Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hevseroka Desteya Hiqûq û Edalet Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Hesen destnîşan kir ku Rola jinan di Rêveberiya Xweser de diyarker û şînber e. Di hemû qadên Siyasî, Civakê, Aborî û leşkerî de roleke sereke leyistin pêşengtî kirin.
Derbarê rola jin di damezrandin û pêşxistina Rêveberiya xweser de û kar û xebatên ku dane meşandin Hevseroka Desteya Hiqûq û Edalet a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Hesen bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Girînigiya rola jin di avakirina Rêveberiya xweser ya Demokratîk de çi ye?
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di damezrandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk de roleke bingehîn ya jin hebû. Ji aliyê leşkeri, siyasî, Civakî û dîplomasî de bi yek rihê astengiyan derbaskirin. Ji 2014’an de jinê di hemû qadan de di asta rêvebertiyê de ji civakê re pêşengtî kir. Destkeftiyên ku jinan bi destxistine ji aliyê perwerdehî û ekonomiye de gavên girîng hatin avêtin. Heman demê de bi yekîneyên parastina gel (YPJ’ê ) re, ji bo ewlekariya herêma xwe di qadên berxwedanê de cîhê xwe girtin. Di sedsala 21’mîn de jinan li Sûriyê şahîdiya gelek guhertinan kirin ku ji aliyê faktorên Siyasî, Aborî, Civakî, de bandorek xwe da çêkirin. Ew ji ber pevçûn û krîzên aborî yên ku didomin rastê şert û mercên dijwar hatine, ku êşa wan girantir kiriye û jiyana wan a ji bo pêkanîna rola xwe ya çalak di civakê de sînordar kiriye. Tevî zehmetiyan, jinan qalibên ku li ser wan hatine ferzkirin bi tekoşîna xwe şikandin.”
jinên kurd û pêkhateyên Ereb, Sûryan, Dûrzî di warê civakî û îdarî de valatiyên ku di sala 2011’an de hebûn di sala 2014’an de bi ked û hebûna xwe dagirtin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê jinên ku ji aliyê desthilatdaran ve hatibûn tepisandin bi damezrandina Rêveberiya Xweser û bi fikra Netewa Demokratîk jinan mil bi mil xwe rêxistinkirin. Îro tê dîtin ku jinan di hemû waran de cîhê xwe girtiye. Rêjeyeke bilind jin di xebatan de pêşengtî dikin û li tevahiya cîhanê bûye mînak. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêkhtiye heta niha tu serok wekê Rêber Apo ji bo azadiya jin têkoşîn nedaye meşandin. Rûxmê ku ji sala 1999’an ve li girtîgeha îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ji bo jinan projeyên azadiyê pêş dixe, em wek jin deyndarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. .
Gelo çi astengî pêşberî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê û li hemberî wê jin çiqasî xwe daye pêş?
Di destpêkê de gelek astengî derketin pêşberê jin ji bo ku karibin rola xwe bileyzin û hebûna xwe îsbat bike, ji wan astengiyan ji aliyê rêxistinkirin de lawazbûna ku heyî negihandina hemû jinan ew sebebeke esase ji bo ku karibin bi jinan re armanca kar û xebat li ser çi esasê tê kirin û çima gerek jin di nava civakê de û her deverê de cihê xwe bigire di vî milî de hîna lawazbûn weke rêxistinên jinan hene. Û yek ji astengiyan jî ew kevneşopiyên kevin ên di nava civakê de hene ku çi di milê olî de be çi jî di milê urf û adet de be di van de kesayeta jinê winda ye û piştgiriya wê zêde nayê kirin û ji demên kevin heta niha civaka me di bin vê bandore de ne bi taybet jin awayê jiyankirina wan hatiye bi bandorkirin, ev jî sedemek girînge ku jin di roja îro de hê jî di mal de hatiye sînordarkirin. Gelek jin hene ku ew rola xwe tenê dibînin ku çawa malbata xwe ji mêr be yan zarokbin razî bike û xwedî li wan derkeve û ji xwe re tiştekî nakin û mafên xwe yên jiyankirinê bidest naxin û dûrî wan dimînin, jin hê bi wê rola kevneşopî û olî razî ne. Herwiha di beşdarbûna wê di hevserokatiyê de jî astengî û zehmetî li pêşiya wê hene. Ji ber ku di civaka me de jin ji ber zihniyeta baviksalarî azaran dikişînin, ku rola jinan di asta hevserokatiyê, nûnertiyê û li navendên biryarê û berpirsiriyarê de qebûl nakin. lê belê tevî van zehmetiyan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyên rêveberî û rêxistinî de beşdarbûneke wan a erênî û çalak heye û karîbû hêza xwe isbat bikin.
Ji bo maf û destkefiyên jin di Sûriyê de were parastin pêwîste û rola jin bê qebûl kirin erkê ku dikeve ser milê hemû jinan çi ye?
ji bo ku jin destkeftiyên xwe û mafên xwe bidest bixin xwebirêxtinkirina jinan pêwîste, hemû jinên Sûriyê weke dibînin ku çawa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî destkeftî û mafin pêwîste ew jî xwe weke wan bibînin. Pêwîste jinên Sûriyê bixebitin ji bo di destûra Sûriyê de mafê wan were danîn û misoger bikin, herwiha divê ku jinên Sûriyê daxwaza misogerkirina mafên xwe ên destûrî ji hikûmet û kesên rayedar bikin. Jinên Sûriyê bi yek destî divê bikaribin mafên xwe bi dest bixin û daxwaza van destkeftiyan bikin, ji ber ku eger jin daxwaza mafên xwe neke û têkoşînê neke weke em dibînin ku hikûmeta nû dixwaze ku mafên jinan tune bikin û wan bêdeng bihêlin. Pêwîste ku jinên Sûriyê têkiliyên wan berfirehtir bibin û bi yek dengî daxwaza maf û destkeftiyên xwe bikin, ev jî wê birêxistinkirina jinan pêk were. Pêwîste rêjeya tevlîbûna jinan di nava hemû karan de ne ji %40 kêmtir be li ser asta Sûriyê û kêmtirî wilo qebûl nekin. Sîstemeke nenavendîbûn wê bihêle bêhtir jin bikaribe rola xwe bilîze, di heman demê de divê ku mafên jinan hebe ku partiyên xwe ava bikin, herwiha hêzên xwe yên çekdar ava bikin ji bo ku bikaribin xwe biparêzin û xwedî li xwe derkevin.






