Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Komîteya Aboriya Jin ya Kongra Star Xedîce Ibrahîm diyar kir ku piraniya xebata projeya Demsal bi destê jinan tê meşandin, her wiha ji ber girêdana jinê bi xwezayê re, di dîrokê de jî jinê karê çandiniyê kiriye û pêş xistiye û got, “Di plana me de pêkanîna enrjiya rojê û kolana bîrekê heye.”
Projeya Demsal a bajarê Tirbespiyê, yek ji projeyên Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a bajarê Qamişlo û Tirbespiyê ye ku bi hevbeşî xebat didin meşandin. Ev proje ji bo peydakirina derfetên ji xebitandina jinê, da ku jin aboriya xwe pêş bixe û muhra xwe li qada çandiniyê bixe. Da ku armancên borî pêk werin, ev proje di sala 2016’an de hatiye avakirin. Rûbera projeya Demsal nêzî 50 hektar e, sê beşên vê projeyê hene, yek beşa çandiniyê, ya din qada sewaldariyê û ya din jî markêt e.
Derbarê projeya Demsal, Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star a Tirbespiyê Xedîce Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.
Çandinî di projeya Demsal de
Xedîce Ibrahîm derbarê beşa çandiniyê de wiha got: “Li projeya Demsal di qada çandiniyê de beşeke mezin ji bo çandiniya zivistanî heye rûbera wê bêtirî 22 hektaran e, 15 ji wan hektaran genim hat çandin û zêdeyî 7 hektar ceh hat çandin, lê ji ber ku baran nebariya me ti berhem bi dest nexistin. 5 bîrên avê hene û şînahî bi wan bîran tê avdan. Di rûbera 15 hektaran de xêniyên bilastîk, zêdeyî 150 darên fêkî yên cuda, konên biçûk ên bilastîk ji bo çandina şînahî hene, di heman demê de şînahiyên demsala havînê tên çandin. Di xênî û konên biçûk ên bilastîk de sebzeyên weke bacanên sor û reş, xiyar, îsot û hwd… tên çandin. Hewiha şînahiya weke pîvaz, miloxiyê û garis li rûbera vala tên çandin. Ji bo guhdana bi şînahî jî endeziyarekî bispor heye, ew dermanan li şînahî dike. Herwiha 20 xebatkarên jin karê çandiniyê ji aliyê jêkirina berheman û guhdana hemû cureyên sebzeyan ve dikin, hem jî 3 terektor hene û 2 erebeyên din ji bo veguheztina sebze û karmendan hene. Xebata karmendên jin rojane ye, her sê rojan sebzeyan jê dikin, beradeyeke mezin heye ji bo komkirina sebzeyan, ev sebze li sûka Tirbespiyê an jî sûka sebzeyan a bajarê Qamişlo tê firotin, her barekî sebzeyan jî nêzî 10 meliyon leyreyên Sûrî tê firotin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku bêtirî 20 hezar dolar mesrûfa çandiniyê diçe.”
Sewaldarî
Xedîce têkildarî beşa sewaldariyê wiha anî ziman: “Di projeya Demsal de beşa sewaldariyê heye, nêzî 300 serî pez tê de heye. Malbatek serpereştiya sewalan dikin, guh didin wan, li nav zeviyên demsal wan diçêrînin, di heman demê de pezan difiroşin. Malbateke din jî heye erkê wê duhtina pez e û meyandina şîr e. Ew malbat destpêkê pez didoşe, cihekî taybet heye, şîr paqij dike û dike mast, penêr û hwd… piştre berheman di beradeyan de bi cih dike. Ji bo xwedîkirina pezan jî em wan di zeviyan de diçêrînin, lê îsal ji ber rewşa çandiniyê lewaz bû, me 20 donim garis ji bo pez çandiye, li aliyekî din pez li ser bermahiyên şînkahiya sebzeyan tên çêrandin.”
Markêt
Xedîce Ibrahîm li ser kar û xebata markêta Demsal wiha bi lêv kir: “Li pêşiya projeya Demsal markêteke mezin taybet ji bo kelûpelên xwarinê û bikaranîna rojane ya mirovan heye. Tiştên xwarinê mîna şekirê çayê, birinc, savar, zeyt û hwd… heye. Di heman demê de berhemên beşa sewaldariyê weke mast, lebnê û hwd… li vê markêtê tên firotin. Li aliyekî din dermanên paqijiyê û hwd li vê marketê tên dîtin, rêjeya firotina kelûpelan pir mezin e, ji ber gelek şîneyên ji Tirbespiyê û gundên derdora wê tên kelûpelên xwe ji markêta Demsal dikirin. Jinek û du mêr rêvebirina markêtê dikin, 24 seatan markêt di xizmetê de ye, bi riya parkûdê û teknîka firotinê ya pêşketî kelûpelan difiroşin. Hêjayî gotinê ye ku buhayê kelûpelan gelekî guncav in û buhayê wan ji kelûpelên markêtên taybet arzantir in. Her du mehan di vê markêtê de nêzî 7 hezar dolar li ser asta mehekê kelûpel tên kirîn û bi buhayekî arzan tên firotin.”
Projeyên dema pêş
Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya bajarê Tirbespiyê Xedîce Ibrahîm girêdayî projeyên dema pêş ên projeya Demsal wiha axivî: “Projeya Demsal ji navê xwe ve diyar e ku kar û xebat di warê çandiniyê de ranaweste. Piraniya xebata vê projeyê bi destê jinan tê meşandin, ji ber ku girêdana jinê bi xwezayê re heye, di dîrokê de jî jin karê çandiniyê kiriye û li pêş xistiye. Di projeya Demsal de jî em hertim dixwazin kar û xebat li pêş bikeve bi riya projeyên dema pêş em asta xebatê bilindtir bikin. Em astengiyan di warê peydakirina mazotê de, mesrefa mazotê û jenetoran bilind e, ji ber vê yekê jî di pilana me de heye ku enerjiya rojê ji bo tevahiya Demsal bi kar bînin. Di heman demê de me pişinyar kiriye ku bîreke kûr li gundê Dugir ê girêdayî bajarê Tirbespiyê ji bo erda çandiniyê yê projeya Demsal bikolin, ava wî erdî têra avdaniya erd nake, lewma jî eger erêkirin ji rêveberiya Kongra Star pêk were em ê dest bi kolana bîrê bikin.”






