Hemza Sêvo/ Qamişlo
Komîteya Aboriya Jin a Kantona Qamişlo ya Kongra Star wê 7 projeyên çandinî, nanpêjî û pîşesaziyê ji bo piştgirtiya jinan di milê aborî de ava bike. Berdevka Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star, Xaliya Necar eşkere kir ku wê heya dawiya meha Îlonê proje werin amadekirin
Di çarçoveya piştgiriya jinan û xurtkirina asta xwerêvebirina aborî de wê Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Tirbespiyê 7 projeyên koperatîf bên avakirin.
3 projeyên çandiniyê
Îsal di pilansaziya Komîteya Aboriya Jin a girêdayî Kongra Star a Kantona Qamişlo de hebû ku dest bi piştgiriya projeyên jinan di warê çandiniyê de bikin. Ji ber kêmbarîna baranê û qelsbûna rewşa çandiniyê biryar hat standin ku 3 bîrên avê bên kolandin, li gel wê jî sîstema enerjiya rojê, cotkar û hemû pêdiviyên pêwîst jî bên bicihkirin. Bîreke avê li projeyeke jinê ya li gundê Kurdo yê girêdayî Amûdê tê kolandin. Herwiha li gundê Dugirê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê projeyeke çandiniyê wê were amadekirin. Di heman demê de li gundê Melemerzê yê girêdayî bajarê Dêrikê projeya Jiyan a çandiniyê ku berê heye, wê bîra wê were kûrkirin.
2 Firoşgeh, firne û kargehek dirûtinê tên amadekirin
Li ser asta Qamişlo û Amûdê wê 4 koperatîfên ji bo jinan bên avakirin. Li bajarê Qamişlo hejmarek jinên xebatkar bi piştgirtiya Komîteya Aborî ya Jin munetê zivistanî û xwarinên cûrbecûr çêdikin. Da ku ev berhem bên firotin, wê firoşgehek were vekirin. Hem jî wê firoşgehek ji bo firotina çekên ku jin çêdikin, li Qamişlo vebe. Di heman demê de wê firnek ji bo çêkirina (fetayir) nanê penêr, mihemera û hwd… li Taxa Enteriyê vebe. Herwiha wê Abaoriya Jinê li Amûdê kargeheke dirûtin û çêkirina hemû cureyên kincan, ava bike. Li gorî berdevka Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star, Xaliya Necar hat eşkerekirin ku wê heya dawiya meha Îlonê hemû koperatîf werin amadekirin.






