Amara Baran/ Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berovajî bike bi hemû hêza xwe ketiye liv û tevgerê, li ser esasê konsepta qirkirinê li ser Kurdan her cûre êrîşan pêk tîne, di wan êrîşan de tu nirxên ol, bawerî û exlaqî nas nake. Mînaka wan êrîşan jî xirakirina gorên şehîdan, asgtengkirina lidarxistina merasîmên cenazeyên Gerilayên HPG’ê û qedexekirina ziman e.
Bi banga Rêber Apo a ku di 27’ê Sibatê de hate kirin pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Yek ji gavên herî berbiçav ên vê pêvajoyê merasîma şewitandina çekan yên PKK’ê bûn ku di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ev merasîm ji bo Rojhilata Navîn xaleke bingehên ya aştiyê bû.
Bi damezrandina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” Ev Komîsyon lazime di serî de li ser prensîbên banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşiya. Ev prensîb di nav xwe de wekhevî, edalet, pirrengiya çandî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk digire. Rêber Apo di banga xwe de teqez dike ku meseleya Kurdan tenê bi rêya diyalogeke demokratîk ku hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewîne, dikare bê çareserkirin. Lê heta niha tişta ku ji komîsyonê û dewleta Tirk tê xwestin pêk nehatiye. Hêjî neqebûlkirina mafê Kurd û qedexekirina zimanê Kurdî û astengkirina li darxistina merasîmên gerilayên HPG’ê didomin.
Aşitî tenê rawestandina şer nîne, aşitî demokrasiye
Rêber Apo bi pêşxistina banga aştî û civaka demokratîk re berpirsiyartî û gavên bingehîn ku lazime dewleta Tirk biavêta pêşxistibû, lê heta niha tê dîtin ku dewleta Tirk tu gavên şênber neavêtiye. Rûxmê ku PKK’ê merasîma îmhakirina çekan li darxist û agirbest ragihand. Dewleta Tirk ji bo dagirkirina axa Kurdistanê qadên gerîla bombebaran dike. Aşitî bi seknandina çekan pêk nayê aşitî bi çareserkirin û rakirina astengiyan pêkane.
Dewleta Tirk goristana talan dike
Dewleta Tirk a dagirker bi salane li dijî Tevgera Azadiyê bê ku rêgeza nasbike şereke bê pîvan da meşandin, bi hemû teknîka xwe bi çekên qedexekirî û kîmyasalê êrîşên qadên gerîla kir. Ew jî têrê nekir gorên gerîlayên şehîd bi awayek hovane xirakir heman demê de cenazeyên gerîlayan bi kargoyan ji malbatan re şand. Dewleta Tirk ji 2015’e heta niha her cûre êrîş pêk anî, dijminatiya xwe ya li hemberê Kurdan gîhandiye wî astê ku heta niha nikare gorên şehîdan tehemûl bike. Gelek caran êrîşên goran kir bi balafiran goristanan bombebarankir. Li tu devera cihanê mînaka vî yekê tuneye . Di 11 salên dawiyê de bi hezaran gorên şehîdên HPG’ê hatin talankirin li Îstanbolê li ser goristana bêkesan rêyên asfalt hatin çêkirin lê li hemberê wî hovitiyê bertek nîşan neda. Herî dawiyê bi destpêkirina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk re bi erêkirina wezareta hundirîn li Amed Liceyê gorên gerîlayê HPG û YJA-STAR’ê ku xûşk û birane hewildan ku xira bikin bi nerazîbûna ferdên malbatê û mudexeleyan esker hat rawestandin, lê nivîsên ku li ser kêlên wan hatibûn nivîsandin hatin rakirin ev jî rastiya hovitiya dewleta Tirk dide xuyakirin.
Dewleta Tirk ji veşartina cenazeyan ditirse
Piştî banga aşitî û civaka demokratîk û damezrandina komîsyonê di meclîsa Tirkiyê de hê jî heman kiryar û binpêkirinê dewleta Tirk li ser nirxên gel didomin. Ji aliyekî ve behsa xûşk û biratiya Kurd û Tirkan tê kirin, li aliyê din jî astengî li pêşiya lidarxistina merasîmên Gerîlayên HPG’ê hene, heman demê de li Bakûrê Kurdistanê Malbat ji ber kiryarên dewletê nikarin şîna zarokên xwe daynin. Mînaka herê dawiyê li Şirnexê di merasîma gerîlayê HPG’ê de ji gel bêhtir polîsan goristanê girtibû çembere da ku malbat û xizmên şehîd bi awayekî bêdeng cenaze defin bikin, ji malbatê kesên ku fotoy şehîd rakiribûn hatin binçavkirin. Ev jî rastiya dewleta Tirk radixe ber çavan ku çiqas ji yekbûna gel ditirse, heman demê de tirsa wê ya li hemberê cenazeyan dide nîşandan.
Di qanûna navnetewî de rêz li hemberê miriyan
Her çiqas pirensîba rêzgirtina ji bo miriyan û gorên wan bi qasî dîroka mirovahiyê kevin be jî, peymana Lahayê ya 1907’an de rêgezek li dijî bêrêzkirina miriyan dihewîne. Peymana Cenevreyê ya 1949’an jî bi berfirehî mijara rêzgirtina miriyan vedibêje. Xala 8’an a Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, ku di sala 1998an de hatiye pejirandin, rêzgirtina ji bo miriyan di çarçoveya sûcên şer ên li dijî rûmeta mirovan de vedihewîne. Êrîşên li ser miriyan jî wekî sûcên şer têne hesibandin. Lê belê, di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de derbarê rêzgirtina li miriyan an mafên miriyan de tu rêzikname tune ne. Ew kiryar li ber çavên cîhanê têne kirin lê tu kes bertek raber nake û li hemberê wan bêdeng dimîne.
Qedexekirina ziman
Dewleta Tirk bi sala ye li Kurdistanê qedeqeya zimanê Kurdî li ser gelê Kurd ferz dike û heta niha jî ew qedexe didome. Bi dehan kesên ku ji ber bi zimanê Kurdî axivîne di girtîgehan de hatine girtin, ji bo înkarkirina hebûn û nasnameya xwe rastî tundiyên cûrbe cûr hatine. Qedexeya ziman tê wateya înkarkirina hebûn û nasnameyê. Damezrandina komîsyona Xûşk û Biratiya tirk û kurdan re lazime ji bo demokrasi û wekheviya kurd û tirkan û Qebûlkirina maf û daxwazên Kurdan xebat bihatana meşandin. Lê heya niha jî Dayik nikarin bi zimanê xwe di mala xwe de bi zarokên xwe re biaxivin. Heta niha jî mûdexaleyên daxuyaniyên bi zimanî Kurdî dikin. Bi wan nêzîkatiya çiqas baweriya gel bi gav avêtina dewleta Tirk ji bo aşitiyê hebe ger dixwazin aşitî pêk bînin lazime destpêkê zimanê Kurdî bibe zimaneke fermî.






