Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi boneya salvegera 8’emîn a damezrandina Meclisa Jinên Sûriya, li Qamişlo şahiyek hat lidarxistin û meclisê bi beşdariya rêxistinên jinên tevahiya Sûriyê û çalakvanên jin ên biyanî ev roj pîroz kir.
Ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê ya 8’emîn, li hola Burc a bajarê Qamişlo şahiyek bi beşdariya nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, jinên siyasetemedar, rewşenbîr û rêxistinên jinan ên tevahiya Sûriyê hat lidarxistin.
Meclisa Jinên Sûriya tevgereke jinan e ku nûnertiya jinên Sûriyê dike, ev tevger di 8’ê Îlona sala 2017’an de li Minbicê hate damezirandin.
Ji bo bibîrxistina vê boneyê şahiyek bibeşdariya jinên herêma Barkur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê hat lidarxistin.
Di destpêkê de rêveberiya Meclisa Jinên Sûriya bixêrhatina hemû kesên hazir kir û ew vexwendin xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan.

Paşê li ser navê koordînasyona Meclisa Jinên Sûiriya Suhêl Senûh wiha axivî: “Îro em bi hev re salvegera 8’an a avabûn Meclisa Jinên Sûriya pîroz dikin, em girîngî û wateyeke pir mezin didine wê, herwiha li hemû jinên Sûriyê û Cîhanê pîroz dikin. Bi armanca parastina mafê jinan xebatek bi dirêjahiya avakirina xwe re hat pêkanîn, di roja îro de jî ev meclis dibe pirek ji bo xurtkirina têkliyên di navbera jinên hemû Sûriyê de. Bila di vê salvegerê de soza berdewamkirina xebata ji bo bidestxistina mafê jinan di Sûriyeke pirreng û demokrat a siberojê.”

Piştre çalakvana Çînî Ayo Şan salvegera damezrandina Meclisa Jinên Sûriya kir û wiha got: “Min Meclisa Jinê Sûriyê di nav xebata xwe ya meydanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Ev meclis yek ji rêxistinên jinên yên berxwedêr û ya ku ji bo bidestxistina mafê jinê xebateke bi nirx dike. Bi hêvî me ku ev xebat bi encam bibe û mafê jinên Sûiyê were parastin.”
Herwiha gelek birûskên pîrozbahiyê bi riya sinifilzyon, nameyên elektironîk ji rêxistinên jinan ên li ser asta Rojhilata Navîn û hemû Sûriyê hatin wergirtin û xwendin.
Di heman demê de helbestvan Ayat Şiblî helbestek xwend paşê helbestvan Beşîre Derwîş salvegera damezrandinê pîroz kir û helbestek bi Kurdî girêdayî jinê xwend.
Herî dawî koma Hêlîn Cûdî ya Reqe, Hilala Zêrîn, TEV-ÇAND, hunermend Meyasa, koma Orêla ya Suryanî ya zarokan û koma Ertesax ya Ermenî rêzeşahiyên hunerî li dar xistin û hemû kesên beşdarî dîlanên bûn.






