Esma Mistefa/Qamişlo
Dayîkên ku nirxên Kurdewariyê di rû û kêliyên jiyana xwe de parastine, bi sekna xwe a heyî bûne cîhanek bêdeng a ku divê em wê jiyanê ronî bikine. Dayîka Xedîce Dawud a 76 salî ku bi cavên xwe yên kur tu carî ronahiya cîhanê nedîtiye dibêje, “Min ronahiya jiyanê nedît, lê min jiyanek di dil û mejiyê xwe de ava kir”.
Çîrokên bêdeng yên ku di bin bayê jibîrkirinê de mane, gelek in. Em her kes xwediyê çîroka jiyana xwe ne, xêzkirina wê li ser te dimîne, tu xwediyê biryara ku tu wê çîrokê bike şopek di dîrokê de ku neyê ji bîrkirin yan jî weke ku tu nîn bû, bi bayê demê re tune bibe ye.
Jinên ku di jiyana xwe di efsane nivîsandine û bûne xêzek ji dîrokê, gelek in. Di vejînkirina çîrokên jinên xwediyê serpêhatiyên bi nirx de, li pêşiya me bi hezaran efsane û çîrok derdikevin ji wan yên ku bi demê re hatine hîştin û yên ku heyanî niha ji me re bûne pêşeng hene. Ji van çîrok û efsaneyên dîrokî jî jina Kurd e. Jinên Kurd di pêşengtiya jiyan û şer de yên ku dîrok bi xwîna xwe nivîsandine hene. Lê di serdem û roja îro de jî jinên ku bûne xwediyên çîrokên balkêş û serdemî hene. Dibe ku ew ne xwediyê çîrok û serpêhatiyên efsanewî bin, lê wan di roja îro de berxwedan û têkoşîna hemdemî meşandine. Di ziraviyên jiyanan wan de, em ê bibînin ku wan jin û dayîkan çiqas li hember zihniyet, malbat û jiyanê li ber xwe dane. Bi van serpêhatiyan re hêjaye ku em wan dayîk û jinan jî bikin şopek ji dîrokê, weke efsaneyên ku di dîrokê de hatine ziman.
Serpêhatiya dayîka Xedîce

Yek ji wan dayîk û jinên ku em ê balê bikşînin ser Dayêka Xedîce Dawud a 76 salî, ji bajarê Qamişlo ku dayîka Şehîdekî ye û xwediyê çîroka jiyana xwe ye. Dayîka Xedîce jina ku ji ronahiya roj û jiyanê ji du saliya xwe ve bê par jê maye ye. Dayîka Xedîce di îfadekirina jiyana xwe de ji rojnameya me re, jiyana xwe, girêdanbûna xwe bi Tevgera Azadiyê û Serokatî re her wiha ji zehmetiyên jiyanê hunendina awaz û dengbêjiya xwe dike.
Dayîka Xedîce dibêje ku bavê wê kesekî ku muxtartiya 2 gundan dikir û dihat naskirin, rûxmî ku ew di encama nexweşiyekê ji dema zarok bû û bê xemiya malbatê de şewqa her du çavên xwe winda kiribû jî, bavê wê ew zewicand. Bi qasî ku jîr û jêhatî bû ev nexweşî ji xwe re nekiribû astengiya jiyanê. Bi vî awayî dayîka Xedîce bû xwediyê 8 zarokan 4 xurt 4 keç.
Dayîka Xedîce û girêdanbûna wê ji Tevgera Azadiyê re
Lawê wê yê Şehîd Mihemed bi nasnav Ebas, Şehîd Ebas di 1987’an de soz da û di 90’î de derbasî çiyayan dibe. Di 28’ê Adara 1994’an de Şehîd dikeve. Bi naskirina Tevgera Azadiyê re ew gelek ji felsefeya Rêbertî bandor bû û di wê demê de bibû jina herî çalak di kar û xebatê tevgerê de. Dayîka Xedîce bi kombûna grûbek ji ciwanan ku wê berê xwe bidin çiyayê azad, lawî xwe bi destê xwe tevlî nava şoreşê dike. Roja wê biçe, ji wî re xwarina herî xweş li ber dilê wî amede dike û rê dike û di wê şevê de helbestekê amede dike . Dayîka Xedîce dibêje ku ew di destpêkê de dema hevalên lawê wê Mihemed dihatin û diçûn gelek ji rêxistinê aciz dibû. Lê wiha jî lê zêde dike ku dema civîn di taxê de dihatin çêkirin, wê guhê xwe dida ser. Dema têdighêje rastiya Apoyî û rêxistinê, êdî ew vê xetê dike armanca xwe a sereke. Û qeydên deng yên hevalan peyda dike û guhdar dike.
Xwediyê bîrwariya bi hêz
Tevî taybetmendiya jiyana wê a tenduristî lê dayîka Xedîce di dil, giyan û mejiyê xwe de dibe helbestvan û dengbêj. Hestên xwe bi rêya hunera di dilê xwe de rêz dike. bi vê yekê re dayîka Xedîce dibe bi girêdanbûna xwe bi Rêbertî re û dengbêjiya xwe, di nava jiyana civakî de dibe xwediyê kesayeta herî bi bandor. Di şan û şînan de weke jina herî bi hêz û muxatebkar tê nêrandin. A herî balkêş ku ew mejiyê xwe ji xwe re dike hafîze û weke lênûsekê ku her tiştî li ser dinivsîne bi kar tîne. Dema min pirsa yadê kir ku kî ji te re helbest û stranan dinivîse? Bi van gotinan bersiva min dide… Ez tu carî nanivisînim, di mejiyê xwe de dinivîsim û dema diçim civatan, ser şehîdan û şahiyan tên bîra min û dibêjim.
‘Bila ciwanên me xwedî li keda şehîd û rêbertî derkevin’
Di dawiyê de dayîka Xedîce jiyana xwe bi van gotinan ji me re vedibêje: “Dilê min pir bi eşq e, dibe ku min ronahiya jiyanê nedîtibe, lê min jiyanek di mejiyê xwe de avakir. Ez ji ciwanên niha tiştekî dixwazim, tenê bila beriya her tiştî layiqî keda Serokatî, Şehîdan û girtiyên di zîndanan de derkevin. Bila ciwanên me li ser van esasan jiyan bikin û daxwaza min beriya ku koça dawî bikim, ez tenê rojekê Rêber Apo bibînim”.
Yadê Xedîce herî zêde li ser Şehîdan, Rêbertî û Gerîlayan stran û dengbêjiyê li hev dihune. Yek ji berhemên wê a bi dema biryara HTŞ’ê ji bo nuxmandina jin derketiye rê, ji me re anî ziman û strana wê wiha bû:
Jina Kurda tu kole bû, keça Kurda tu kole bû
Tu dibin zilm û zorê de bû, tu di bin zilm û zorê de bû.
Dema serok hat meydanê bi fikirê re tu rizgar bû, dema Apo hat meydanê bi fikrê re tu rizgar bû.
Jin girtî bû roj û şevê, jin nikarî bû derkevê serok derî ji me re vekir, em dixwînin vê felsefê.
Keçê Kurdan pir hêjane yek Arîne yek Barîn e, keçê Kurdan pir hêjane yek Arîne, yek Mizgîne, yek Zîlane û yek Şîlan e rêbera we Bîrîtan e, rêbera we qomîtan e.
Bijî bijî rêberê me, bijî bijî serokê me. te jîn û jiyan daye me, te jîn û jiyan daye me te jîn kir nirxê şoreşê, te xwaşkir jiyana me, te jîn kir nirxê şoreşê te xwaşkir jiyana me.






