Farûk Sakik
Dema ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de moşekên Hamasê ber bi bajarê Israîl-Aşkelon ve bi rê ketin, şerê Rojhilata Navîn derbasî qonaxek nû bû. Bersiva Îsraîl hetanî roja me dewam dike. Hamas, Hîzbûllah û Îran di hedefa wan de bû. Gelek serok û fermandarên Hamas, Hîzbûllah û Îranê yek bi yek hatin kuştin. Di Hezîrana 2025’an de 12 roj şerê Îsraîl û Îranê hebû. Ji şer zêdetir wek tatbîqatên leşkerî bû. Hemû cîhan di ekranên xwe de fuzeyên ji herdu navendan birêdiketin temaşekirin.
Di 27’ê Mijdarê de tevgerek din dest pê kir. Hêzên HTŞ’ê ji Îdlîb ber bi Şamê seferek da destpêkirin. 12 roj şunde dema hatin Şamê, Beşar Esad Sûriye terk kiribû. Di 8’ê Kanûna 2024’an de HTŞ û Ahmed Şera-Colonî li Şamê desthilatdarbûn. Kê pêşî li van hêzan vekir encama ku di 12 salan de negirtibûn di 12 rojan de girtin. Navê Îsraîl derbas dibû. Dema ku Beşar Esad Şam terk kir, Rûsya jî Sûriye û Rojhilata Navîn terk kir. Êdî hêz û hikimdariya wê li heremê qels bû.
Dema ku ev geşadan li Sûriyê pêk dihatin, li Tirkiyê serdemeke nû ya Bahçelî 2 meh berê dabû destpêkirin, dihat nîqaşkirin. Behsa biratiya Kurd û Tirkan a hezar salî dikirin. Behsa talukeya Îsraîl dikirin. Dema statuya siyasî ya Sûriyê hat guhertin, wan jî serdema nû ya bi Rêber Apo re dane seknandin. Piştî demek dirêj di 27’ê sibatê de Rêber Apo banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Şerê ji sala 1984’an de destpêkiribû bi dawî kirin. Di vî şerî de ne dewlet bi serketibû û nejî Kurd. Rêber Apo digot doza Kurdistan êdî bi siyaseta demokratîk wê were meşandin.
Dema ku ev pêvajo dom dikir, li aliyek jî bi pêşengtiya Hakan Fîdan heyet diçûn Şamê û dihatin. Dixwestin statuya rêveberiya xweser tasviye bikin. Dest bi tehdîdan kirin. Heftiya bûrî Bahçelî jî tevlî vê heyetê bû û wî jî dest bi gefan kir. Dewleta Tirkiyê hetanî roja me nikaribû bersivek bide ka ji Rojava ber bi welatê wan ve talukeyek çawa heye. Berê digot PKK heye û em bi PKK’ê re şer dikin. Piştî ku PKK xwe fesh kir, îroj tiştek dinan anîn rojevê. Dibêjin, Îsraîl statuya rêveberiya xweser li dijî me wê bikarbîne û ji wêderê ewê erişî me bikin.
Ev hewldanên erîşkirina Rojava wek qozekê bikartînin. Ew jî dizanin êdî nehêsane wek berê çawa erişî Afrîn û Serêkaniyê kirin îroj ji nûde biceribînin. Îroj li Sûriye hin hêzên dinan jî hene. Ew jî dizanin van hêzan wê destûr nedin ku Erdogan, carek din Rojavayê Kurdistan dagirbike. Dizanin lê gefxawrin dewamdike. Dixwazin bi tehdîdan bazariyekê bi Rêber Apo re bikin. Bi taybet dixwazin QSD were tasfiyekirin anjî tevlî artêşa Sûrî ya ku ‘tuneye’ bibe. Rêber Apo dizane ku Rojava bê parastin bimîne wê çi were serê wan û wê herêm bi komkujiyan re rû bi rû bimîne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hin îstastîk parvekir. Ji 8´ê Kanûna 2024’an û heta 6’ê Îlona 2025’an, di nava 9 mehan de 10 hezar û 672 kes ji ber kiryarên tundî û aloziyê hatine kuştin. Ji van kesan 8 hezar û 180 jê sivîl in. Ji hejmara giştî 3 hezar û 20 kes li meydanan hatine înfazkirin. Li Sûriyeyek bi vî rengî, Kurd çawa wê çeka xwe radestê hikumeta şamê ya veguhêz bikin.






