Asya Weşûkanî
Jinwar gundê navdar ê jinan e ku xwedî wate û girîngiyeke pir cuda ye. Em hemû jî dizanin ku piştî Star kent cihê textê xwedawenda jin a navdar Nînhûrsak ku navê wê tê wateya dayika xwedawend a çiyayî. Cara yekê ye ku warekî jinan ê taybet û serbixwe têye çêkirin. her çiqasî hin jin diferqa wateya gundê jin war de nebin jî, lê tekez gerek were zanîn ku wateyeke gund a civakî, siyasî û exlaqî heye û gerek ji hêla hemû jinan ve li ser were lêkolîn kirin. Jinwar ciyê hêza jinan ê komîye û ciyê kedê û têkoşînê ye. Ciyê vîndarî û bi xwe bawerbûna jinên çalakvane. Weke ku em hemû jî dizanin ku ciyê jin û zarokên bêkes xwedî derketina, tevgera jin li wan bêkesan erkeke mirovîye û cara yekêye ku pirojeyeke wiha qîmetdar ji jinan re; têye sazkirin û tekez gerek wateya wê ya dewlemend were, naskirin û xwedî lê were derketin.
Ji bo ku mirov weke jin li gundê xwe xwedî derkeve û wateyê, lêbarbike tekez gerek li ser wateya wê lêkolîn bike û bi hurmet nêzîkatî; jêre bide raber kirin. Gundê Jinwar ciyê jinên berxwedêr û kedkar e. Dema ku Jinwar an jî warê jinê têye gotin wê demê, civaka xwezayî û jiyana wê ya komînal têne bîra mirovan. Ez bi xwe weke takekes min gelekî kelecana û coş ji gundewarê, jinan girt û ez dibêjim. Gerek gelek gundên wiha hebin ji bo ku em weke jin xwedî, li hevdu derkevin û hevdû bihêz bikin. Ez weke jin dibêjim ku jiyana komî bi wate û pîroz e. Ji xwe pergala mêrperest û desthilatdar wiha li jinan kiriye ku, hevdû tehemûl nekin û ji hevdû hesûd bibin. Bi rastî tu tiştek tuneye ku bibe sedem ji bo ku jin ji hevdû, hesûd bibin û hevdû qebûl nekin û ya din jî gerek were; zanîn ku ger hesûdiyek hebe jî sedema xwe ji hişmendiya, mêrpereste û bandora wê digire.
Dema ku mirov dikeve nava gundê Jinwar de û bi wan dayikên, dilovan re niqaş dike dilê mirov fireh dibe û wiha li mirov têye ku kelecan û manewiyat ji wan dayik û zarokan digire û ya din jî, mirov kêfxweş dibe ku dibêje: Dêmekî ked û têkoşîna hevalên berpirsiyar encam, digire û mirov teşwîq dibe ku bibêje gerek em çend gundên din wiha ji jin û zarokan re vekin û xwedî li wan derkevin. Tekez gerek her kes jî xwe li ber wan de berpirsiyar bibîne û ji bo, pêşveçûna wan ked bide û bizane ku ev modela dayik û zarokên; çaxdaş ên pêşerojê ne. Gerek ji bo mêran jî pirojên wiha werin çêkirin, ji bo ku jin, mêr û malbateke wekhev û azad çêbibe; lê lazime şaş neyê famkirin û wiha li mijarê neyê temaşe kirin, ku wê ji mêran re jî gund werin çêkirin. Mebesta min ji çêkirina pirojeyên wiha ji bo mêran jî ewe ku, gerek mêr jî fêrî jiyana komî bibin û li ser pîvan û rêgezên, jiyana sosyalist werin perwerde kirin.
Ne jin û ne jî mêr lazime ji derveyî komînê nemîne , ji xwe yê ku ji derveyî komînê bimîne jî wê bibe niçîra pergala desthilatdar û şerê wan ê taybet û careke din ez dibêjim. Gerek jin û civak were perwerde kirin û rastiya pergala 30 hezar, salî a mêrê qatil kastîk pir baş û bi hurgilî fambikin û li dijberî wê; hişmendiyê bi dijwarî têkoşîn bikin û xwe di serkeftinê de, kilît bikin û bibêjin hêzî bese ji hişmendiya mêrperest, xasok, qatil û tundrew re. Ez careke din dibêjim gundê jin war gundê me hemûya ne û em, pir pêkêfxweş û dilgeş dibin û tekez gerek were zanîn; heyanî ku dawî li hişmendiya desthilatdar û kujer neyê wê ne wekhevî û ne jî, xuşk û biratî pêkwere naxwe gerek hemû ked û têkoşîna me ji bo jiyana wekhev û sosyalist be.
Jineolojî dest bi projeyên wiha sosyalist kiriye û weke ku, em hemû jî dizanin ku xwezaya jinê hîn zêdetir nêzî sosyalist bûnê ye û ya din jî civak li derûdora jinê; hatiye teşe girtin û ger ku jin zana bibe û xwe ji rewşa mal û milk, rizgar bike wê karibe mêr jî li ser wan rêgezan perwerde bike. Û wê jin karibe ku mêran ji wê hişmendiya mêrperest û desthilatdar, xelas bike û wan fêrî jiyana komî û civakî(Sosyalist) bike ji bo ku; pergaleke aşîtîxwaz û demokratîk çêbike û ew jî wê bi hêza kolektîf, yanî bi hêza her du zayendan wê pêkan bibe.






