar de ye. Weke hişmendî li dijî demokrasiyê ye. Dixwaze rejîmek ji ya Baasê paşketî û otorîtertir, xwe dispêre serîtewandinê ava bike. Ev rastiya HTŞ’ê ye. Lê HŞT di nava hevsengiyên hêzê yên heyî de, nikare bi serê xwe vê bike. Yê ku hêzê dide vê û dixe tevgerê Tirkiye ye. Di vî alî de xirabiya ku Tirkiye dike, tenê bi Kurdan û rêveberiya xweser re sînordar namîne. Xirabiyê li tevayî Sûriyê dike û dixe hindirê tûnêlek tarî.

Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha bûye yek ji rojevên bingehîn ên Tirkiyê. AKP, MHP, MGK (Lijneya Ewlehiya Netewî), hertim vê mijarê dikin rojeva civînên xwe, daxuyaniyan didin. Ewqas pirsgirêkên giran ên Tirkiyê hene. Ewqas serê xwe bi wan pirsgirêkan re êşandibana niha tevayî pirsgirêkên Tirkiyê çareser kiribûn. Dijminahiya li dijî Rojava, berdewamiya pirsgirêka Kurd e. Eger pirsgirêka Kurdan çareser bikin, pirsgirêkek wan a bi navê Rojava jî namîne. Dibêjin emê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan çêbikin. Eger wisa be, dê Kurdên li Rojava jî bibin xwişk-birayên wan. Eger Tirkiye di vir de cidî be, ma dê xwişk-birayên xwe bi HTŞ’ê bide şikandin?

Ma ne divê Kurd û Tirk vê lêpirsîn bikin? Ma gotinek wan ji kesên di TV yên Tirkan de gurkirina şer dikin, senaryonên karesatan amede dikin re tune ye? Ma dema Kurd bên qirkirin, dê xwişk-biratiya Kurd-Tirkan çêbibe?

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.