Dîlan Mulhim\Qamişlo
Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê kongra xwe ya 6’emîn bi dirûşma “Qanûnên demokratîk misogeriya aştî û civaka demokratîk in” li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo lidarxist.
Yekîtiya parêzeran a kantona Cizîrê bi armanca avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirreng kongra xwe ya 6’emîn bi dirûşmeya“ Qanûnên demokratîk misogeriya aştî û civaka demokratîk in” li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo lidarxist. Di kongreyê de parêzer, Tevgera Civaka Demokratîk, mecilsa Malbatên Şehîdan û hwd… hazir bûn. Herwiha di kongreyê de 250 delege hazirbûn. Cudahiya vî kongreyê ji kongreyên din, ew e ku di vê rewşa zehmet a ku Sûriyê tê re derbas dibe, tê lidarxistin.
Di destpêkê de bi xêrhatina mêvanan ji aliyê parêzer Bêrîvan Yûnis ve hate kirin. Piştre hemû mêvan deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawstiyan. Di heman demê de, ji aliyê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ve axaftin hate kirin. Herwiha ji aliyê parêzer Kovar Mihmed ve perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
Di heman demê de dîwan ji pênc kesan pêk hat, da ku kongrê bi rêve bibin. Piştre rapora rêxistinî û aborî hat xwendin. Bêguman wê li ser rêzikname nîqaş wê were kirin. Di kongreyê de wê hilbijartin bê lidarxistin û hevserok bên diyarkirin.
Encamê vê kongrê gelek in û encamên sereke pêkanîna zagonên exlaqî û nirxên giranin. Herwiha şopandin û pêkanîna van zagonan. Di heman demê de, parastina van zagonan.
Di dawiya kongrê de wê daxuyaniya encamnameya kongrê wê were xwendin. Ev daxuyanî tekez li ser avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirreng dike. Herwiha gavên ji hikumeta veguhêz a Şamê ve tên avêtin, bi taybet ragihandina destûrê û hilbijartinên parlementoyê şermezar dike.






