Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Projeyên Îsraîl û Tirkiyê li Sûriyê’

09/09/2025
in NÛÇE
A A
‘Projeyên Îsraîl û Tirkiyê li Sûriyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Lêkolînerê li Navenda Firat a Lêkolînan Lezgîn Ibrahîm diyar kir ku projeyên Tirkiyê û Îsraîlê ji bo Sûriyê û giştî herêmê hene, projeya Tirkiyê ya dagirkeriyeke berfireh ku dixwaze dîsa Osmaniya nû vegerîne, li hemberî wê plana Îsraîl ji bo guhertina Rojhilata Navîn piştî şerê Xezayê heye û got, “Hikumeta Şamê ketiye du nakokiyan, razîbûna Îsraîl û bandoriya Tirkiyê.”

Derbarê xalên ku siyaseta Îsraîl û Tirkiyê li ser Sûriyê dibin yek û xalên nakok di navbera wan de, lêkolînerê li Navenda Firat a Lêkolînan Lezgîn Ibrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rewşa Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Baas ber bi ku ve çû ye û niha çi guhertin li ser axa Sûriyê tên kirin?

Piştî ketina Esed di rewşa Sûriyê de gelek guhertin çê bûn, guhertinên li ser asta Sûriyê û guhertinên bandora ketina Eseed li ser rewş û siyasetên herêmî di herêmê de. Ji ber bi ketina rêjîma Esed re gelek hevsengî hatin guhertin. Berê Esed alîgirê Îranê bû û destê Îranê di Sûriyê de gelekî xurt bû. Milîsê Îranê tim li başûrê Sûriyê ji bo Îsraîlê gefek bûn, hem jî pevçûnên wan heta demeke dirêj di Sûriyê de di asteke nizim de bûn. Lê di demên dawî de piştî şerê Îsraîl û Hemasê û berî ketina rêjîmê, ev pevçûn gihaşte asteke bilind. Vê yekê hişt ku şerê Îsraîl sînorên Xezayê derbas bike û bighêje Sûrî û Libnanê ku me dît çawa berî rêjîma Baas hilweşe, Îsraîl hemû milîs û serkirdeyên Îranê yên ku li Sûriyê ne, tesfiye kirin. Qelisbûna Esed di wê de rê de çê bû û ev yek bû sedemek ji ketina wî. Roleke sereke ya Îsraîlê di ketina Esed û derxistina destê Îranê ji Sûriyê hebû. Di van 13 salên ku li ser şerê Sûriyê re derbas bû, Îsraîl tim xwe wek bêalîyekî şer nîşan dida, lê piştî şerê Xezayê ew rasterast kete Sûriyê û piştî hilweşandina Esed roleke sereke di rewşê Sûriyê de lîst. Ev yek metirsî li cem Tirkiyê da avakirin, bi taybetî piştî derxistina Îran ji Sûriyê ku Îsraîl naxwaze ew bibe gefeke nû li ser wê. Ji ber wê niha li başûrê Sûriyê mîna Siwêda, Quneytera, Deria û di wan herêman de liv û tevgera Îsraîl gelek zêde ye ku nahêle tevgera komên girêdayî Hikumeta Veghuhêz a Şamê û çekên giran derbasî wir bibin, hem jî çi bargehên leşkerî yên li wan herêman lê dide, niha hevkêşî bi vî rengî hatine guhertin.

Xalên ku siyaseta Îsraîl û Tirkiyê li ser Sûriyê dibin yek û xalên nakok di navbera wan de çi ne?

Îsraîl dibêje pêwîst e Sûriyê piştî Esed nebe metirsî li ser min û çi ji bo wê pêwîst bike ez ê bikim. Metirsiya Tirkiyê ji vê yekê mezin bibe, lewma hewil dide niha Sûriyê bixe bin serweriya xwe ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî û hwd… ku êdî ew bibe şûna Îranê di Sûriyê de. Berê çawa Esed girêdayî Îranê bû, niha Tirkiyê dixwaze ew wê rolê bilîze ku hikumeta veguhêz a Şamê û hemû komên li derdorê wê, bixe bin destê xwe û li gorî xwe wan bigerîne. Ev hişt bingûhevketinek di navbera Tirkiyê û Îsralî li ser axa Sûriyê çê bibe. Ji ber her yek projeyeke cûda ye. Projeya Tirkiyê ya dagirkeriyeke berfireh heye ku dixwaze dîsa Osmaniya nû vegerîne. Li hemberî wê Îsraîl nehêle ku dîsa Sûriyê bibe cihê gefê li ser wê û plana Îsraîl a nû ji bo guhertina Rojhilata Navîn piştî şerê Xezayê, heye. Îsraîl istratîjiya xwe diyar kir dixwaze Libnan, Sûriyê, Îraq, Îran û hemû dewletên ku destê Îranê tê de xurt bûn, lewaz bike, wê ji van herêman derxe û bixe bin serweriya xwe. Ji ber wê ev sedema yekemîn ku niha pevçûn navberî Îsraîl û Tirkiyê derkete pêş, tevî ku berî ketina Eseed pevçûneke veşartî di navbera wan de hebû, li gelek cihan jî alîkarî û têkiliyên wan bi hev re hebû, bi taybet têkiliyên bazirganî, lê rewş niha hate guhertin, ji ber 2 projeyên cûda û di armancên cûda ya herdû dewletan li herêmê bi taybet li ser Sûriyê hene.

Tevî nanokiyên di navebera Îsraîl û Tirkiyê de, lê hevpeyman û têkiliyên wan jî bi hev re hene, gelo wê ev nakokî bandora xwe li van têkiliyan bike yan na?

Tirkiyê wek endamekî di NATO’yê de ye, NATO jî alîgirê Îsraîlê ye, heta demekê gelek hevpeyman di navbera van her dû dewletan de li ser asta bazirganî ya kirîn û firotina çekan û perwerdekirinên artêşan hebû. Herwiha Tirkiyê piraniya çekên pêşketî ji Îsraîl dikirî û li hemberî wê jî Tirkiyê betrol, gaz û hwd… dişande Îsraîlê ku di navbera wan de xalên ku her dû alî sûd ji hev werdigirin hebû û heye niha jî di aliyê bazirganiyê de ev yek berdewan dike. Ji bo wê ew naxwazin niha bi nakokiyên xwe bandorê li têkilî û bazirganiyên di navberî xwe de bikin. Lê ev yek gihaştiye astekê ku muhtemele ev têkilî werin qûtkirin. Ji ber Îsraîl xwe ji Tirkiyê re danaxe û projeya xwe di Rojhilata Navîn de pêk tîne. Di demên dawî de daxuyaniyên Nitinyaho hebû ku dibêje; Erkeke Pîroz li ser milê min e ku em Îsraîla mezin ava bikin, ev jî baş dide xuyakirin ku projeyekî  berfirehkirinê ya Îsraîl di herêmê de heye. Ji xwe Tirkiyê nedixwest Eseed bikeve û ne jî Îran têkeve rewşeke xirab de. Ji ber ew dizane sîstemên dewletên navendî, olî û netewî di herêmê de hiştiye Tirkiyê heya niha li ser lingan bimîne.

Piştî ketina Esed Tirkiyê dît nema dikare rê li pêşiya Îsraîl û projeyên wê bigire. Projeyên ku niha Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navîn pêk bîne, projeyeke ku hemû dewletên berê di bin destê Îranê de bûn hilweşin. Li şûna wê sîstemên nenavendî yan jî awayên fedralî ku hemû pêkhateyên di van dewletan de bikaribin mafê xwe bibin û têkiliyên van dewletan bi Îsraîl re çê bibin. Ew jî li ser bingehekî aborî ku ew dixwaze kontrolê li ser hemû rêyên aborî di Rojhilata Navîn de bike û dewletên weke Libnan, Sûrî, Îraq, dewletên Erebî û yên derdorî Urdin hewcedarî Îsraîl bin ku ew aboriya wan birêve bibe û ev dewlet mecbûr bibin ku têkiliyên xwe bi Îsraîl re baş bikin. Helbet heger ev jî çê bibe wê destê Tirkiyê ji van hemû dewletan qût dibe û nema dikare projeya xwe pêk bîne.

Ji ber wê Tirkiyê niha hewl dide bi qasî kare di Sûriyê de xwe xurt bike û piştgiriya hikumeta veguhêz bike ku bihêle ev hikumet di bin destê wê de be. Da ku li hemberî projeya Îsraîl raweste. Ya sereke ji bo Tirkiyê jî ku ev guhertinên Îsraîl ên nû di herêmê de çê bike, nehêle Kurd bibin xwedan maf an jî herêmên Kurdî bibin herêmên xweser û hêzeke leşkerî, siyasî di herêmê de ava bike.

Rewşa Tirkiyê li hemberî Îsraîlê di çi astê de ye û metisiya Tirkiyê çi ye?

Qonaxa ku li Tirkiyê dest pê kiriye ji bo qonaxa “Aştiyê” bi Kurdan û PKK’ê re, di bingeh de sedemên xwe ji metirsiya projeyên Îsraîlî ye, lê ne ku Tirkiye dixwaze rast bi Kurdan re aştiyê pêk bîne û mafê Kurdan bidê. Guhertinên di demên dawî de û lewazbûna Îranê ku baş hate xuyakirin û destpêkirina Îsraîl ji bo berfirehkirina herêmên xwe, di heman demê de metirsiya ku Îsraîl piştgiriya Kurdan bike yan jî ji Sûriyê heya Îraqê korîdor di navberê Kurdan û Îsraîl de were vekirin. Vê hişt Tirkiyê bilez pêvajoya aştiyê bîne holê û bihêle projeya Îsraîl heya dawî bi serî neçe, hem jî hewl bide Kurdan dîsa bixe bin bandoriya xwe û tu mafên zêde nede wan ku Kurd serxwebûna xwe bistînin. Lê din bin sîwan Tirkiyê de tev bigerin, lewma ev pêvajo dest pê kir. Rewşa Tirkiyê di demên niha de li hemberî projeyên Îsraîl gelekî lewaz e. Îsraîl bi siyaset, aborî û hêzên xwe yên leşkerî ji Tirkiyê bihêztir e û dikare di van herêman de tevger bike. Lê Tikriyê piştî hilweşandina Esed û vekişandina Îranê xwe di herêmê de lewaze dibîne û nikare li hemberî Îsraîlê di demên dûr de bisekine. Lewma niha hewildanên xwe li ser 2 astan dilîze, astekê ku di Sûriyê de dîsa xwe xurt bike û hikumeta veguhêz li ser Kurdan gur bike. Aliyê din jî di hundirê Tirkiyê de ku Kurdan bi pêvajoya aştiyê heta demeke dirêj mijûl bike, heta ku binere rewşa wê û Îsraîl bighê çi astê, lewma heya niha jî Tirkiyê di pêvajoya aştiyê de tu gavên pratîkî û rast neavêtiye.

Hikumeta Şamê di vê bazariya ku li ser Sûriyê tê kirin li ku re?

Hikumeta Veguhêz a Şamê hikumetekî ku di koka xwe de îslamî, cîhadî û demên ku hate ser desthilatdariyê jî ne ku bi hêza xwe hate, lê bi hevpeymanên navdewletî û herêmî hate. Dewletên ku Ehmed El-şeri anîn ser desthilatdariyê armacên wan ên sereke ku hêzeke îslamî radîkalî li dijî Îranê were ser desthilatdariyê. Lê ji wan re ne pêwsît e ew terorîste an ne terorîste, ya girîng ev hikumet nehêle Îran di Sûriyê de çalak bibe, heta ku Îsraîl rewşê xwe ya Xezayê zelal bike, hem Emrîka û Rojava hevpeymanên xwe bi Îranê re bi taybet ji bo çekên noklerî wê zelal bikin. Ji bo wê hikumeta Şamê ya niha li şûna Esed roleke wezîfî dilîze, ne ku hatiye ji bo bibe hikumeta Sûriyê ya siberojê.

Hikumeta Şamê niha ketiye navberî 2 nakokiyan yek jê dixwaze Îsraîl razî bike, di aliyê din de jî nikare di bin bandoriya Tirkiyê de derkeve. Her dû alî jî nakokin û zextên her dû aliyan heye. Tirkiyê dixwaze niha di hin rêyan de vê hikumetê xurt bike, ew jî bi hincetên bazirganî û jinûve avakirina Sûriyê û artêşa Sûriyê. Lê ev yek dîsa rastî nerazîbûnê Îsraîl hat ku di demên dawî de hemû navendên ku Tirkiyê nîşan kiribû tê de bargehên xwe çê bike, kir armanc. Lewma hikumeta Şamê di navberê her dû aliyan de bê bandor maye. Ji bo wê hewldanên xwe di asta ku Îsraîl razî bike ji bo wê li ser desthilatdariyê bihêle û Tirkiyê dixwaze şeriyeta xwe li Sûriyê pêk bîne. Ev hemû jî demikî ne, heger sîstemên Sûriyê nebe hevbeş ku hemû pêkhateyên Sûriyê nebin cih di vê hikumetê de wê tu aramî di Sûriyê de pêk neyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.